LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di navbera Dewleta Tirk û Terora DAIŞ de asta hevkarî û alîkariyê (1)

Di navbera Dewleta Tirk û Terora DAIŞ de asta hevkarî û alîkariyê (1)

Têkiliyên ewlehî yên di navbera rêxistina DAIŞ`ê û dewleta Tirkiyê de.

Li gorî belgeyên ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîk NRLS hatine bidest xistin, peymanên têkiliyan di navbera Dewleta Tirk û rêxistina terorîs a DAIŞ diyar dibin. Weke hêsankirin û rêdana derbasbûna cîhadiyên biyanî û malbatên wan ku di sînorê Tirkiyê de derbasî herêmên Rêxistina Terorîst bibin, rêdana dermankirina birîndarên Rêxistinê li nexweşxaneyên Tirkiyê, çavgirtin ji ser çalakiyên idyolojî yên Rêxistinê, êrîşkirina li ser Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêngavên qirkirina Kurdan. Dê bi mînak ev têkilî li gorî lêkolînan derkeve holê.

1.Kesê bi navê “Tomas Barniwên” ê bi nasnavê “Ebû Ehmed Elferensî” yek ji serkêşiyên DAIŞ`a teror e. Di meha kanûna sala 2017`an de dema ku hewl da ku bireve Tirkiyê ji hêla hêzên YPG`ê ve hate girtin, tekez kir ku %90 ji çekdarên biyanî bi alîkariyên bê sînor ji hêla rayedarên tirk ve derbasî Sûriyê bûn. Her wiha bi dehan endamên Rêxistinê di rêya Tirkiyê re vegeriyan Ewrûpayê, bêyî ku tu astengiyan bikşînin. Elferensî diyar kir ku ew matmayî ma. Ji ber ku ew bi hêsanî sînorên Tirkiyê derbas kir û hate Sûriyê di rêya Entakya û derbasî gundewarê Ladiqiyê bû.

“Tomas Barniwên” ê bi nasnavê “Ebû Ehmed Elferensî” serkêşekî DAIŞ`ê ye. Berpirsyarê rêvebirina peymangehên Şerî û ragihandina rêxistina DAIŞ`ê bû. Yek ji pilankerên sereke yên êrîşên terorîst ên li dijî sivîlên ferensî pêk hat (êrîş bajarê Tulûzê di sala 2012`an de, êrîşa Parîsê di 2015`an de ku di encama wê de 130 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da)

2.Kesê bi navê “Ebû Elderda Eltirkî” diyar kir ku wî di beşê têkiliyên derve yên rêxistina DAIŞ`ê kar dikir, erka wî bi tenê pêşwaziya koçberên ku ji Tirkiyê ve derbasî Sûriyê dibin, çûnûhatina koçberan di sînor re di navbera emîrê sînor “Ebû Hefs Elmesrî” û cêgirê wî “Ebû Şam Elsûrî” û serhengên tirk ên li ser sînor çêdibû. Li gor gotina “Ebû Elderda” her du alî li hev kiribûn ku koçberan bi kome kom, her komek ji 20 – 25 kesî pêk tê û bi demên diyarkirî wan di bajarokên li ser sînor (Qerqamîş – Entakya – Kilis) derasî Sûriyê bikin. “Ebû Hefs Elmesrî” anî zimên ku carekê ji hêla “Ebû Hefs Elmesrî” hate erkdarkirin ji bo ku here Tirkiyê û parzgerekî bigire û koçberên ku tên Sûriyê lê li cem polîsên tirk girtîne wa berde û ji berpirsyarên ewlehiyê yên tirk bêje ku sedema hatina van koçberan ji bo ku herin Sûriyê û tevlî rêxistina DAIŞ`ê bibin.

-Piraniya kesên biyanî di kampên (Roj û Hol) de yên li herêma Cizîrê ne ji zarok , jin, zilam û piraniya çekdar û serkêşên Rêxistinê yên ku Navekda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) hevpeyvîn bi wan re çêkirin, tekez kirin ku ew di demên cuda de berî û piştî damezrandina “dewleta Elxîlafa” ji ser mizgefta Elnûrî li Mûsilê di dîroka 4.7.2014`an de, bi hêsanî derbasî sînorê Tirkî-Sûriyê bûn , bêyî ku artêş û çavdêrên sînorên Tirk rêya wan bigirin, her wiha di rêya herêmên ku di bin destê dewleta Tirkiyê de ne li bakurê rojavayê Sûriyê weke Cerablûs, Elra’î, Ezaz, Girê Spî û Idlibê ku ji balafirgeha Stenbolê dest pê kirin, her wiha tekez kirin ku sedema bingehîn a dijminatiya wan ji Rêveberiya Xweser û welatiyên wê re, ew e ku dîmokratî û hevpeyman bi Rojhilatiyan re çêkirine.

3.Êmîlî Cobîgnag konig (Emile Koenig) ya bi navê (Umtewab) ferensî ye, di 1984’an de ji dayîk bûye, di dema ku me hevdîtina pê re tekez kir ku wê sînor ji Tirkiyê ta Sûriyê ( ji Dîkokl ta Kilis û ji wir ta Ezazê di rêya qapiyê Bab Elselame re derbas kir) bêyî ku tu kes ji çavdêrên sînorê Tirkiyê li hember wê bisekine û bi hêsanî derbas bû , her wiha sistayî bi her kesên koçber yên cîhadî re ku dixwestin biçin Sûriyê dikirin.

Êmîlî konig, nas navê wê (Umtewab ) ferensî ye di sala 1984`an de ji dayik bûye , roleke mezin û bingehîn di bangeşe û tevlîkirinê ji DAIŞ`ê re di rêya enternêt û malperên têkiliyên civakî re ji bo rêxistina lîstiye. Amûrên raghandinê wê wekî çeteya ferensî ya herî metirsîdar dest nîşan dikin

4.Kesê bi navê “Ş. M. E” bi nasnameya Efganî, endamê berê yê rêxistina Elqaîda li Efganistanê û piştî rêxistina DAIŞ`ê di sala 2014`an hate ragihandin, tevlî Rêxistinê bû. (ji ber sedemên ewlehiyê navê wî yê resen nehat diyarkirin), anî zimên ku ew û bavê xwe di sînorên Tirkî û Îranê de derbasî Tirkiyê bûn, ew jî bi ahengiya bi endamê Rêxistinê “Ebû Hamid Elberqawî” û “Qesam” ê bi nasnav “Elzîn” û bi başeke gihan bajarê Stenbolê ku endamekî ewlehiyê yê Rêxistinê li bende wan bû û ew li Stenbolê birin mêvangehekê teyabet, piştî hefteyekê ew birin bajarê Entakyayê û ji wir derbasî sînorê Sûriyê bûn ku komeke pasvanên artêşa tirk derbasbûna wan hêsan kirin.

Tişta ku çavgirtina rayedarên tirk li ser vê yekê diçespîne, ew rewşên ku di 20. 05. 2017`an de hatine belgekirin ku 356`ên birîndar û kuştiyên sivil hatin diyarkirin ku pasvanên sînor ên tirk pêk anîn, ew jî li gor pêngava ku Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê KMM di 03. 01. 2017`an de, bi armanca binpêkirinên mafê mirovan li ser tevahî sînorê bakurê Sûriyê (Herêma Cizîr, Ferat û Efrînê) ya ku dewleta Tirkiyê ve. (Raporeke li ser pêngava binpêkirinên dewleta Tirkiyê ji mafên mirovan û xakên li ser sînor li Bakurê Sûriyê. Navnîşana fermî ya Rêxistina Mafêm Mirovan a Kantona Cizîrê KMM. Di 20. 50 . 2017`an hate belavkirin. Navnîşan: dikirin belge bike, ew jî dema ku welatî diçin û tên gundê xwe yên li ser sînor, an jî dema ku di zeviyên xwe de kar dikirin an rêyên sereke yên nêzî sînor bi kar tanîn ku pasvanên sînor ên tirk ew ji xwe re kiribûn armanc, bêyî ku tu metirsiyê çêkin. Ev jî ji bilî hin sivîlên ku bûn armanc dema ku hewil didan ku sînor derbas bikin û herin Tirkiyê, ew jî ji derfetên kar an jî ji şerê dijwar ê ku li gelek herêmên Sûriyê rû daye, direviyan. Ji xwe Rewangeha Mafê Mirovan SOHR, 421 kes ji wan 75 zarok ên ku bi guleyên tirkan jiyana xwe ji dest da, belge kir. Rewangehê destnîşan kir ku kiryarên gulebaran û kuştinê ji hêla pasvanên sînor ê tirk, bi awayeke rojane çêdibin, ew jî ji bilî reftarên qirêj weke işkence û kêmkirina kesên ku dikevin nav lepên van pasvanên sînor.([http://www.kmmrojava.com/2017/05/20/%D8%AA%D9%82%D8%B1%D9%8A%D8%B1-%D8%AD%D9%88%D9%84-%D8%AD%D9%85%D9%84%D8%A9-%D8%AA%D9%88%D8%AB%D9%8A%D9%82-%D8%A7%D9%86%D8%AA%D9%87%D8%A7%D9%83%D8%A7%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D8%AF%D9%88%D9%84%D8%A9-%D8%A7/.

Rewangeha Sûrî: kuştina kesekî bi guleyên tirkan, qurbaniyên ku sînor derbas dikin gihand 421 kes. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovn SOHR 28. Reşmî. 2019, navnîşan:http://www.syriahr.com/?p=310528. ji hêlekê din ve piraniya niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ên li herêmên nêzî sînor jiyan dikin, tekez dikin ku têkilî di navbera dewleta Tirkiyê û rêxistina DAIŞ`ê de hene. Ji xwe ev tişt li gorî rapirsînên ku Navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk NRLS çêkirine, diyar dibe. Piraniya kesên ku tevlî rapirsînê bûn, tekez kirin ku dewleta Tirkiyê, rêxistina DAIŞ`ê û komên islamî yên çete yên ku navê Artêşa Azad li xwe dikin, gefa sereke ya li ser ewlehî û aramiya herêmê çêdikin. Di rapirsnekê ku Navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk NRLS çêkiriye ya bi serenavê (Rapirsîna li ser “Gefên dewleta Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê”) ya ku di meha çileya sala 2019`an de, 2064 kes ji mê û nêran tevlî bûn, dewleta Tirkiyê û paşê rêxistina DAIŞ`ê dikeve destpêka lîsteya hêzên ku niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan weke gefekê çêdike, ew jî bi rêjeya %94.9 ji herdu hêzan re. Her wiha di rapirsîneke din jî bi serenavê (Rapirsîneke li ser dagerkirina Tirkiyê ya Efrînê) ya ku ji Nîsanê heta Pûşbera sala 2018`an de domand û 3261 mînak ji mê û nêran tevlî bûn, rêjeya %75.4 ji kesên tevlî bûn tekez kirin ku dewleta Tirkiyê û çeteyên wê yên komên Artêşa Azad, tenê metirsiyê li ser ewlehî û aramiya niştecihên herêmê çê dikin. Di rapirsînekê din de jî di meha nîsana sala 2019`an ku 1577 kes ji mê û nêran tevlî bûn a bi sernavê (Rapirsîna li ser rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst), rêjeya %64.7 ên ku tevlî rapirsînê bûn, tekez kirin ku rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst dê çalakî û hêza xwe vegerîne dema ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî dagirkeriyekê ji hêla hêzên Tirkiyê ve hat.

Dewleta Tirkiyê (nêzî 911 km) ji sînorên siyasî bi Dewleta Sûriyê re desteser kiriye, her wiha belavbûneke xurt a ewlehiyê li wir heye ( saloxgerî û leşkerî ) li ser dirêjahiya sînor û bi taybet piştî ku kirîza Sûriyê mezin bû , îcar hêzên Tirkiyê nûjentirîn teknîkên ji bo çavdêriya sînor (erd û asîman) bi kar tîne, li gel çavdêrî û şopandina amûrên têkilyê û malperên têkiliyên civakî , her wiha li gel hejmareke mezin ji leşkerên ku li ser dirêjahiya sînor belav bûne , ev tekez dike ku ne gengaz e tu kesê ku dewleta Tirkiyê nexwaze, dikaribe sînor derbas bikî.

http://www.kmmrojava.com/2017/05/20/%D8%AA%D9%82%D8%B1%D9%8A%D8%B1-%D8%AD%D9%88%D9%84-%D8%AD%D9%85%D9%84%D8%A9-%D8%AA%D9%88%D8%AB%D9%8A%D9%82-%D8%A7%D9%86%D8%AA%D9%87%D8%A7%D9%83%D8%A7%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D8%AF%D9%88%D9%84%D8%A9-%D8%A7/

Rewangeha Sûrî: kuştina kesekî bi guleyên dewleta Tirk, qurbaniyên ku sînor derbas dikin gihişte 421 kesî. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovn SOHR 28. Reşmî. 2019, nannîşan: http://www.syriahr.com/?p=310528

Bi rêya erbe û amûrên pêşketî di 24 saetan de ji hêla raydarên tirk, sînor tên çavdêr kirin. Ev wêne belavbûna leşkerî ya pir a hêzên Tirkiyê ya li sînor diyar dike.

Xêza sor li ser sînorên siyasî yên di navbera dewleta Tirkiyê û dewleta Sûriyê de nîşan dike. Ev wêne astengiya derbaskirina sînorê Tirkiyê-Sûriyê diyar dike.

Tora nûçeyan ya Sky News Erebî, perçeyeke vîdyo belav kir ku tê de têkiliya di navbera endamên Rêxistinê û leşkerên tirk li ser sînor diyar dike ku bi tekbîran oxir ji hev xwestin.

Têkiliya Tirkiyê bi DAIŞ`ê re û çawa Tirkî alîkariya DAIŞ`ê dike. Di 17. 4. 2017`an hate belavkirin. Navnîşan: https://www.youtube.com/watch?v=QlPc0fszmpo

Tiştên veşartî yên têkiliya Tirkiyê bi DAIŞ`ê re (3 ji 3). Di 10. 1. 2018`an hate belavkirin. Navnîşan: https://www.youtube.com/watch?v=poX7ieR8D9A

5.Berpirsyarê şer’î û şirovekerê îdyolojî yê Rêxistinê “İlyas Aydin” bi nasnav “Ebû Ubeyda Eltirkî” got ku ew nehat Sûriyê ji bo parastina gelê wê bike û wan azad bike, lê ji bo dewleta Xîlafetê damezrîne û malbata wî ji piştgirên partiyên AKP’ê ya bi serokatiya Erdogan û MHP’ê ya bi serokatiya Dewlet Bexçelî ne. Eltirkî li ser van bendan tekez kir:

İlyas Aydin: Bi nasnav “Ebû Ubeyda Eltirkî”, mirovekî tirk e di sala 1989’an de li Stenbolê ji dayîk bûye, vexwendar û şirovekarê Selefiya Wehabî bû, rêxistin di rêya bijîşkekî Misrî bi navê Ebdulhekîm Elmisrî ku niştecihê Stenbolê ye nas kir, birîndarên Rêxistinê yên ku di Cerablusê re dihatin li Stenbolê derman dikir, di encama wê û dema tevlî Rêxistinê bû, erka berpirsyarê şer’î û şîrovekarê îdyolojî yê Rêxistinê û endamê çavdêriya rêbazî ji bo darazandina dijberên Rêxistinê ji aliyê îdyolojî ve, civînên wî bi Ebû Mihemed Elednanî kesê duyem di Rêxistinê de yê ku li Babê di sala 2014’an de hat kuştin û bi Ebû Bekir Elbexdadî re hebûn û baweriya wan pê hebû, piraniya kesên bi hizirên wî bandor bûn tevlî Rêxistinê bûn, hevalên wî di Rêxistinê de wî weke ahengsazê fermî di navbera Tirkî û DAIŞ`ê de dibînin.

Tekez kir ku bêhtirî carekê bi saloxgeriyê re civiya û da xuya kirin ku kesê bi navê Ebû Mensûr Elmexribî weke balyozê rêxistina DAIŞ`ê li gel dewleta Tirkiyê bû.

Tekez kir ku wî hizira Selefî ya cîhadî bi şêweyekî eşkerekirî li Stenbolê di navbera salên 2010-2014`an de belav dikir û li ser bingehê hizirên wî gelek tevlî Rêxistinê bûn, berî hatina wî ya li Sûriyê, li Stenbolê nimêja cema’e bi sedên peyrewên xwe re bi navê Rêxistinê û li pêş çavên saloxgerên Tirkiyê kir, gelek caran ji aliyê saloxgerên Tirkiyê ve dihat xwestin û dihat berdan.

Dîmenek ji perçeyeke vîdyo ku malpera haber135.com belav kir ku tê de kombûneke mezin ji endamên DAIŞ`ê (nêzî 1000 terorîst) nimêja cejna remezanê ya sala 2014’an li qadekê Stenbolê bi serbestî dikin, ew jî bi îmamtiya kesê bi navê “Xalis Biyanco” yê bi nasnavê “Ebû Henzela” yê ku di gelek gotarbêjên xwe dikir ku divê beşdariya cîhadê were kirin.

Tekez kir ku di rêya sînorên Cerablusê de bê ku kes ji pasvanên sînorê Tirkiyê rêya wî asteng bike derbasî Sûriyê bû û salxgeriya Tirkiyê rê ji berê ve ji bo dehan çekdarên DAIŞ`ê derbasî Sûriyê bibin sînor amede kiribû . Tevî daxwazên Rojavayî ji bo girtina sînor lê îstixbaratên Tirkiyê guh nedan vê yekê.

Tekez kir ku ew bi malbata xwe re di nav têkiliyan de bû û li gel ragihandina Tirkiyê naskirî bû û Tirkiyê dizanîbû ku ew li Sûriyê, her wiha tekez kir bêhtirî carekê serdana Tirkiyê kir, wek mînak; got ku di dema êrîşa Rêxistinê li ser Şingalê di 3. 8. 2016’an de ew li Tirkiyê bû, piştî ku tekez kiribû ku di Remezana sala 2014’an de, ango di pûşbera 6. 2014’an de tevlî Rêxistinê bibû.

Tekez kir ku dewleta Tirkiyê Rêxistina DAIŞ weke fişarekê li ser Emerîkayê bi kar tanî.

Tekez kir ku êrîşa li ser Kobanê lîstikeke saloxgeriyê bû li dijî Rêveberiya Xweser a Demukratîk ya ku rêjîma Erdogan li dijî wê ye.

Dibe hin şaxên Rêxistinê li Başûrê Tirkiyê (herêmên Kurdan ên ku pêngavên leşkerî li dijî hêzên demokratîk ên Kurd lê diqewimin) û cihên din li cîhanê derkevin.

Tekez kir ku kesê bi navê Muhemed Elfurqan yê ku li Reqayê bi bombebaraneke ezmanî hate kuştin û ji Elbexdadî girîngtir bû û ew weke bavê rastî yê Rêxistinê bi nav kir, her wiha derdora salekê pê re kar kiribû , jê re tekez kirbû ku têkilî bi rayedarên Tirkiyê re bi rêya du kesên Tirk bi navên “Ebû Bekir Elturkî” û “Ilhamî Balî” pêk hatibû, wê demê ji salxgiriyên Tirkiyê xwestibûn ku bedîlê karmendên balyozxaneyê bi malbatên Rêxistinê yên hatibûn dîlgirtin ji hêla Cebhet Elnusra û komên islamî yên din ên li Helebê.

Tekez kir ku kesê bi navê Ebû Zeyneb Elreqawî li ser teqînên ku kurdên Tirkiyê armanc girtibûn, berpirsiyarê bilindtirîn bû, her wiha wî hêza saloxgeriyên Tirkiyê û negengazbûna pêkanîna teqînan li wir ji Ebû Zeyneb re diyar kiribû, lê di vê derbarê de ji xwe bawer û bi viyan bû, her wiha wî ew şîret lê kiribû ku ziyanan li têkiliyên bi Tirkiyê re neke û rêya bazirganî û locistîk di rêya Tirkiyê re ji rêxistinê re tên qut neke. Her wiha tekez kir ku Ebû Zeyneb Elreqawî jê re got ku kurd dixwazin dewleteke kurdî li Tirkiyê ava bikin, ji xwe ev ya ku dê nehêle pêk were. Ebû Ubeyda tekez kir ku Ebû Zeyneb Elreqawî tu agahî li ser kurdên Tirkiyê nizane, ji ber vê yekê şîret lê kir ku HDP armanc negire, ji ber ku bingeheke gelêrî berfireh ku dighêje bêhtirî 10 milyonan, pê ve girêdayî ne, jixwe tevî alîkariya serweriya Tirkiyê ji “Hizbullahê Tirkî” re nikarîbû tevgera kurdî biçewisîne, îcar piştî ku Ebû Ubeyda dît ku ew teqîn dê xizmeta dewleta Tirkiyê bike, Ebû Zeyneb Elreqawî ji serokatiya Rêxistinê xwest ku wî bi rawêjkarekî şer’î din biguherînin.

Tekez kir ku teqînên li nav komek partiya HDP`ê armanc girtibûn , haydariya saloxgeriyên Tirkiyê jê hebû, ji ber ku berî teqînê nasnameyên kesên ku kiryara teqînê pêk anîbûn hatin kontrol kirin, lê saloxgeriyên Tirkiyê ji bo pêkhatina teqînê tu agahdarî nedabû HDP`ê. Wî dît ku têkiliyên di navbera Rêxistin û saloxgeriyên Tirkiyê de ne yekser bûn, lê di rêyên taybet û kesayetên destnîşankirî de bûn.

Wêneyên perçeyên vîdyo ku xuya dike despêka teqîna terorîst a ku li dij çalakiya HDP`ê li Amedê di sala 2015`an de pêk hatibû ([ HDP Diyarbakır mitingi patlama Anı, Tam Takır, di 5. 6. 2015`an de hatibû belavkirin. Navnîşan:https://www.youtube.com/watch?v=j7HLLEKYANo

https://www.youtube.com/watch?v=LjZ9Twi_8Sg]). Di di dîmêmenê de xwiya ye ku nedamên polîsê Tirkiyê li wir tune ne ku di van rewşan de erkên xwe bikin.

Tekez kir ku serokatiya Rêxistinê rê li ber dîlkirina Êzdiyan vekir, tevî wî ev rişt nepejirand , ji ber ku ev li gor baweriya wî ji zagona dîlkirinê ya şerîetê ye. Her wiha tekez kir ku tu jinên ji baweriyên din ji bilî jinên kurd yên Êzdî nehatin dîlkirin, hem tekez kir ku serokatiya Rêxistinê ew agahdar kir ku berjewendiya Rêxistinê ji vê dîlkirinê heye ( her wekî tê zanîn ku Êzdî rastî bêtirî 70`ê kiryarên qirkirinên nijadî hatin ku em dikarin wan weke kiryarên komkujiyê bi nav bikin, piraniya wan li ser destê desthilatdariyên Osmanî pêk hatine)

Wêneyeke diyar dike ku çawa bi hezarên Êzdiyên jin direvin çiyayê Şengalê, ew jî ji tirsa ku dîl têkevin nav destê rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst.Wêneyeke ji perçeyeke vîdyo ye, diyar dike ku çawa endamên DAIŞ`a terorîst Sebaya (dîklkirinên jin) dikirin û difroşin.( [ https://www.youtube.com/watch?v=LjZ9Twi_8Sg])

5.Berpirsê Ewlekariya Derve ya DAIŞ`ê “Savaş Yildiz” bi nasnav “Ebû Cîhad Eltirkî”

Savaş Yildiz: Bi nasnav Ebû Cîhad Eltirkî, regeznameya wî Tirkî ye di sala 1983’an de ji dayîk bûye, berpirsê beşê ewlekariyê di şaxê DAIŞ`ê yê li Tirkiyê ye, bi fermanên emîr Ebû Mis’eb dixebitî, ew jî emîrê ewlekariyê yê taybet bi serbazên Tirk ên di nava rêxistina DAIŞ`ê de ye, ew kesekî çepgir e (Partiya Eniya Rizgariya Gelê Tirkiyê) lê belê ew bi bangeşeyên ku di torên medyayê yên Tirkiyê de yên ku bê sînor dihatin weşandin, bandor bû. Her wiha ew bi xizmên hevjîna xwe yên li Izmîrê jî bandor bû yên ku her bi armanca cîhadê bi Cebhet elNusra re li gor axaftina wî bê lêpirsîna dewleta Tirk û bi rehetî berê xwe didan Sûriyayê, Her wiha tekez dike ku gelek pirtûkên ku banga cîhadê û tundrewtiyê dikin li pirtûkxaneyên giştî yên Tirkiyê de belav bûn, ew tevlî gelek civînan li bajarê Mêrsîn û Edeneyê de ku weke hemû bajarên Kurdî rastî çavdêriyeke saloxgêriyê tê, bû; da ku tê de ramanên radîkal guftûgo bikin bê ku tu astengî ji aliyê polîsên Tirk ve pêk were, li gorî Yekîneyê Antîteror ên QSD’ê ew wiha tê naskirin, kesekî metirsîdar û radîkal e, berpirsê ewlekariya derve ya DAIŞ`ê û xwekuje (Inximasî) û hevrêzkerê bi saloxgêrên Tirk re ye.

tekez kir ku ew beşdarî teqînên ku kombûnên HDP’ê yên li Edene û Mêrsînê di sala 2015’an de armanc girtin, bû – tevî ku Erdogan bi dehan endamên HDP`ê xistine zindanan de, di axaftineke xwe de li pêşberî alîgirên xwe banga qewirandina vê partiyê ji derveyî sînorên dewletê kir[ Erdogan Kurdan diqewirîne. Di 3\3\2019’an de hatiye weşandin. Osmanlî. Linka wê:].https://www.youtube.com/watch?v=U2kgiY9MmQ0

Tekez kir ku êrîşa li ser Kobanê li gorî komployeke bi armanca kuştina Kurdan û tunekirina mucahidên biyanî bû, guman dike ku ew bi fermana Erdogan bû. Her wiha tekez kir ku hêza êrîşî Kobanê kir têrê dikir ku Şamê desteser bike û dê vê Rêxistinê gelek destkeftî bi dest bixistana.

Tekez kir ku piraniya endamên vê Rêxistinê bi taybet ên nasnameya wan Tirk e di rêya herêmên ku di bin kontrola artêşa û saloxgeriya Tirk de ne derbas dibin, di Dîlokê re derbasî Kilis û Elbilî dibin, ji wir derbasî Cerablus û Ra’î di rêya qaçaxkerekî Tirk re dibin, li wê derê leşkegeheke diyar a ji bo pêşwazîkirina endamên vê rêxistinê yên nû li bajarê Ra’î hebû. Her wiha tekez kir ku derbasbûna di sînor de bi hejmarên balkêş û bi meşa li ser lingan bi qasî 400 m li herêmeke xuya ku çûnûhatin lê hemû, pêk dihat.

Tekez kir ku wî malbata xwe piştî ragihandina xilafetê di deriyê Girê Spî de derbas kir, her wiha tekez kir ku ew bi malbata xwe re li Tirkiyê têkildar bû û dewleta Tirk bi pêkanînên wî dizanîbû.

Xêza zer hin rêyên ku çekdarên biyanî û malbatên wan dibijartin ji bo ji tirkiyê derbasî sûriyê bibin, nîşan dike.

Tekez kir ku wî bêhtirî carekê serdana malbata xwe li Tirkiyê di rêya sînor de bê ku kesek ji pasvanên sînor rastî wî werin kiriye, dema her serdanekê nêzî 15 rojan bû. Her wiha tekez kir ku endamên DAIŞ`ê bi awayekî asayî serdana malbata xwe bi rêdanên ku dema wan 15 roj in di rêya sînor de û bê şopandineke ewlekarî dikirin, wan sînor derbas dikir bê ku pazvanên sînor wan rawestînin, da ku gelekan ji wan serdana Stenbolê dikirin.

Nimûneyeke ji rêdanên serdanan. Ev ji aliyê endamekî DAIŞ’ê ve ku navê wî Ebû Elqe’iqa’i Eltirkî ye, ji berpisrê koçberan li Wilayeta Elberekê ji bo çûyîna Tirkiyê re, hatiye pêşkêşkirin. Ev belge ji arşîfa Yekîneyên Antîteror YAT ên girêdayî QSD’ê ne.

Tekez kir ku piraniya çekên ku DAIŞ`ê ji depoyên çekan ên artêşa Sûriyê ên ku dest danîne ser, bi kêr nedihatin, lê belê ew bi pereyên petrolê dihatin kirîn.

Da diyarkirin ku Ebû Ibêda Eltirkî hevrêzkarê di navbera Tirkiyê û DAIŞ`ê de ye.

Tekez kir ku teqînên li Surûc, Enqere û Amedê berjewendiyên Erdogan û gelek dewletên navneteweyî pêk anîn, vê Rendamên xwe di nava Tirkiyê de dabeş kir, mîna koma Çewlik a tê guman ku wê teqîna Amedê pêk aniye, koma Semsûr ya tê guman ku li dijî rikberên Erdogan teqîn pêk anîne, her wiha koma Antep, koma Stenbolê û hwd.

Tekez kir ku wî perwedeya li ser çekan, teqîn û tiştên şerî’etê li ser destê Ebû Beraa (xalê hevjîna wî), Ebû mu’în, Ebû Telha û kesekî nepenî ku nasna vê wî “Efe” ye dîtiye, hemû jî hemwelatiyên Tirk in û bi awayekî asayî diçûn Tirkiyê, wan hemû partiyên Tirkiyê yên zanistperest wek kafir didîtin (Lê belê wan tenê HDP’ê armac girt).

Tekez kir ku vegera karmendên balyozxaneya Mûsilê yên ku DAIŞ`ê piştî dest danî ser Mûsilê ew bin çav kirin, bi hevpeymaneke bi DAIŞ`ê re pêk hat.

Kêliya teqandina çalakiya çalakgerên çepgir (Rikberên rêjîma Erdogan) li bajarokê Pirsûs ya girêdayî wilayeta Ruhayê di 20’ê pûşbera 2015’an de ku tê de bêhtirî 25 kesan jiyana xwe ji dest da û bêhtirî sed kesî birîndar bûn, çalakî jî ji banga li cîhanê bû ku Kobanê ji nû ve ava bikin piştî ji destê DAIŞ`ê hat rizgarkirin, desthilatên Tirk beriya ku lêpirsînê vekin, DAIŞ bi pêkanîna wê tawanbar kir.

6.Serkêşekî rêxistina DAIŞ`ê “Yasîn Akûmî” bi nasnav “Ebû Elbetar Elcebelî”

Yasîn Akumî: Bi nasnav “Ebû Elbetar Elcebelî”, regeznameya wî Mexribî ye, di sala 1989’an de ji dayik bûye, emîrê tabûra Seyfullah Elmeslûl bû ku di nava xwe de 90-100 endamên ji nasnameyên cuda dihewandin, di dawiya meha pûşbera sala 2013’an de tevlî rêxistina DAIŞ`ê bû, beşdarî komkujiya duyem a ku gelê Kobanê armac girt a di sala 2015’an de, ew jî bi rêberiya emîrê pêngava Kobanê “Ebû Elbetar Elmisrî” û bi alîkariya du emîrên din ên Çeçen û Bosinî yên di navnenda fermandariyê li bajarê Reqayê pêk hat, ji aliyê YPG’ê ve piştî ku piraniya koma wî hatin kuştin, hat girtin. Li gorî Yekîneyên Antîteror wiha tê naskirin, kesekî tirsnak û radîkal e, emîrekî leşkerî û xwekuje (Inximasî).

Tekez kir ku ew ji balafirgeha Dar Elbeydaa weke gerokekî asa çû balafirgeha Stenbolê û tu lêpisrîn an jî pêkanîneke ewlekarî di balafirgehê, li otêlê yan jî di dema çûyîna balafirgehê de jê re nehat kirin. Her wiha gava sînor di çiyayê Turkiman de derbas kir, tu astengî ji pasvanên sînor nedît û bi rêya qaçaxkarekî Tirk çû Lazqiyê, guman dike ku ew Tirk bû, ji ber ku zimanê wî yê Erebî lewaz bû.

Tekez kir ku armanca kiryara ji nû ve destererkirina bajarê Kobanê di dema ku êrîşî wê kirin (Di meha pûşbera sala 2015’an de) desteserkirina deriyê sînor ê di navbera Kobanê û dewleta Tirkiyê de bû. Her wiha tekez kir ku emîrê pêngavê Ebû Hefse Elmisrî ye, li gorî pilana ku hatiye amadekirin, ew aram kirin ku gava ew deriyê sînor desteser, bikin dewleta Tirk nêzî nabe.

Tekez kir ku birîndarên rêxistina DAIŞ`ê di nexweşxaneyên Tirkiyê de hatin dermankirin, ew jî bi agahdariya dewleta Tirk bû, ji ber ku piraniya wan birîndarên şer bûn.

Daxuyaniyek ji bo emîrê dîwana tenduristiyê Ebû Qutada El-Meqdesî piştî ku dermankirina xwe li ser destê bijîşkên Tirk bi dawî kir. (Ev belge ji arşîfa Yekîneyên Antîteror YAT ên girêdayî QSD’ê ne).

Sînorê Sûrî – Tirkiyê, çekdarên DAIŞ`ê derketine li ser girekî li bajarê Kobanê ya Sûrî û di destpêka wêneyê de leşkerên dewleta Tirk hene.

7.Aleksander Kutî bi nasnav “Ebû Salih” endamê şaneya Bitliz a trorîst ku cîhadiyê bi navê Jon (Mihemed Emwazî) fermandariya wê dikir

Aleksander Kutî, bi nasnav Ebû Salih, regeznameya wî Birîtanî ye, 35 salî ye , endamê şaneya “Bitliz” a terorîst a girêdayî rêxistina DAIŞ`ê bû ku Mihemed Emwazî bi nasnav”Jon” ku di 2015’an de li Sûriyê hat kuştin, serokatiya wê dikir. Ev şane bi kuştina hovane ya barimteyên Mexribî bi navûdeng bû, di dezgeha ewlekariya giştî ya girêdayî DAIŞ`ê di tugaya Elsedîq de dixebitî, her wiha wek segvan, rojnameger û wergêrekî DAIŞ`ê jî dixebitî, rêdariyên xwe di kesê duyem di rêxistina DAIŞ`ê de Ebû Mihemed Elednanî û Ebû Ebdo Elidlibî digirtin, di derdora sala 2012’an de bêyî ku tu astengiyê ji hêla pasvanên sînor ên Tirk bibîne, derbasî Sûriyê bû û piştî ragihandina Xilafetê di 2014’an de tevlî nava DAIŞ`ê bû.

-Tekez kir ku dema ew di nava komên Islamî yên çekdar ên beriya DAIŞ`ê de bû û li dijî rêjîma Sûriyê li herêma Idlibê şer dikirin, dema ku xwe vedikişandin derbasî sînorê Tirkiyê dibûn û li kampên taybet bi cih dibûn û ji wir careke din êrîşî rêjîma Sûriyê dikir, her wiha tekez kir ku: Ew bi qaçaxî derbasî xaka Tirkiyê bû û berê xwe da Edeneyê û ji wir berê xwe da Entakiya (wilayeta Hatay) û piştre di deriyê sînor ê Babelhewa de bêyî ku di deriyê sînor de tu astengyê ji hêla leşkerên Tirk bibîne, derbasî xaka Sûriyê bû, her wiha tekez kir ku dewleta Tirk sînorên xwe ji bo çekdarên biyanî derbasî Sûriyê bibin, vekiribû.

-Bi armanca destewerdana Pakistanê ji Afganistanê dubare bike, Tirkiyê destwerdan di Sûriyê de kir. Her wiha têkiliya di navbera rêxistina DAIŞ`ê û dewleta Tirk de têkiliya berjewendiyên hevpar in û tu dijminatî di navbera wan de tune ye.

-Dagirkeriya dewleta Tirk ji Izaz, Bab û Cerablusê re ne ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê bû, lê belê ji bo ku herêmê Xweseriya Demokratîk bi herêma Efrînê re neyên girêdan.

-Dewleta Tirk ji êrîşên DAIŞ`ê yên li ser herêmên Kurdan razî bû, her wiha tekez kir ku dewleta Tirk dixwaze ku DAIŞ`ê li ser sînorên wê yên başûr be, baştir e ku Kurd bin û tekez kir ku Tirkiye berê xwe ji şerê li dijî DAIŞ`ê guhartiye.

-Radestkirina karmendên balyozxaneya Tirkiyê li Mûsilê li gor hevpeymanên bi dewleta Tirk re pêk hatiye.

-Tekez kir ku êrîşa li ser Kobanê ji ber ku pêngava Volkana Firatê ya ku ji hêzên leşkerî yên Kurd, Ereb û Tirkmenan pêk dihat ku armanca wê rizgarkirina herêmê dagirkirî û taybet Girê Spî ji destê DAIŞ`ê bû, hate ragihandin (Tê zanîn ku tenê dewleta Tirk li dij vê pêngavê bû)

8.Ebdulezîz Mensî Elinzî bi nasnav “Ebû Umer Elmuhacir” ku ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê tevlî tu şerî nebûye (bi gurçikeke tenê ye, dema ku ew li Siudiyê bû, dabû kurê birayê xwe)

Ebdulezîz Mensî Elinzî: Bi nasnav Ebû Umer Elmuhacir, mijada regeznameya wî Siûdî ye, ew 33 salî ye, di dîwana koçberiyê li Girê spî, dîwana xenîmeyan û weke rêveberiyek di tabûra Mutaz Elqureyşî ya dijbalafiran de dixebitî. Li Girê Spî û Cerablusê koçberên ku ji Tirkiyê dihatin nava DAIŞ`ê li gor fermanên emîrê desteya koçberiyê Ebû Usama Elmedenî ew dibirin cihên diyarkirî.

Tekez kir ku ew bi rêya Girê Spî bê ku tu astengiyan ji aliyê dewleta Tirk bibîne, derbasî Sûriyê bû, heman tişt bû gava ku gihişt balafirgeha Stenbolê, piştî ku gihişt balafirgeha Ruhayê ji aliyê hevrêzkarê koçberan Ebû Beraa Elşemalî ve hat pêşwazîkirin û bi pasporta xwe ya Siûdî di rêya deriyê sînor re derbasî bajarê Girê Spî bû. Di wê demê de desthilatên Tirk dihiştin ku derbas bibin lê nedihişt ku vegerin, di nişîngehên naskirî û berçav diciviyan.

Tekez kir ku gelek koçber di rêya deriyên sînor ên Girê Spî û Cerablusê re derbas dibûn, her wiha bi qaçaxî jî derbas dibûn, tekez dikir ku ev hemû bi agahiya saloxgêrên Tirk ku çavên xwe ji ber wan girtibûn, pêk dihat.

Diyar kir ku têkiliyeke berdewam di navbera DAIŞ`ê û dewleta Tirk de heye.

Tekez kir ku êrîşa li ser Kobanê lîstokeke saloxgêrî bû, armanca wê Kurd bûn, her wiha pêngaveke pilankirî hebû ku Kurdan weke kafir bidin diyarkirin û sorkirinê li dijî wan bikin.

Neteqandina gora Silêman Şah tevî ku gelek gorên sehabiyan û ewliya’an teqndin jî, bû sedema nakokiyan di navbera endamên DAIŞ`ê de, her wiha neteqandina hê mijareke ne zelal e û texmîn kir ku hevrêzî di navbera DAIŞ`ê û dewleta Tirk de hebû.

Israr kir ku rola Tirkiyê di man û belavbûna DAIŞ`ê de heye, her wiha dewleta Tirk gelek alîkarî û piştgirî da Cebhet Elunsra û tekez kir ku “Colanî” û gelek endamên wî di nexweşxaneyên Tirkiyê de hatin dermankirin.,

Yek ji sedan rêdanên (Visa) ku hêzên QSD’ê di pêngavan de bi dest xistine, dema ku herêmên ku ji destê DAIŞ`ê rizgar kirine, dişopandin, ev rêdan desthilatên Tirk dane çekdarên biyanî beriya ku derbasî Sûriyê bibin û tevlî xilafetê bibin û çûnûhatina wan hêsan bibe. 

Yek ji bi sedan paspotên (Îranî, Rûsî, Lîbî, Kiwêtî, Çînî, Endonîsî, Kazaxistanî û …) ku hêzên QSD’ê di dema pêngavên di herêmên ji destê DAIŞ’ê rizgarkirî de girtine. Tê de mohra Stenbolê weke rawestgeha dawî tê diyarkirin û ji wir berê xwe dane Sûriyê û tevlî DAIŞ’ê bûn.

9.Mihemed Ebdulqadir bi nasnav “Ebû Mihemed Eltûnisî” ku di nava refên DAIŞ`ê de weke ajokarê ambulansê dixebitî, gava ku Girê Spî bin destê DAIŞ`ê de bû, gelek caran ew dihat û birîndar derbasî nexweşxaneyên Tirkiyê dikirin.

Mihemed Ebdulqadir: Bi nasnav Ebû Mihemed Eltûnisî û piştre nasnavê wî bû Ebû Mihemed Elalmanî, regeznameya wî Tunis e li Almaniyayê niştecih bû, di sala 1983’an de ji dayîk bûye, erebeyên almbulasê, derman û lojistîkê di bin siya komeleyeke mirovî ya bi navê “Helfin Not” ku wateya navê wê “Alîkariya awarte” ye ji DAIŞ`ê re tanîn, tekez kir ku şaxên wê li Borma, Bengiladiş, Sûrî û hwd hene, navneda wê li Hanover-Hildis Hayim e, rêveberiya wê kesekî Tirk ê bi navê “Bekir Abe” ye, di çûyîna wî ya dawî de beriya ku ji Almaniyayê biçe nava dewleta xilafetê, navberçî kesekî Tirk bû ku li Stenbolê bû jê re tê gotin “Or” Tirkekî li Almaniyayê niştecih e, pê re kesekî Almanî jê re tê gotin “Domînîk” û nasnavê wî Ebû Qe’iqa ye hat, berê xwe dan bajarê Tebqayê û ji wir yekser tevlî DAIŞ`ê bûn (Piştî ku koma lêgerînê li navnîşana vê komeleyê di malperên Internetê de geriyan tiştek nedîtin, tevî ku ji xwe bawer bû û navnîşana wê jiber kiribû, belê maplera wê nehat dîtin). Di nava refên DAIŞ`ê de weke ajokarê ambulansê dixebitî, gelek caran ew dihat Girê Spî gava ku di bin destê DAIŞ`ê de bû û birîndar derbasî nexweşxaneyên Tirkiyê dikirin.

Tekez kir ku kesê bi navê “Bekir Abê” ye rêveberiya komeleya mirovî ya bi navê “Helfin Not” dike. Her wiha tekez kir ku şaxê wê li Borma, Bengiladiş, Sûrî û hwd hene, navenda wê li Hanover-Hildis Hayim e, têkiliyên wê bi aliyên Tirk ên ferweriyê re hebûn û karên wê bi hêsanî dihat rêveberin. Her wiha tekez kir ku têkiliyên xurt di navbera kesê bi navê “Bekir” û cendermeyên Tirk de heye û tu astengî ji bo derbaskirina erbeyên barkirî yên ji aliyê “Bekir Abê” ve dihatin, dernedixistin û eşkere û bi erêkirina desthilata sînor ê Babelhewa de derbasî Sûriyê dibûn, wan alîkariyên bijîşkî û mirovî ji endamên DAIŞ`ê û milîsên dijberiya Sûriyê re dibirin.

Tekez kir ku birîndariyên metirsîdar ên di nava refên DAIŞ`ê de di riya deriyê sînor ê Girê Spî de derbasî Tirkiyê dibûn, her wiha tekez kir ku ji ber nasnameyên birîndaran xwe bêdeng dikirn, lê belê wî navê birîndarekî da diyarkirin ku guhdaneke mezin dît, ew jî Ebû Ibêda EL-Tûnisî ye.

Tekez kir ku bazara Rehînan bi hevpeymaneke di navbera dewleta Tirk û rêxistina DAIŞ`ê de pêk hatiye, bi kesekî ku di encama vê bazarê de rizgar bibû jê re digotin “Ebû Xalid” û piştre li Felûcayê hat kuştin, ev hevpeyman bi rêya kesê bi navê Ebû Ibêda Eltirkî pêk hat.

Tekez kir ku beriya êrîşa li ser Kobanê dezgeha ewlekariya giştî ya DAIŞ`ê bi rêya belavok û axaftinên olî û di mizgeftan de diyar kirin ku Kurd bi Emerîkayê re hevbendî pêk anîne û dê li dijî rêxistina Dewleta Xilafetê şer bikin, tê zanîn ku hevbendî piştî êrîşa li ser Kobanê pêk hat.

Tekez kir ku dewleta Tirk dikarîbû deriyê sînor li pêşiya kesên ku tevlî DAIŞ`ê dibû bigire, lê belê ev nekir, mînak sînorê Cerablusê bi temamê vekiribû (li gor gotina wî).

Tekez kir ku ne ji dewleta Tirk û hinek dewletên din ên piştgirî didan, nedikarî ewqasî bimîne û berfireh bibe û ev kiryayên ku pêk anîn ne dikirin, dewleta Tirk dizanî ku piraniya biyaniyên ku derbasî Sûriyê dibûn ji bo tevlîbûna nava refên DAIŞ`ê bû.

10.Mihemed Salih Elşemerî (Mohammed Salih Alshemmri) yê ku bi nasnav “Ebû Sufiyan Elşemerî” tê nasîn, endeamekî elwehiya derveyî ya girêdayê Rêxstinê ye û li ser ajotina firokeyên birêvebirî hatiye perweredekirin.

Mihemed Salih Elşemerî (Mohammed Salih Alshemmri): bi nasnava “Ebû Sufiyan el-Şemerî” tê nasîn, bi nasnameya xwe Siûdî ye, temenê wî 22 sal in. Di warê birêvebirina frokeyên birêvebirî û di bin serpereştiya emîrê Desteya Cengê ” Ebû Usama el-Iraqî” û “Ebû Dawûd el-Iraqî” de xebitiye. Her wiha li Beyt el-Mal (navenda dareyî) û Dîwana Koçberiyê xebitiye û endamekî ewlehiya derveyî ya girêdayî rêxistinê ye. Bê astengî derbasî Sûriyeyê bû, bê ku pasvanên sînor ên tirk wî rawestînin û li pêşiya çavên wan; di rêya Dergeha Izazê re ta bajarokê el-Raî û ji wir çû Helebê.

Tekez kir ku Tirkiyê di şerê bi QSD’ê re, barê Rêxstinê sivik dikir, tevî ku têkliyên di navbera wan de nexweş bûn jî, nemaze piştî şerê ku di navbera wan de li Bab, Raî û Izazê rû da.

Tekez kir ku wî pêşwaziya gelek koçberên ku ji Tirkiyê dihatin kiriye û ew birine cihine taybet.

Tekez kir ku rêkeftineke di navbera Rêxistin û Tirkiyê de heye; ji bo dermankirina birîndarên Rêxistinê li nexweşxaneyên Tirkiyê.

11.Zarokê bi navê “Hemza Bin Luqman Hekîm Umer, 14 salî ye. Weke bijîşkekî di Rêxistinê de kar dikir, Ffxanî ye. Navê dayîka wî Zahîda Mukel e. Perwerdeya olî li ser destê Ebû Mihemed Elbirîtanî (bakistanî ye) dîtiye.

Tekez kir ku ji Tirkiyê, ew û malbata xwe di rêya Cerabilsê re derbasî Sûriyê bûne. Malbata wî ji Bakistanê çû Îranê û ji wir berê xwe da firokxaneya Stenbolê û ji wir ber bi Dîlokê ve ku li wir pêşwazîxaneyek li benda wan bû. Her wiha çûnûhatin bi niştecînameyeke tirkî bû, ew jî bi qaçaxçiyê derbas kirinre. Di 2014`an de ber bi Cerabilsê ve sînor derbas kirin, dema ku di bin destê Rêxistinê de bû; bêyî ku pasvanên sînor û hêzên Cendirme, wan rawestînin.

Tekez kir ku dewleta tirk ji leşkergehên Rêxistinê li Cerabilosê agahdar bû, lê belê ne destwerdan kir û ne jî ew bombebaran kirin.

12.(H.M.S) jina emîrekî rêxistina DAIŞê` (S.M) ye- li ser daxwaza ku wêne û navê wê yê rasteqîn neyê weşandin bi rijd bû -( hevjînê wê ji nişteciyên Helebê bû û çûn û hatina wî li Tirkiyê hebû). Tekez kir ku Tirkiye jêdera peredan û biçekkirina DAIŞ`ê bû.

13.“Sediya Nasir Xekef” keçeke ku hatibû dîlkirin, tekez kir ku zilamê ew kirî yê bi navê “Ebû Mihcen” piştî ku di şerekî de li Baxozê birîndar bû, ji bo were dermankirin çû Tirkiyê, êdî ew jî firotin kesekî bi navê “Ebû Sabit”

Yek ji keçên ku hatibûn dîllirin ku navê wê “Nadiya Berekat Qasim” e û ya ku çekdarekî DAIŞ`ê yê bi navê “Ebû Ibrahîm Elcezrawî” li devereke nêzîkî firokxaneya Dêrazorê ew kirîbû. Nadiya tekez kir ku mala wî weke bêhinvedana çekdaran bû di dema diçûn şer an jî hin erkên ewlehiyên ên taybet û vedigeriyan, mal ji 12 odeyan pêk dihat. Ji ber ku ew navmalî bû piraniya gotinên wan guhdar dikir. Her wiha gelek malbatên rêxistina DAIŞ`ê û bi taybet ên tirk, bawer dikir ku dê serokê Tirkiyê û tirk werin da ku alîkariya wan bikin, Her wiha dê nehêlin ku firokeyên Hevpeymanê, bombebarankirina wan berdewam bikin. Her wiha tekez kir ku wê dengê hin çekdarên DAIŞê dikir, dema ku behsa alîkariyên xwarin û leşkerî yên ji hêla Tirkiyê ve dihatin, dikirin. Çûn û hatina wan bi seyareyên wan ên bi çek, cebilxane û xwarinê barkirî, ber bi mala kesê bi navê “Ebû Ibrahîm” ve hebû.

Nadiya Berkat Qasim, keçeke êzdî ye. Piştî kuştina hemû malbata wê, ji hêla rêxistina DAIŞ`ê ve hate dîlkirin. Rêxistinê ew ji her çar zarokên wê dûr xist û ji hin endamên din re yên Rêxistinê hatine firotin. Mêrekî bi navê “Ebû Ibrahîm Elcezrawî” ew kirî. Ecezrawî li bazara Meyadînê dema bombebarankirina firokeyên Hevpeymanê hate kuştin. Nadiya gelek îşkence û biçûkkirin li ser destê wî û destê malbata wî (hevjîna wî ya ku kemereke bombebarankirî li cem hebû û 3 keçên wî) didîtin. Destên wê sê caran şkandin. Baweriya xwe bi mislmantiyê(dida xuyakirin ku wê bawer kiriye, ji bo ku jiyana xwe biparêze) neanî û hîn jî bi ola xwe ya êzdî ve girêdayî ye. Piştî kuştina Ebû Ibrahîm, ji mêrekî din re bi nasnava “Ebû Umer” dihat naskirin li Baxozê hat firotin; piştre dikarîbû ji wir bireve û xwe radestî QSD`ê bike.

Ji bo dîtina wê ji Bexdadî re wiha got:”min careke tenê ew li Dêrazorê (pêgeha Dêrazorê) dît. Ez di wê demê de li malekê bûm li gel hin cêriyan, hate ber derî, li wan nêrî, kenî û çû.

14.Redwan Elmuhemed Eluzirî, Mexrîbî ye tevlî rêxistina DAIŞ`ê bû ye, di hevdîtineke televizyonê de bi Ronahî-tv re , li ser piştgiriya Tirkiyê ji rêxistina DAIŞ`ê re tekez kir û got: Heke ne ji Tirkiyê ba DAIŞ`ê ewqasî bi vê hêzbûnê ber fireh nedibû. Her wiha tekez kir ku rojekê derdora demjimêr 9’ê sibehê nêzî sînorê Girê Sipî derbas bû, têlên sînor qutkirî bûn û derbasbûn pir hêsan bû bêyî ku pasvanên sînorê Tirkiyê wan asteng bikin, piştî ku deverên nêzî dewleta Tirkiyê ji dest DAIŞ`ê derketin, Rêxistin gelek ji hêza wî kêm bû, di heman demê de tekez kir ku dewleta Tirkiyê amadekariya pêşwazîgehan li ser xaka xwe dike, ji bo pêşwaziya koçberên dixwazin tevlî Rêxistinê bibin û wan rêkin Sûriyê. ([ DAIŞ- Tirkî :girtiyeke Daişî: rayedarên tirkiyê derbaskirina me ji Sûriyê re hêsan kir- rapor: Samî Osman. Di 14. 1. 2019`an hatibû weşandin. Navnîşan:https://www.youtube.com/watch?v=_4n3E2544lo])

  • Ji bilî tekeziyên çend endamên DAIŞ`ê yên ku hevdîtin bi wan re hat kirin û anîn zimên ku der barê girtina alîkariyên bijîşkî ji nexweşxaneyên Tirkiyê, çend endamên DAIŞ`ê û serkêşên wê yên ku li cem QSD`ê û Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî ne, nîşana wê yekê kirin ku rêkeftin di navbera DAIŞ`ê û Tirkiyê de heye da ku rajeyên bijîşkî ji birîndarên DAIŞ`ê re pêşkêş bikin. Em ê li jêr çend gotinên çekdarên DAIŞ`ê der barê vê yekê de raber bikin:

1-Di gotina “M.X” de ku nasnavê wî “Ebû Weqad Eltûnisî” ye -navê wî yê rasteqîn û wêneyî wî ji ber sedemên ewlehî nehatin belavkirin- wî tekez kir ku weke nişterkarê alîkar li cem DAIŞ`ê kar dikir, her wiha got ku %90 ji dermanên li cem DAIŞ`ê jêdera wan ji Tirkiyê ye. Endamê bi navê “Ebû Yûsiv Elmisrî” berpirsê embarên dermanan li cem DAIŞ`ê ew derman peyda dikirin. Her wiha got ku berpirsên ewlekariyê yên DAIŞ`ê tekez dikirin ku divê qotiyên dermanê hişbirê yên vala yên piştî nişeteriyê ku çêkirina tirkî ne weke (morfîn, vantîn, vatmêl, kîtmêl, pêrdbofol, kîtalar û hwd), werin radest kirin. Ew jî ji ber heke biketana destên aliyên dijminên DAIŞ`ê dê ji Tirkiyê re ne baş bûya. “Ebû Weqad” navên hin beşgehên ku derman didan DAIŞ`ê tîne zimên weke: Beşgeha Emel ya pêdiviyên bijîşkî, Beşgeha Bekar, Embara Berekeyê ya Dermanan û hwd.

2-Endamê bi navê “L.X.X” -navê wî yê rasteqîn û wêneyî wî ji ber sedemên ewlehî nehatin belavkirin- regeznameya wî tûnisî ye. Di “Nivîsgeha Birîndar û Derbxwariyan” de li bajarê Reqayê ya sûrî kar dikir. Di rêya dergehê Girê Spî re di dawiya sala 2014`an de derbasî Sûriyê bû. Tekez kir ku her kesê dixwest tevlî DAIŞ`ê bibe, Tirkiyê derbasbûna wî li Sûriyê hêsan dikir, her wiha tekez kir ku piraniya çekdarên DAIŞ`ê yên birîndar û derbxwarî ji bo ku xwe derman bikin bi ewlehiyeke taybet derbasî xaka Tirkiyê dibûn.

3-Endamê bi navê “F.Z” -navê wî yê rasteqîn û wêneyî wî ji ber sedemên ewlehî nehatin belavkirin- tekez kir ku yek ji serkêşên DAIŞ`ê yê rêza pêşîn û yê ku navê wî di lîsteyên terorê de yên ku ji hêla Emerîkayê ve hatiye amadekirin, navê wî “Ebû Telha Elemanî” ye, di şerekî de li Sûriyê piştî êrşeke asîmanî derbe xwar, li Tirkiyê bi pêzanîna saloxgerên tirkî dermankirina pêwîst dît, jixwe piştî ku ji derba xwe saxlem bû rê danê da ku veger Sûriyê. “Ebû Yûsiv Eltûnisî” tekez kir ku berpirsê derbxwariyan yê DAIŞ`ê hemahengî li gel desthilatiyên Tirkiyê dikir da ku derbxwariyan ji Girê Spî veguhzîne Tirkiyê.

4-Navên hin nexweşxaneyên ku endamên DAIŞ`ê di bin çavdêriyeke ewlehî de derman dikirin, li gor hin endamên ku li cem aliyên ewlehiyê girtî ne, ev in: Nexweşxaneya Dirana ya Çarem li herêma “Başak”ê ya navdar li Stenbolê, nexweşxaneya “Mêdîkal Park”`ê ya hevsera Erdogan “Emîne”yê, nexweşxaneya “Mêdîkal Enternasyonal”`ê, nexweşxane û navendên bijîşkiyê yên fermî li bajarên Dîlok û Ruhayê.

26.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *