LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şandeya Rêjîma Sûriye ji danustandinên komîteya destûrî vedikşe

Şandeya Rêjîma Sûriye ji danustandinên komîteya destûrî vedikşe

NAVENDA NÛÇEYAN-Şandeya Rêjîma Sûriye ji danustandinên Komîteya destûrî vedikşe û endamên opozisyonê yên komîteya destûrî bi endamên dagikeriya dewleta Tirk bi nav dike.

Şandeya rêjîma Sûriye di komîteya destûrî de xwe ji danustandinên komîteya destûrî vedikşîne û berpirsyartiye ne lihevkirin û serkeftina civînan bi ser şandeya opozisyonê ve bir. Ji aliyê xwe ve şandeya opozisyonê got ku ne ji mafê rêjîma Sûrî ya sûc û tawan der heqê gel de kiriye ew pîvanên niştîmanî diyar bike û şandeya rêjîma Sûriye tewanbar kir ku mijarên ji dervey komîteyê daxwaz kiriye.

Ji aliyê xwe ve Serokê şandeya Rêjîma Sûriye Ehmed elkizberî di civîna bi nûnerê navdewletî re Ger perderson re got ku opozisyon red kiriye ku xalên ku wan radestî kiriye di bi navê Pîvanên niştîmanî nîqaş bike û got ev opozisyon civînên komîteya destûrî asteng dike ji ber ku şandeya wan bi aliyên derve re girêdayî ye.

Her weha serokê şaneya rêjîma Sûriye got ku ew danustandinê bi endamên dagirkeriya Tirkiye re nakin.

28.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً