LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li heremên dagirkeriya dewleta Turk rêzeteqîn pêk tên

Li heremên dagirkeriya dewleta Turk rêzeteqîn pêk tên

NAVENDA NÛÇEYAN- Li herêma Cerablûsê ku li bakûrê Sûrîyê ye bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşa ku li hember sîvîlan hat pêk anîn de yek jê zarok 9 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Cerablûsê li bakûrê Sûrîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşa ku li hember sîvîlan hat lidarxistin de yek jê zarok 9 kes birîndar bûn.

Di rewşa bê ewlehiya heremên di bin serweriya dewleta Turk û çeteyên bi ser ve, bi dehan teqîn li Serêkaniyê, Girêspî, Cerablûs Bab û Efrîn de pêk hatine, di encama van teqînan de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane. Di demekê de ku sivîlên wan hereman gazincan ji serweriya van çetayan dikin di demekê d ku heremên yên herî aram bûn û daxwaz dikin ku ji bajarên wan derkevin.

Li gorî çavkaniyên ji wan hereman hate zanîn ku roja Yekşemê li bajarê Efrînê li taxa Eşrefiyê teqînek di erebeykê de pêk hat, di encam de sivîlek birîndar bû, her weha li gundê Abûdan ê bi ser navçeya Bilbilê ve bombeyek ku hatibû çandin ji aliyê komên çete ve bi zarokekî ve teqiya û zarok hate qetil kirin û 2 kesên din jî birîbadr bûn.

Li bajarê Babê jî teqînek li kêleka nexweşaneya Elfarabî pêk hat û 3 çete birîndar bûn. Her weha Di roja çerşempê de jî li bajarê Eazaê ji ber şer û pevçûnan de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî bîlançoya teqînên li wan hereman pêk hatine di nava mehekê de 16 kes di nav wan de zarok jî hene jiyana xwe ji dest dane.

01.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً