LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Siwêd derheqê girtiyên DAIŞ’î de biryar dide

Siwêd derheqê girtiyên DAIŞ’î de biryar dide

NAVEDNA NÛÇEYAN-Serokwezîr Stefan Lofven anî ziman ku derxistina DAÎŞ’yan ji welatîbûnê wê pirsgirêkê çareser neke û li gorî destûra bingehîn jî derxistina ji welatîbûnê nepêkane. Partiyên mûxalefetê Moderatan û Demokratên ji bo Swêdê bi israr in ku DAÎŞ’î ji welatîbûnê bên derxistin.

Her du partiyan mijar xistin rojeva parlamentê. Parlamentera Moderat Marîa Malmer Stenergard pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezîrê Edalet û Koçberiyê Morgan Johannson kir û jê xwest ku ji bo derxistina DAÎŞ’iyan ji welatîbûnê di destûra bingehîn de guhertinan çêbike.

Stenergard di pêşnûmeya xwe de got, “Moderat dixwazin ku yên li dijî dewletê sûcên cidî kirine mîna sûcên terorê, her wiha sûcên giran an jî bi beyanên sexte bûn welatî pêkan be ku ji welatîbûnê bên derxistin.”

Stenergard bi bîr xist ku dozgeriya Siwêdê der barê Wezîrê Parastinê yê Iraqê de ji ber sûcê şer dest bi lêpirsînê kiriye ku di heman demê de welatiyê Siwêdê ye û got, piraniya welatên Ewropayê DAÎŞ’ yan jî yên ku sûcên şer kirine ji welatîbûnê derxstine.

Her wiha xwest ku ji bo DAÎŞ’î û yên sûcên şer kirine ji welatîbûnê bên derxistin di destûra bingehîn de guhertin bê kirin.

Polîsên Ewlekariyê yên Siwêdê tevlî nîqaşên derxistina ji welatîbûnê nebûn û xwest ku DAÎŞ’yên radestî Siwêdê bên kirin sûcên wan bên lêkolînkirin û li pêşberî dadgeriyê bên darizandin.

01.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً