LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di navbera Dewleta Tirk û Terora DAIŞ de asta hevkarî û alîkariyê (2)

Di navbera Dewleta Tirk û Terora DAIŞ de asta hevkarî û alîkariyê (2)

Hin rêkeftinên ewlehî yên yekser di navbera dewleta Tirk û DAIŞ`ê de:

Hin serkêşên rêxistina terror a DAIŞ`ê, Erdogan bi piştevanyina Rêxistinê tawanbar dikin. Ew jî di vîdyoyekê de ku bi zimanê tirkî hat weşandin. Rêxistinê ew li ser malperên ragihandina civakî ya Tiwiterê ji Reqayê weşand([ Dewleta Islamî gefan li Erdogan dixwe û wî bi xayîn tawan dike, Euronews Erebî, di 18.8.2015, lînk:https://www.youtube.com/watch?v=TSme1XRKzQU

DAIŞ Erdogan bi xayîn tawan dike û soza cezaxwestinê dide. Malpera el-Weqt el-Ixtyarî, çarşem, Zî el-Qede 1436 k, lînk: http://alwaght.com/ar/News/16002/%D8%AF%D8%A7%D8%B9%D8%B4-%D9%8A%D8%AA%D9%87%D9%85-%D8%A7%D8%B1%D8%AF%D9%88%D8%BA%D8%A7%D9%86-%D8%A8%D8%A7%D9%84%D8%AE%D9%8A%D8%A7%D9%86%D8%A9-%D9%88%D9%8A%D8%AA%D9%88%D8%B9%D8%AF-%D8%A8%D9%85%D9%82%D8%A7%D8%B6%D8%A7%D8%AA%D9%87 ]).

Li vir pirsek xwe dide pêş der barê çawanî û kûrahiya têkiliyan di navbera DAIŞ û Tirkiyê de, ta gihaştiye asta ku Erdogan bi navê xinizîkar bi nav bikin. Pisra girîngtir jî ew e, çima Rêxistin piştî vê tawanê, berjewendiyên rêjîma Erdogan armanc negiritin û tenê kurd û geştyarên biyanî armanc girtin? Dibe ku armanc ji weşandina vê vîdyoyê, daxuyakirina ku tu têkilî di navbera wan de nînin an jî gihaştine hin levkirinên nû.

1)- Rêkeftina Mûslê: Rêxistin di dema bindestkirina Mûslê de, 49 karmendên Konsulxaneya Tirkiyê girtin û di nav wan de konsulê tirk ê giştî û hevsera wî û gelek diplomasî û zarokên wan, li gel hin endamên hêzên taybet ên tirk di 11ê pûşbira 2014an de. Di 20.9.2014an de rêxistinê girtî, bi operasyonekê ku saloxgerên tirk pêk anîn, li gorî daxuyaniyên berpirsyarên tirk [Girtiyên tirk ên li gel DAIŞ hatin berdan li Iraqê. Di 20.9.2014- 07:14 hate weşandin. AFB. Lînk: https://www.france24.com/ar/20140920-%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A7-%D8%AF%D8%A7%D9%88%D8%AF-%D8%A3%D9%88%D8%BA%D9%84%D9%88-%D8%B1%D9%87%D8%A7%D8%A6%D9%86-%D8%AF%D8%A7%D8%B9%D8%B4-%D8%AE%D8%B7%D9%81-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D8%B1%D8%A7%D9%82

Girtiyên tirk ên ku hatine berdan gihaştine Tirkiyeyê. 20.9.2014, lînk: http://www.bbc.com/arabic/middleeast/2014/09/140920_iraq_turkish_hostages_freed

], girtî radest kirin. Tê zanîn ku rêxistin piraniya dîl û girtiyan bi awayekî hovane dikuştin û gelek ji wan nedihatin berdan, tevî keda ku di vî milî de hate kirin. Piraniya endamên DAIŞê yên ku hevdîtin pêk anîn, tekez kirin ku karmendên konsulxaneyê bi rêkeftineke di navbera her du aliyan de hatine berdan.

Hin wêne ji vîdyoyekê ku malpera Tora Nûçeyan a el-Erebiya el- Hedes weşandiye, karmendên balyozxaneya tirkî li Mûsilê derdixin, ên ku Rêxistinê ew piştî bindestkirina bajêr girtin. Karmend hatin komkirin û bi siwareyan li deverine ewledar li gor Rêxistinê hatine veguhestin.

Dema gihaştina firokeya ku rahiştibû karmendên balyozxaneya tirk li Mûsilê, piştî ku Rêxistinê ew berdan. Dîroka wêneyê 20.9.2014

Girtiyên tirk ên li cem Dewleta Islamî hatin berdan li Iraqê. Di 20.9.2014- 07:14 hate weşandin. AFB. Lînk: https://www.france24.com/ar/20140920-%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A7-%D8%AF%D8%A7%D9%88%D8%AF-%D8%A3%D9%88%D8%BA%D9%84%D9%88-%D8%B1%D9%87%D8%A7%D8%A6%D9%86-%D8%AF%D8%A7%D8%B9%D8%B4-%D8%AE%D8%B7%D9%81-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D8%B1%D8%A7%D9%82

Girtiyên tirk ên ku hatine berdan gihaştine Tirkiyeyê. 20.9.2014, lînk:

http://www.bbc.com/arabic/middleeast/2014/09/140920_iraq_turkish_hostages_freed

Dema gihaştina firokeya ku karmendên balyozxaneya tirk li Mûsilê veguhestibû, piştî ku Rêxistinê ew berdan. Dîroka wêneyê 20.9.2014.

Wêneyek ji vîdyoyekê ku malpera Taze Haber weşandiye, dide diyarkirin ku barhilgira ku ajokarên barhilgirên tirkan li Iraqê veguhezandin, piştî ku rêxistina DAIŞ`ê ew girtibûn. Ew bi bazerkê li gel Tirkiyê berdan; naveroka wê nehat naskirin.

Tevî ku DAIŞ`ê kiryarên terorîst li ser hezarên sîvîlan li cîhanê ji misilman û kesên din pêk anîn û bidarvekirina bi sedan ji girtiyan tevî ku dikarîbû danûstandinê ji bo destkeftiyên girîng li ser wan bike, lê belê tu carî girtiyekî alîgirê desthilatdariyên Tirkiyê ne hatiye kuştin an jî êşkencekirin. Piraniya teqînên li Tirkiyê jî kurdên rikberî rêjîma Erdogan û geştyarên biyanî aramc digirtin û ev yek di rajeya hin armancên siyasî ji bo berjewendiyên rêjîma Erdogan û ji bo were diyarkirin ku Tirkiyê ji terora DAIŞ`ê zanin dikşîne, dihat bikaranîn.

2)- Rêkeftina ziyannegihiştina gora Slêman Şah: Di navbera rêxistina DAIŞ`ê û saloxgirên tirk de li dar ket. Naveroka wê jî, ziyannegihiştina gora Silêman Şah bapîrê Osmanê Yekem damezrînerê Siltaniya Osmaniyan, bû. Dema ku Rêxistinê teror Reqa dagir kir, DAIŞ`ê her 36 leşkerên tirk dorpêç kirin, van leşkeran parastina gora ku li gundê “Qereqozaqê” yê li ser çemê Firatê cih digire, dikin. Dûrahiya ji sînorê Tirkiyê digihêje 25 km li gundewarên rojhilatê Helebê, her wiha 30 km başûr bajarê Kobanê dikeve. Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê Usmet Yelmaz di daxuyaniyekê de wiha axivî: “Pêşveçûna DAIŞ`ê ber bi Silêman Şah ve, metirsiyekê li ser ewlehiya me ya neteweyî çêdike, erkê me yê pêşîn jî ew e ku wî biparêzin û tu carî ji bo kirina her tiştî bi armanca parastina wî, em dudlî namînin; ji vê yekê piştrast bin”. Ji ber vê ewqas serokwezîrê tirk “Ehmed Dawûd Oglo” operasyoneke leşkerî û saloxgirî (derdora 100 panzêr û 500 leşkerî) ji bo rizgarkirina gora Silêman Şah û leşkerên tirk, ragihand. Lê belê di rastiyê de, term bi lez, aram û bê ku guleyek ji hêla Rêxistinê ber bi hêzên tirk ve were berdan, hate veguhestin. Her wiha sira leşkerî ya tirk derbasî deverên serweriya Rêxistinê bê tu astengiyan bûn, bi operasyonekê bi navê “Operasyona Şahê Feratê”; ji ber ku ev gor ji tirkan re semboleke olî û neteweyî ye. Hêjaye zanînê ye ku Rêxistin di vîdyoyeke weşandî de ragihand ku ew tu hêzên zanistperest li “Erdulxîlafa” napejirîne û gorê weke semboleke “şurkê” dibîne. Her wiha Rêxistinê piraniya perestgehên êzdiyan, dêrên xiristiyanan, gorên xwedîsemboleke pîroz ji nişteciyên deverê re û mizgeftên tîreya şîî rûxandin; weke teqîna ku Dêra “Pakrewanên Ermenan” a dîrokî, aramanc girt, dêra ku li taxa Rişdiye li bajarê Dêrazorê (di sala 1991`ê de hatiye avakirin ku bîranîna pakrewanê Ermenan ên ku di destpêka sedsala 20 an de bi destên osmaniyan hatin kuştine. Teqandina Dêra “Elitiqlal” a ermeniyên kasolîk li Girê Spî, Dêra “Mar Korkîs” li bakurî Mûslê, Dêra “Seyda Elezra” li gundawarên Hesekê û teqandina gora sehabiyê bi navê “Imar bin Yasir” li Reqayê û teqandina gora “Nebî Yûnis” li Mûslê û ji bilî wan cihên xwedîsemboleke olî ji nişteciyên deverê re, tevî bi dehan cihên şûnewarî li Sûriye û Iraqê.

Li gor îfadeya endamê bi navê “N.M.E” nasnavê wî “Ebû Elwefa Eltûnisî” ye û berpirsê komîteyên Lêgerîna Şûnwaran ya girêdayê DAIŞ`ê ye -ji Tûnisê ye, di destpêka avabûna DAIŞ`ê de di 2014`an de tevlî wê bû. Navê wî yê rasteqîn û wêneya wî ji ber sedemên ewlehî nehatin belavkirin- rastiya rêkeftina di navbera DAIŞ û Tirkiyê de eşkere dibe. Çalakiya veguhestina gora “Silêman Şah” tenê perdeyek bû da ku gencîneyên şûnwarî ku buhayê wan heşt milyon dolarên Emerîkî ne, veguhezînin. “Ebû Elwefa” vê çalakiyê wisa şîrove dike: Di nîvê sala 2014`an de , mîrê aboriyê yê bi navê “Ebû Ebdele Elmuhacir” di beşa Şûnwaran de û di bin serpereştiya “Ebû Seyaf Elîraqî” de ku regeznameya wî tûnisî ye ew erkdar kir. Vî kesî alavên nûjen ji bo lêgerîna şûnwarn ji Tirkiyê anîn; girîngtirîn alav ev bûn: alava ku cureyê wê EXP5000 e ji bo vedîtina kanên binerd e, alava GOLDEN KING, alava ku hişkahiya kevirên buha dipîve. Li gor “Ebû Elwefa” ev alav nayên kirîn û di sînor re nayên veguhestin ku ne bi rêdan û erêkirina desthilatiyên tirkî yên taybet bin. Her wiha got ku bi rêya van alvan re hin kevalên cenazeyên asûrî li devra Ecaca ya girêdayî bajarê Şedadê vedîtin. Ev keval ji kevirê mermerê ye û ji du beşan pêk tê, her beşek dirêjahiya wê 150 cm û panahiya wê 1m ye, giraniya wê 500 kg e. Jixwe nexşeyeke ku qiral Hemorabî û hevsera wî dinmîne, tê de ye. Buhayê wê nêzî 5 milyon dolar e. Her wiha du seriyên peykerên ku vedigerin qiral Hemorabî, hatin vedîtin. Dirêjahiya yekî ji wan 90 cm ye û giraniya wî 80 kg e û ji kevirên xîzê hatiye çêkirin; yê din jî dirêjahiya wî 50 cm ye û giraniya wî 20 kg e. Buhayê her yekî ji wan 3 milyon dolar e. “Ebû Elwefa” ew parçeyên şûnwarî radestî berpirsê xwe “Ebû Seyaf Elîraqî” kir. Bi alîkariya desthilatiyên tirk û bi barhilgirên ku bi hêzên tirkiyê yên ku ji bo derxistina gora “Silêman Şah” hatibûn erkdarkirin re veguhezandin Tirkiyê.

Gora Silêman Şah, bapîrê damezirînerê dewleta osmaniyan Osman kurê Ertuxil.

Wêneyek ji dîmeneke vîdyoyê, derbasbûna hin siwareyên leşkerî yên tirk di rêyeke ku di bin destê DAIŞ`ê de ye, nîşan dike.

Wêneyek ji dîmeneke vîdyoyê, hin endamên DAIŞ`ê dide xuyakirin ku hebûna hêzên zanistperest li erdulxîlafa” napejirînin û gorê weke semboleke şurkê dibînin.

Dêra Pakrewanên Ermen li Dêrazorê, piştî teqandina wê ji hêla DAIŞê ve.

Saziya Elfurqan a ragihandinê ya girêdayî rêxistina DAIŞ`ê, hin dîmenên rûxandina gora Şêx Ehmed Rifaî, weşandin.

 

3)- Em bala xwe bidinê dema em lêkolînê derbarê bomberan û topbaraba artêşa Tirk ên ku li dij baragehên QSD’ê pêk anîn, em dibînin ku yan di heman dema ku operasyonên leşkerî yên QSD’ê bi ser rêxistina DAIŞ`ê de bûn û bê ku artêşa Tirk rastî tu gulebaranekê ji aliyê QSD’ê ve were, yan jî di heman dema êrîşên DAIŞ`ê bi ser baragehên QSD’ê de bûn, tê diyarkirin ku armanca wê astengkirina operasyonên ku li dij pêk dihatin, çi ku gelek caran QSD’ê operasyonên xwe yên leşkerî rawestandin da ku xeteke parastinê li hember êrîşên dewleta Tirk çêbike, yan jî rêxistina DAIŞ`ê sûd ji vê digirit di êrîşên xwe de, ev yek hevrêziyeke leşkerî û ewlekarî li ser asteke bilin di navbera rêxistina DAIŞ`ê û dewleta Tirk de dide diyarkirin. Di sala 2016’an de ku saleke giring a rizgarkirina Reqayê û gundewarên wê û herêmên din bû, artêşa Tirk 191 carî êrîş li ser sînorê bakur û rojhilatê Sûriyê kir, artêşa Tirk 169 êrîş bi çekên giran li dij gundewarên Rojava pêk anî, du êrîşên bi helikopteran, 7 êrîşên bi balafirên bê pîlot û 13 derbaskirinên sînor bi tank û erebeyên zirxî. Di encama êrîşên dewleta Tirk de 31 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan û 138 jî birîndar bûn. Di nava qurbaniyan de şeş şervan hene (Şervanekî YPG’ê, du endamên Asayîşê û sê şervanê Erka xweparastinê) û di nava birîndaran de 8 ên leşkerî hene. Di encama van êrîşan de gelek ziyanên madî yên xelkên Rojava çêbûn (Mal bi giştî hatin şewitandin). Her wiha dewleta Tirk êrîşên xwe di temenê dawî yê rêxistina DAIŞ`ê de dûbare kirin, bo nimûne; di pêngava Bagera Cizîrê de û di dema şerên li Hecînê de artêşa Tirk di 28. 10. 2018’an de gund û navnendên QSD’ê yê li Kobanê bombebaran kir, ev hemû jî di heman dema ku dewleta Tirk gef ji bo operasyoneke mezin ji bo dagirkirina rojhilatê Firatê weke Efrînê de bû, vê yekê hinek dem û moral da rêxistina DAIŞ`ê da ku hin herêmên rizgarkirî dagir bike, lê belê di dawiyê de di herêma xwe ya dawî li Baxozê bin ket.

Hin biyangên din ên ku piştgiriya Tirkiyê ji rêxistina DAIŞê ya Terorîst pişrast dikin, hin tewanên bibelge û piştrastkirî ji hêlên hin navneteweyî û çapemeniyê ji dewleta tirk re:

Nivîsgeha Çavdêriya Malûmilkên Biyanî ya girêdayî Wezareta Qaseya Emerîkayê, beşgeha Profesyoneller Elektronika tirk a ku kesê bi navê “Yûnis Emre Sekarya” (Yunus Emre Sakarya) rêveberiya wê dike, siza kir; piştî ku raberkirina piştgiriya diravî û teknîkî ji Rêxtinê re hate piştrastkirin. Sekarya weke hêsankerekî sereke bû di kiriîna pêkhateyên siwareyên ezmanî (firokeyên birêvebirî) bê pîlot, ji bo DAIŞ`ê, herî kêm ji 2015`an ve, ev jî dîroka avakirina beşgehê ye. Di nêviyê 2016`an de Profesyoneller Elektronik di dabînkirina dosyayên amûrên girêdayî firokeyên bêpîlot beşdar bû; diravên wê ji rêxistinê re jî gihaştine 500 000 dolarî. (ev beşgeh di bin çavdêriya saloxgirên tirk de ye, li gor yasaya awarte û yasaya şerê terorê li Tirkiyê; ji ber vê yekê tê texmînkirin ku destê desthilatdariyên tirk di çalakiyên vê beşgehê de hebe. Her wiha astengiya gihaştina amûr û pergaline wiha, ji hêzine ku dewleta tirk wan li ser qaşo ewlehiya xwe ya netweyî, metirsîdar dibîne).

Daxuyaniyek ji hêla berpirsyarê leşkerî yê girêdayî rêxistina DAIŞ`ê ve, li ser cihê bi navê Wîlayet Heleb ku ji endamên Rêxistinê yên li ser sînorên Helebê dixwaze ku rêdan û hevkariya berpirsyarê ragihandinan di anîna amûrên ragihandinê ji Tirkiyê di rêya sînor re bikin.

Kirînnameya firokeyên birêvebirî bi buhaya 15000 $ ji beşgeha SANATI INCORPORATED COMPANY

Belgeyeke ku Hêzên Asayîşî girtin, tê de tê destnîşankirin rêxistina DAIŞ`ê di sînorên Tirkiyê re navgînên şopandinê yên ewlehiyê digirin. (Wêne ji arşîfa Asayîşê ye)

a-Di raporeke din a Wezareta Qaseya Emerîkayî, navê serkêşekî DAIŞ`ê yê ku bi “Murad Ellebûdî” (Laaboudi) tê naskirin, niovîsî bû. Rapor ew weke kesekî radîkal ê girêdayî DAIŞ`ê bi nav kir. Di pêşiya 2015`an de li Dîlokê dima. Karê wî jî alîkarî û hêsankirina çûna cîhadîstên biyanî li Tirkiyê bû; ji Dîlokê û derbaskirina sînor ber bi Sûriyê ve. (li vir pirsek xwe dide pêş, çawa kesekî biyanî dikare karê derbaskirina çekdaran ji Tirkiyê li Sûriyê hêsan bike?).

b-Raporeke din jî ji Wezareta budceya amerîkayî, nîşan kir ku hin torên alîgirên DAIŞê, amûrên tektîkî kirîne; weke dûrbîna tifingeke sekvaniyê, dûrbîneke dîtina di tariyê de, berçavkên dîtina di tariyê de, amûrên pêşkêşa leyzerê, amûrên barkirinê xwedîlezeke bilind û çekbendên guleyan; piştre ev amûr dibirin Tirkiyê û derbasî Sûriyeyê dikirin an jî ji hin kesan re amade dikirin da ku ji dêl wan ve derbas bikin.

c-Kesê bi navê “F.Z”- berê di vê dosyayê derbas bibû- diyar kir ku hevalê wî”Ebû Hacer Elqurşî”- Iraqî û regeznameya Holendî pê re ye- endamekî komîteya Nûnerkirî ya Rêxistinê û bi rêveberiya ” Ebû Hacer Eliraqî”- nasnavê wî yên din “Ebdilsemed Eliraqî”- ji bo amûrên elktronîk ên leşkerî û ewlehiyê yên pêşketî ji bo rêxistina DAIŞ`ê (balafirên birêvebirî – dûrbînên germahiyê – mayînger), peyda bike. Vê komîteyê bi beşgeheke tirk re hevrêzî dikir ji bo van amûran bînin û pereyên Rêxistinê sopî bikin. Jixwe Rêxistinê qasiya milyonek dolar emerkî sistibû vê beşgehê (ji bo sedemê ewlehiyê navê vê beşgehê nehat diyarkirin)

Wêneyeke, ketina bobeyan ji balafirên birêvebirê li ser armancên li erdê, diyar.

Wêneyek ji dîmeneke vîdyoyê ji hêla Ajansa Elfurqan a ragihandinê ya girêdayî rêxistina DAIŞ`ê hate weşandin ku tê de diyar e çawa balafirên birêvebirî bombebarankirin û wêneyên armancên ku hatine rûxandin, dike.

a-Lixwemukirhatineke din, diyar dike ku çawa desthilatên Tirk veguhestina amûrên leşkerî yên hesyar ji bo Rêxistina terorîst, hêsan dike. Kesê bi navê “Ebû Ebdela Elpakistanî” – pakistanî ye û li cem saziyên ewlehiyê girtie- diyar kir ku di sala 2014`an de bi hêsanî ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bû û Rêxistinê ew tevlî tabûra balafiran kir ku wî balafireke birêveber cureya (Fantom) ji bo Rêxistinê ji Tirkiyê anî û endamên wê li ser perwerde kirin.

b-Di 1.1.2014`an de polîsa tirk hin çek û guleyên veşartî di barhilgireke girêdayî rêxistineke mirovahiyê ya tirk de li Entakya (eyaleta Hatayê) ku berê wê li Sûriyê bû. Rojnameya “Cimhûriyet” a tirk, ev yek eşkere kir. Her wiha tekez kir ku hin endamên saloxgiriya tirk bi barhilgirê re bûn. Erdogan di hevpeyvînekê de got ku dê rojnamegerên ku mijara wê barhilgirê eşkere kir û wêneyên kiryara girtinê kişandin, siza bike. Piştre desthilatdariyê tirk sernivîserê Rojnameya Cimhûriyet “Can Dondar” û hevalê wî “Erdim Gul”, bi tewana sîxûriyê tewanbar kirin, piştî ku rojnameyê agahî şopand û gelek tişt eşkere kirin. Her wiha endamên ewlehiyê û dozgeriya giştî yên ku fermana lêgerîna barhilgirê dan, ji sizayê rizgar nebûn; heman tişt li ser ên ku ev yek pêk anîn, pêk hat; tevî ku di wî karî de dijberî zagonê derneketin. Çek û gule ji cureya ku li dewletên ku çekên sofiyêtî wergirtin weke Romanya, Bulgariya û hwd ji wê cureyê hatibûn çêkirin; ku Tirkiyê çekên tirk raber nedikirn, da ku eşkere nebe.

g- Di kongreyekê çapemeniyê ya wezareta bervaniya Rûsî bi amadebûna cêgirê wezareta bervaniyê ya Rûsî General “Anatolî Antonof”, serokê saziya pêngavên giştî ya desteya rêveber a artêşa Rûsî General “Sêrgî Rodiskoy” û serokê navenda neteweyî ya rêvebirina bervaniyê ya wezareta bervaniyê General “Mîxaîl Mîzintsef” de, General “Mîxaîl Mîzintsef” tekez kir ku nêzî 120 ton cebilxane, teqne, çek, bêtirî 250 erebe û zirîpoş, amûrên peywendiyê û bi hezarên leşkeran ji Tirkiyê vediguhêzin rêxistinên DAIŞ û Cebhetunusrayê, ev tişt bi awayekî domdar dibe, lê rayedarên Tirkiyê tu tiştî nakin ta ku van çalakiyan rawestînin. Her wiha General ” Antonof ” diyar kir ku rayedarên Tirkiyê di bin navê karwanên mirovahiyê, piştgiriyê jî dide wan û nûçgihanên ku ev eşkere kirin, ew girtin. ” Antonof ” tekez kir ku testên rayedarên Tirkiyê di petrola qaçaxî de heye, her wiha ” Antonof” anî zimên ku dem hêzên Rûsî şerê teroran dikin, Tirk êrîşî wan dikin û hêzên Tirkiyê yên derbasî xaka Sûriyê bûne, dizî û talaniyê dikin.

h- Ragir “Ehmed Elmesmarî” (berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê) Tirkiyê bi piştgiriya rêxistinên teror weke DAIŞ, Cebhetunusra û Ixwanulmuslimîn û dermankirina birîndarên DAIŞˊê di nexweşxaneyên Tirkiyê de, tewanbar kir. Ew jî bi hevdîtinekê bi kenala ON live tv re, piştî ku keşteyeke Tirkî ya ku bi teqne û çekên cur bi cur barkirî bû û ji rêxistinên terorîst ên Lîbyayê re hatibû şandin, hate girtin. “Ehmed Elmesmarî” tekez kir ku Tirkiyê veguhestina endamên DAIŞˊêû terorên din bi aliyê Lîbyayê de hêsan dike.

i- Malpera kovara “Homeland Security Today” a Emerîkî, kurtehevpeyvîna serkêşekî Rêxistinê (Isam Elmihena) yê bi nasnav Ebû Memsûr Elmexribî, belav kir. (Isam Elmihena) di Iraqê de girtiye û weke şanderê Rêxistinê li Tirkiyê tê naskirin û ji Darelbeyda ya Mexribê hate Istenbola Tirkiyê û di sînorên başûr ên Tirkiyê de derbasî Sûriyê bû. Di hevpeyvînê de Mexribî li ser piştgiriya di navbera Rêxistin û saloxgeriya Tirkiyê û alîkariya ji bo şerkirina li dij kurdan, tekez kir. Mexribî diyar kir ku ji bo ahengkirina kar di navbera wan de, wî gelek saloxgerî û hevserên Tirk re dîtine û erka wî bû ku çekdarên biyanî li Tirkiyê pêşwazî bike û bi hêsanî wan ji Stenbolê bigihîne bajarên Dîlok, Entakiya û Ruhayê li ser sînorên Sûriyê. Mexribî li xwe mukir hat ku wî bi xwe jî serpereştiya pêşwaziyê li Girê Spî, Heleb û Idlibê dikir û diyar kir ku li ser mijara birîndaran peyman û lihevkirin di navbera saloxgeriya Tirkiyê û dezgeha ewlehiyê ya rêxistina DAIŞˊê hene. Mexribî tekez kir ku civînên yekser bi saloxgeriya Tirkiyê li dar dikevin û piraniya van civînan nêzî sînor bûn û hin ji wan li Enqera û Dîlokê bûn û anî zimên ku xwestekên Tirkiyê ne tenê kurdan desteser bike, lê hemû bakurê Sûriyê dixwest ji Keseb (xala herî bakurê rojavayê Sûriyê) ta Mûsilê. Mexribî got ku ev yek jî weke sûdeke mezin ji Rêxistinê re ye, ji ber ku dibe ev tişt pişta Rêxistinê biparêze. Ji ber ku wê vêzî 300 km ji sînor di navbera wan de be. Mexribî tekez kir ku danûstandinên ji bo pevguherîna karmendên balyozxaneyê bi 450 endamên DAIŞˊê li Sûriyê pêk hat û dest nîşan kir ku tevî gurbûna şer li derdora balyozxaneyê, dewleta Tirkiyêbiryara valakirina wê ji karmendan neda. Mexribî diyar kir ku rêxistina DAIŞˊê bi Tirkiyê li hev kir ku 400 m3 di çirkeyekê de ji Sûriyê bidest bixe û wiha got:”Piştî şoreşê qasiya avê ta 150 m3 \ç kêm kirin, lê piştî danûstandinên me di 2014ˊan de vegeriya 400 m3 \ç, pêwîstiya me ji bo wizeya kehrebê û weke jêdereke giring a jiyanê pê hebû, ta ava ku em nikarin bigirin derbasî Iraqê jî dibe … “. Ebûmensûr zelal kir ku demeke dirêj qediya ta ku danûstandin çêbû. Dema ku pirs jê hat kir ku ji bo DAIŞ avê bi dest bisxe çi da? Wiha bersiv da:”Sûda herî giring peyda kir, wê welatê wan aram û biewle be”. Em jî pirs dikin gelo DAIŞ`ê neêrîşkirina li ser Tirkiyê erê kir?

Di qonaxa duyem a Pêngava Xezeba Feratê (10. 12. 2016) li gundewarê rojavayê bajarê Reqaya Sûriyê, QSD`ê hin çekên Tirkî yên ku li cem rêxistina DAIŞ`ê bûn, desteser kir.

j- Malpera ” Nordik Manatur\Nordic Monitor” a Awistryayî di raprekê de tekez kir ku destê xwînmijê DAIŞ`ê yê Rûsî ” Magomîd Magomdzakirovîç Ebdirehmavov \ Maghomed Maghomedzakirovich Abdurkhmanov” ê bi nasnavê “Ebûlbenat (bavê keçekan)” di kuştina du mitranên xirsyan li Sûriyê di 22 Nîsana 2013`an de heye û li ger gotinên wî, wî demeke dirêj bi saloxgeriya Tirkiyê re kar kiriye.( ). Êdî bi destwerdana Tirkiyê bi sizayeke sivik ku bes 7 salan bi sûckirin tevlîbûna rêxistineke teror û peydakirina çekên agirdar hate sizakirin û rayedarên Tirkan dîtin ku kiryarên wî yên xwînmijî mijareke hundirîn a Sûriyê ye, her wiha tevî ku Rûsyayê xwest wî radestî wê yan jî rejîma Sûriyê bike jî, lê Tirkiyê ew neda. Jixwe tê zanîn ku Ebûlbenat serkêşekî Ceyş Elmuhacirîn Welensar a peyrewê DAIŞ`ê ye bû.

li milê rastê: mitran “yûhena ibrahîm” mitranê helebê yê suryanên orsozoks.

li mkilê çepê: mitran “bols yazicî” mitranê heleb û iskenderonê yê rûmên orsozoks.

di sala 2013`an de li gundewrên helebê ji hêla hin komên çetan yên daiş`ê hatin revandin.

Malpera “Nordic Monitor” a Awistryayî di raprekê de tekez kir ku têkiliya saloxgeriyên Tirkiyê bi rêxistina DAIŞ`ê heye.

Li ser hin dezgehên ragihandinê dîmenek hate belavkirin ku endamên Rêxistinê bi serbestî û bê tirsa sizakirinê li Stanbolê digerin, lê di heman demê de dijberên Erdogan nikarin nerînên xwe bêjin.

Li ser malpera Afrînpost dîmenek hate belavkirin ku komeke ji endamên milîsên dijberiyê ya çete ya peyrewa dewleta Tirkiyê ya ku ew li Efrînê bi cih kirin û saloxgeriya Tirkiyê bi awayeke yekser serperiştiya wê dike, daxwaz dikirin ku rê bidin wan ta ku herin li kêleka DAIŞ`a teror li navenda wê ya dawî Baxozê û bangeşa şerê QSD`ê û Hevpeymana Navneteweyî ya li dij terorê, dikirin.

04.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *