LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / DAIŞ’ê li Xaniqînê êrîş pêk anî

DAIŞ’ê li Xaniqînê êrîş pêk anî

NAVENDA NÛÇEYAN-Fermandeyekî Pêşmerge ragihand, di êrişa şeva borî ya DAIŞ’ê de li Xaneqînê, sê pêşmerge jiyana xwe ji dest dan. Her weha agahî hene ku hejmara çalakiyan zêde bibe û DAIŞ li Iraqê çalak bibe.

Şeva borî çeteyên DAIŞ’ê li nêzîkî gundê Dekey Ebdulqadir Beg yê Xaneqînê êrişî hêzên Pêşmerge kirin, di encamê de 3 endamên Pêşmerga jiyana xwe ji dest dan û 2 endamên din jî birîndar bûn. Çeteyên DAIŞ’ê destpêkê bi topên hawanê li wan dane paşê êrîş kirine.

Ji aliyekî din ve Nûnerê Komîteya navdewletî ya mafê mirovan li Rojhilata Navîn û şêwermendê Netewên yekbûyî li Cinêvê Heysem ebû Saîd eşkere kir ku vegera DAIŞ’ê ji herêma Enbar a Iraqê re cihê metirsiyê ye ku buroya komîteya Iraqê agahiyên derbarê çalakbûna DAIŞ’ê eşkere kirine, taybet di dema dawî de tevgreke ya rêxistina teror hatiye dîtin.

Agahiyên heyî diyar kirine ku DAIŞ’ê li gorî talîmatên rêveberiyekê kar dike û bi awayekî bi plan û armancên wê jî diyar in taybet li herêma Diyala ya sînorî.

Di heman mijar de Serokê Istixbarata leşkerî ya Iraqê di hevpeyvînekê bi CNN re diyar kiribû ku mezintirîn serkêşên DAIŞ’ê derbasî Turkiye bûne dema ku êrîşa li Sûriye ji aliykê dewleta Turk ve hate kirin û ew jî di riya bertîlan re derbasî Turkiye bûn.

05.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Îran dest bi tevgereke leşkerî li dijî Hêzên emêrîkî li sûrî dike

NAVENDA NÛÇEYAN- Sibeha duh li bajarê Qamişlo Milîseyên difae El Wetenî êrîşî zirîpoşên girêdayî Emêrîkî …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *