LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Endamên Meclisa Serê Kaniyê ya bi ser Turkiye ve kî ne?

Endamên Meclisa Serê Kaniyê ya bi ser Turkiye ve kî ne?

SERÊ KANIYÊ- Piştî êrîşa dewleta Turk û çeteyên bi ser ve li ser bajarê Serê Kaniyê û serweriya li ser bajar, mecliseke herêmî bi perspektîv û bernameya dewleta Turk hatiye ava kirin. Endamên wê encumenê li gorî agahiyan endamên berê yê Cebhet elNusra re ne.

Li gorî agahiyên ku ji nava bajarê Serê Kaniyê hatine bidest xistin, endamên meclisa Serê Kaniyê ku ji aliyê dewleta Turk ve hatiye tayîn kirin hemû xwedî girêdan û dîrokeke bi çeteyên teror ên Cebhet elnusra û rêxistina Ixwan elmuslmîn in. Çavkaniyan eşkere kirin ku xelkê bajarê Serê Kaniyê diyar kirine ku ev endamên hatine tayîn kirin di sala 2012 an de êrîşî Serê Kaniyê kiribûn û piraniya wan ji pêkhateya Ereb e. Di derbarê her endamekî û Rêveberên meclisa herêmî ya ku dewleta Turk ji bo rêveberiya Serê Kaniyê daye avakirin ev in:

1- Serokê Meclisê Mira’î elyûsif: Ev kes ji malbata Hilû ye, xwendina Endizyarî kiriye. Piştî êrîşa sala 2012 an de, ew û gelek ji malbata wî tevlî Cebhet elNusra bûn û destê wan di kuştina gelek sivîlan de hebû. Piştî ku bajar ji Cebhet elNusra hate paqij kirin berê xwe da Turkiye û li gel wan kar kirin, asta wî jî wekî rêveber bû.

2- Hemza Mûsa Salih Refan: Ji gundê Ernan e yê girêdayî Serê Kaniyê, ev bi xwe mexmûrî ye û parêzer e. Malbata wî di sala 2012 an de têkiliyên wê bi Cebhet elNusra re hebû, piştî paqijkirina bajarê Serê Kaniyê, ev kes tevî malbata xwe ji gund hatin derxistin û li Turkiye bi cih bûn. Niha cihê xwe di Meclisa Serê Kaniyê de digre.

3- Ebdelah Ceşa: Ji gundê Til Erqemê ye û ji êlê Mexmûrî ye, ji sala 2012 an de tevlî Cebhet elNusra bû û cihê xwe di xebatê Raghandinê de girtibû û di êrîşa li ser Efrîn de jî cihê xwe di nava çeteyan de girtibû.

4- Îsa bunî: Ji Serê Kaniyê ye, Şerî’a xwendiye, ji ber ku girêdana wî bi Ixwan elMuslimîn re hebû 20 salan di zindanê de mabû, ji ber vê yekê nikarîbû xebata mamostetî jî bike, tenê perwerda Şerî’a û felsefê dida. Piştî sala 2012 an de cihê xwe di nava Desteya Şerî’a ya girêdayî Cebhet elNusra de girt û alîkarî belav kir bi desteka saziyên Turkiye. Dema Serê Kaniyê hate paqij kirin berê xwe da Turkiye û niha tevlî meclisa Serê Kaniyê bûye.

5- Entîsar dûda: Ji pêkhateya Çaçanî ye ji bajarê Serê Kaniyê, ew bi xwe xebata mamostetiyê dikir, dema ku di sala 2012 çeteyan êrîşî Serê Kaniyê kirin tevlî nava xebatê Cebhet elNusra bû. Piştî ku Serê Kaniyê hate paqij kirin reviya Turkiye û niha di rêveberiya Komîta Tenduristiyê de cihê xwe digre.

6- Mihemed Fehed: Ji bajarê Serê Kaniyê ye, ji pêkhateya Turkmen e, ew mamosteyê Şerî’a ye, ji ber ku têkiliyên wî bi Ixwan elMuslmîn re hebû 15 salan kete zindanê, di sala 2012 an de tevlî Desteya Şerî’a ya Cebhet elNusra bû û kurkekî wî bi navê Haris tevlî nava çeteyên Artêşa Netewî bûye.

7- Ebdelkerîm Elfendî: Yê bi nasnav Ebdelkerîm mihemed Kermo, ji ber ku têkiliyên wî bi Ixwan elMuslmîn re hebû, 23 salan kete zindanê de, piştî ku Serê Kaniyê hate paqij kirin berê xwe da Turkiye û têkiliyên wî bi MÎT Turk re hebû.

8- Elî Sîno Seydo: Ew bi xwe Kurd e û ji êlê Qereçiyane. Li Turkiye bi cih dibû û têkiliyên xwe bi çeteyan re çêkir û di sala 2013 an de tevlî nava wan bû, gelek dîmenên wî bi zimanê kurdî diaxive hene dema derbasî Serê Kaniyê dibe.

9- Ezo Eloş Şewax: Ji êlê Ni’êmiya ye ji Serê Kaniyê ye, xizmên wî gelek çete ne wekî Iza’edîn Furatî ku di sala 2013 an de tevlî nava çeteyan bû û piştî ku Serê Kaniyê hate paqij kirin berê xwe da Turkiye û tevlî nava komên çete yên Turkiye bû.

Çavkaniyên ji bajar eşkere kirin ku ew qet baweriya xwe bi vê encumenê naynin, piştî ku êrîşên wê yên teror li ser Serê Kaniyê di sala 2012 an de jiyan kirine. Dewleta Turk da ku raya giştî bixapîne hemû endamên encumenê ji Serê Kaniyê hilbijartiye, lê di rastiya xwe de ew endam gitşî di perwerdeyên çeteyan re li Turkiye derbas bûne.

05.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً