LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Pentagon hejmara serbazên li Sûriye diyar dike

Pentagon hejmara serbazên li Sûriye diyar dike

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê Parastina Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper aşker kir, Amerîka tenê 600 serbazên xwe li bakûrê rojhilatê Sûriyê dihêle.

Wezîrê Parastina Amerîka Mark Esper ji ajansa “Reuters” re ragihand, Amerîka piroseya vekişandina hêzên xwe ji bakûrê rojhilatê Sûriyê bidawî kir û tenê 600 serbazan li Sûriyê dihêle.

Mark Esper diyar kir jî, eger rewşeke cuda were pêş û hejmar bê guhartin, lê niha di vê demê ev hejmar dimîne.

Li ser kirîza kirrîna sîstema mûşekî ya S400 ji aliyê Turkiyê ve jî, Mark Esper da zanîn, ti rêkefin di wê derbarê de bi Turkiyê re nîne.

Ev di demekê de ye, Serokê Amerîka Donald Trump di civîna Lûtkeya NATO’yê li Londonê ragihand, Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vekişandine, tenê beşek ji serbazan bo parastina bîrên petrolê mane.

05.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً