LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Rola Turkiye di şerê Lîbiya de û nûjenkirina DAIŞ’ê

Rola Turkiye di şerê Lîbiya de û nûjenkirina DAIŞ’ê

NAVENDA NÛÇEYAN-Ji Sûriye, İraq û heta Lîbiya yê, planên dagirkeriyê yên dewleta Turk bê sînor in, ku piştî têkçûna DAÎŞ’ê li Lîbiya yê di warê leşkerî de, dewleta Turk zêdetirîn alîkarî ji bo şaneyên terorê li Lîbiya yê şandin, di bin navê alîkariyên mirovî ji gel û Hikûmeta Serac ya radîkal re, da ku raya giştî bixapîne û hebûna DAÎŞ’ê li wî welatî bidomîne.

Di dema dawî de şerekî tund di navbera artêşa Lîbiya bi serkêşiya Xelîfe Hefter û Hikûmeta Serac ya girêdayî Turkiyê de derket li Terablusê, Sirt, û navçeya Girêbanê, Enqere jî bi rola xwe agirê şerê parçekirina Lîbiya yê zêdetir geş kir, ku di mehên derbasbûyî de Turkiyê rêkeftineke ku rewatiya di nava destûr û qoralên navdewletî de nîne bi Hikûmeta Serac û koma Îxwan El-muslimîn re lidarxist, ku ew rêkeftin maf dide Turkiyê serweriya xwe li ser bejahî, sînorên asîmanî û rêyên bazirganiya navdewletî li ser Derya ya Spî yên Lîbiya yê bisepîne.

Di nava van nakokî û pevçûnên siyasî de, DAÎŞ derkete holê, ji aliyê çavkaniyên heremî ve hate eşkere kirin ku şanayên DAÎŞ’ê hejmarek çalakiyên swîqastê der heqî serkirde û endamên artêşa Lîbiya yê pêk anîne, her wiha amadekariya êrîşên mezintirîn li Lîbiya yê kirine li gor gefên ku li ser malperên xwe yên fermî belav dike, bi taybetî herêmên ku artêşa Lîbiya lê serwer e.

Têkildarî gefên Serokê Turkî Recep Tayyp Erdogan yê egera tunekirina artêşa Lîbîya yê heger artêşa wî welatî li dijî êrîşên Turkî berxwedaniyekê reber bike, tevî ku şanayên DAÎŞ’ê bi dehan kes li Lîbiya kuştin di heyama du mehan de, lê heta niha tu kesekî girêdayî Hikûmeta Serac ango bargeh û leşkerên Turkî li Lîbiya yê rastî êrîş û çalakiyên DAÎŞ’ê nehatine.

Çavkaniyekî leşkerî diyar kir ku şanayên DAÎŞ’ê zêdetir li herêmên weke başûrê çolistana Lîbî, Sêrt, Obarî, Cefre, Girêban, her wiha eşkere kir ku şanayên DAÎŞ’ê bi zêdebûna gefên Turkî li ser Lîbiya yê zêde aktîv bûn û bi awayekî rojane çalakiyên swîqast û revandinê dikin, ne tenê der heqî leşker û endamên ewlekarî de, lê belê sivîl jî di nav de, ku di heyama du mehan de zêdetirî 40 kes ji aliyê şanayan ve hatine kuştin û nêzî 70 kes jî hatine revandin.

Dii 2 Berfenbarê de ajansa AMAQ ya fermî ya DAÎŞ’ê dîmenek weşandin, tê de gefxwarin li ser Lîbiya yê xwar û behsa çalakiya mezin li ser hejmarek ji bajar û navçeyên wî welatî kir, di heman demê de li ser ajansa NAŞİR ya girêdayî wê rêxistina terorist ku ofîseke wan ya veşartî li Turkiyê heye hejmarek wêne yên kuştina serkirde, û leşkerên Lîbî belav kir û soza armancgirtina kesên ku li navçeyên di bin serweriya artêşa Lîbiya yê de dijîn kir, di demeke ku mediya Turkî jî li ser ekranên xwe jî heman gefxwarinê dikin.

Rêxistina teror a DAÎŞ ti hebûneke wê ya xort li Lîbiya yê tune bû, di demekê de ku rêjeya serweriya Hikûmeta Serca yên girêdayî Turkiyê li ser xaka Libiya yê berfireh bû û Turkiyê hejmarek bargehên leşkerî li wî welatî dane avakirin, hebûna DAÎŞ’ê jî li ser xaka Lîbiya yê zêde bû ye.

05.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *