LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di navbera Dewleta Tirk û Terora DAIŞ de asta hevkarî û alîkariyê (3)

Di navbera Dewleta Tirk û Terora DAIŞ de asta hevkarî û alîkariyê (3)

Têkiliyên Bazirganî û Darayî di navbera dewleta Turk û rêxistina DAIŞ’ê de

Bêguman peydakirina çavkaniyên darayî û locstîkî ji rêxistna DAIŞ`ê re, ne kêmî çalakiyên wê yên leşkerî ne, ji ber ku di rêya wê re rêxistin pêdiviyên xwe yên çakên cur bi cur peyda dike û piştgiriya pêngavên xwe yên teror li tevahiya cîhanê dike. Rêxistin bêyî, pera nikare endamên xwe oxir bike, amûrên pêdiviyên pêkanîna pêngavên xwe, weke çek, erebe û navgînên pêwendiyê bikire, xebat, raman û idyolojiya xwe bi awayê pelik û ilktronî belav bike û piştgiriya pêngavên xwe yên leşkerî bike. Ji ber vê yekê çi piştgirî û alîkariya darayî ji Rêxistinê re, ne kêmî giringiya piştgiriya leşkerî ya yekser e û ji sedemên sereke ye ku Rêxistinê hebûna xwe parastiye, girêdana endaman xurt bûye û xwe pêş xistiye. Piraniya çalakiyên bazirganiyê yên Rêxistinê bi kes û beşgehên Tirkî, eger rayedarên Tirk çavên xwe li ser negirtina, ev çalakî pêk nedihatin. Ji ber hê rewşa awarte li Turkiyê berdewam e û li ser zagona ” şerê terorê” tekez dike. Çi têkiliyên bi vî awayî bi taybet kirîna amûrên ilktronîk, çek, petrol û hwd pêk nayê, ne ku bi pejrandina saloxgeriya Tirkiyê de be.

Nîşane û belgeyên ku alîkariya bazirganiyê di navbera rejîma Erdogan û rêxistina DAIŞ’ê de diyar dibin:

Kesên ku hevpeyvîn bi wan re hate çêkirin, weke Ebû Ubeyda Eltirkî, Ebû Cîhad Eltirkî, Ebû Elbetar Elcebelî, Ebû Umer Elmuhacir, Ebû Mihemed Eltûnisî, Ebû Sifyan Elşemerî û Aliksender Kutî, li ser têkiliyên aborî yên di navbera rêxistina DAIŞ’ê û dewleta Tirkiyê tekez kirin, bingeha wê bazirganiya petrol, heyberên xwarin û tenduristiyê û berhemên çandiniyê ye, ew jî bi awayekî yekser di Girê Spî re û ne yekser bi rêya:

1-nûnerên ku peyrewên dewleta Tirkiyê ne weke milîsên Artêşa Azad û Cebhet elNnusra, her wiha tekez kirin ku petrol bi rêya boriyên ku di herêmên Elraî, Cerablis û Idlibê de û sehrîcan derbasî hundirê Tirkiyê dibûn.

Ebû Elbetar Elcebelî ji hêla xwe ve tekez kir ku bajarê Girê Spî koka Rêxistinê bû, ew jî bi rêya têkiliyên bazirganiyê yên di navbera Rêxistinê û dewleta Tirkiyê ku gelek heyberên alîkariyê, tenduristiyê, xwarin û hwd di deriyê vî bajarî de digihan Rêxistinê. Ebû Ubeyda Eltirkî jî tekez kir ku gelek navend û berjewendiyên Rêxistinê li Stenbolê hebûn. Her wiha Ebû Mihemed Eltûnisî diyar kir ku wî li hin dîdaran guhdar kir ku Tirkiyê di rêya Idlibê re petrol dikirî û tekez kir ku dema ew di nav Rêxistinê de bû, gelek gotin di navbera endamên Rêxistinê bi taybet ên ewlekariyê hebûn ku bazara firotina zêrê diravgeha Mûsilê di navbera Bîlal Erdogan û rêxistina DAIŞ’ê de hebû – Ebû Ubeyda Eltirkî anî zimên ku Ebû Mihemed Elfirqan ji bo ku bûdceya Rêxistinê pirtir bike, dixwest ku dînanîrên zêr ji wî zêrî çêke, lê di êrîşekê de hate kuştin- û ev bazar di rêya Ebû Ubeyda Eltirkî û Ibrahîm Elkurdî yê xwedî nasnameya Tirkî ye, hate bidawî kirin.

2-Kesê bi navê “Ebû Ehmed Elbehrênî”- Yek ji çeteyên “Tabûra Elbetar”, di sala 2013 an de derbasî Sûriyê bû û di sala 2017`an de hate girtin, diyar kir ku dewleta Tirkiyê kirîyarê sereke yê petrola DAIŞ`ê bû.

Wezareta Qaseya Amerîkî destnîşan kir ku hinek kesan petrol ji DAIŞ’ê bi awayeke nerewa dikirîn û derbasî Tirkî û ji rejîma Sûriyê re kirin, lê piştî zextên Amerîkî, Tirkiyê soz da ku şerê qaçaxiya petrolê li ser xaka xwe bike.

([ Remarks of Under Secretary for Terrorism and Financial Intelligence David S. Cohen at The Carnegie Endowment For International Peace, “Attacking ISIL’s Financial Foundation.. 10/23/2014. U.S. DEPARTMENT OF THE TREASURY. https://www.treasury.gov/press-center/press-releases/Pages/jl2672.aspx

]). Dema ku me di malpera Wezareta Qaseya Emerîkî lêkolîn kir, hat xuiya kirin ku dewleta Tirkiyê ji tora peredana DAIŞ’ê beşeke girin e([ Treasury Designates Key Nodes of ISIS’s Financial Network Stretching Across the Middle East, Europe, and East Africa.. April 15, 2019. https://home.treasury.gov/news/press-releases/sm657]) ku raporên wezaretê destnîşan dikin ku navendên veguhestina pere û zêr ji Rêxistinê û ji bo wê li Tirkî, Sûrî, Iraq û Kendavê belan in, jixwe hê zagona awarte li Tirkiyê berdewam e.

şareyara qaseya Amerîkî xalên sereke yên tora peredana DAIŞ’ê li rojhilata navîn, rojhilatî ewrûpa û bakurê efrîkatê ([ https://home.treasury.gov/system/files/136/2019-04-15MapforOFACPressReleaseCHART.pdf.

Di konfiranseke çapemeniyê de ya wezareta Berevaniya Rûsî bi amadebûna cîgirê wezareta bervaniyê ya Rûsî General “Anatolî Antonof”, serokê saziya pêngavên giştî ya desteya rêveber a artêşa Rûsî General “Sêrgî Rodiskoy” û serokê navenda neteweyî ya rêvebirina bervaniyê ya wezareta bervaniyê General “Mîxaîl Mîzintsezintsef” de, cêgirê wezareta bervaniyê tekez kir ku Tirkî bi tenê petrola ku DAIŞ ji Sûriyê û Iraqê didize, dikire û Rêxistin di salê de nêzî 2 milyar dolar bi dest dixe û van pereyan ji bo tevlîbûna terorîstan û pêkanîna pêngavên terorîst li cîhanê bi kar tîne û raderên paybilind ên tirk tevî Erdogan û endamên malbata wî destên wan tê de heye, ji xwe belgeyên kişandî hene ku vî tiştî tekez dike. Ji hêla xwe ve General “Sêrgî Rodiskoy” tekez kir ku petrola ku bi sedan barhilgiran tê dizîn, di du rêyan de derbasî Tirkiyê dibe, rêya yekem rojhilatî ye ku diçe parzûna Êlih û di rêya rojavayî ve di gundewarê Helebê re digihê bendera Iskenderona ya Tirkî, her wiha rêyeke sêyem anî zimên ew jî di başûrê kurdistanê re di rêya herêma Zaxoyê re ye ku 1100 sehrîc û balhilgir sînorên Iraq û Tirkiyê derbas kirin. Radîskoy diyar kir ku li herêma Silopiyê di hundirê sînorên dewleta Tirkiyê de, hin rawestgehên girtina petrolê hene. Jixwe ev hêrêmên leşkerî ne û bi awayeke yekser di bin serweriya artêşa Tirkiyê de ye ku şereke di navbera Kurdên ku doza demokrasî û mafên xwe yê rewa dikin û dewleta Tirkiyê de li vê herêmê heye û bi giştî 8000 sehrîc û 2000 bermîlên petrolê derbasî Tirkiyê dibin û DAIŞ rojane 3 milyon dolar ji bazirganiya petrolê qezenc dike. General tekez kir ku kurê Erdogan ên xwedî beşgeheke mezin, destên wî tê de heye û hin pirojeyên bazirganî û malbatî di vî war de hene. Wezareta Berevaniyê ya Rûsî diyar kir ku petrol jêdera sereke ya rêxistina DAIŞ’ê ye û dewleya Tirkiryê destên wê di kiryarên peredana terorê heye.

Konfiranseke çapemeniyê ya Wezareta Rûsî, di 2. 12. 2015`an de, tê de rayedarên leşkerî yên Rûsî bekge û palpiştên ku têkiliyên leşkerî û aborî yên dewleta Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan û rêxistina DAIŞ`ê diçespîne, pêşkêş kirin. Dîmen ji Kenala Rosya el-Yewm e.

Berevaniyêya Rûsî: Erdogan û hin endamên malbata wî destên wav di bazara petrolê bi DAIŞ`ê re hene. Di 2. 12. 2015`an de hat belavkirin. Navnîşan: https://www.youtube.com/watch?v=BzlH0beifvs

Xeleka 7 an a dawî ya hevpeyvîn ku “Nas” bi serkêşê DAIŞ’ê “Sedam Elcemek” kiribû. Di 10. 12. 2018`an hat weşandin.Navnîşan:https://www.youtube.com/watchv=2XlTJm_AGsQ&list=PLSgzYsHwMr150GiIsiHHaQu6spbyQWnHD&index=7

1-Serkêşê navdar ê rêxistina DAIŞ`ê “Sedam Elcemel” ê ku di Iraqê de girtiye, di hevpevîneke telefizyonê de, diyar kir ku berî Tebqa, Reqa û rêya Heleb û Idlibê di herêmên ku di bin serweriya Rêxistinê de dûn, Fiyola Xam (petrol) tevde diçû Tirkiyê û peymanên bi kurdan re hew ji bo rawestandina şer bû. Lê bi rêjîm û Rûsiyayê re, petrol bi xwarinê dihate pevguherîn, jixwe bi hezarên endamên DAIŞ`ê çûn Tirkî û hin cihên din.

Rojnameya Atlentik (The Atlantic) a Emerîkî li ser zimanê hin berpirsyarên ewlehiyê yên Iraqî tekez kir ku Rêxistinê beşa mezin a jêdera pereyên xwe (dirav û zêr) bire Tirkiyê û dewleta Tirkiyê çavên xwe ji ser çalakiyên diravî yên DAIŞ’ê girt.

([ Navnîşan: All ISIS Has Left Is Money. Lots of It. DAVID KENNER .MAR 24, 2019. https://www.theatlantic.com/international/archive/2019/03/isis-caliphate-money-territory/584911/

hin rojnameyên Emerîkî … Perên DAIŞ`ê li Tirkiyê. Di 26. 3. 2019`an de hat weşandin. Navnîşan: https://www.youtube.com/watch?v=7_NiBNQ2vIw

4-Bi hevpeyvînekê ya rojnameya (Homeland Security Today) a Amerîkî, serkêşê Rêxistinê (Îsam Elhena) yê bi nasnavê Ebû Mensûr Elmexribî yê di zindanên Iraqê de girtiye, diyar kir ku Tirkî ji Rêxistinê rêyeke peydakirina derman û xwarinê ye ku gelek tişt li ser navê alîkariyê derbas dibin, jixwe derî vekirî bûn. Ebû Mensûr mukir hat û wiho got:” Piraniya petrola Sûriyê diçû Tirkiyê û biçek diçû ji rejîma Esed re û “kurê Erdogan” ji ber petrola DAIŞ’ê dewlemend bû”, lê bazar bi rêya navberkaran çêdibe.” Her wiha Elmexribî tekez kir ku hevpeymanên Rêxistinê bi dewleta Tirkiyê re ji bilindkirina rêjeya ava çemê Feratê, ji bo avdana zeviyên Rêxistinê, peydakirina kehrebê bû û jêdereke sereke ya jiyanê ye – ango peydakirina ewlehiya avê ya Rêxistinê.

5-Kesê bi navê “N.M.E” bi nasnav “Ebû Wefaa Eltûnisî”, Tekez kir ku di navbera rêxistina DAIŞ’ê û dewleta Tirkiyê de navberkar ji bo hinartin û firotina şûnwarên ku ji Sûriyê û Iraqê hatibûn dizîn, hene. jixwe bazirganiya şûnwaran perekirineke baş li kêleka jêderên din weke petrolê û hwd peyda dikin, mînak; li gor daberîna wî saziya Dabiq a ragihandinê ya DAIŞ’ê raporeke bi dîmen weşand tê de diyar dibe ku şûnwarên ku ji herêma Elsalihiyê ya girêdayî Bokemalê hatibûn derxistin, tên wêrankirin, lê belê ev nimûneyên sexte bûn û yên rastî hinardeyî Tirkiyê hatin kirin û yên ku nikarîbûn bidizin jî wêran dikirin, her wiha bazirganiya zêr ku di navbera wan de hebû, “Ebû Wefaa” navê hin navberkarên bazirganiya şûnwaran diyar dike, ew jî ev in:

Ebû Ibêda: Regeznameya wî Sûrî ye, li Ruhayê niştecih e, Zimrûde di çavê wî yê çepê de heye, berpirsiyarê fermî yê şûnwarên ku ji herêma “Til Irban” li parêzgeha Hesekê hatibûn dizîn yên vedigerin şaristaniya Asûrî, bû.

Ebû Qasim: Regeznameya wî Sûrî ye, li Dîlok niştecih e, pisporê pereyên şûnwarî û kevirên pîroz ên vedigerin serdema Romanî bû, ji rêxistina DAIŞ’ê ev şûnwar birin (800 parçeyên zîv, 5 parçeyên zêr, 116 parçeyên zîv ên Sasanî yên mezin, morîkên ji beşê kevirên pîroz ên serdema Romaniyan û gerdeniyên jinan ên Romanî yên buha) da bi nûnerê xwe re yê li Sûriyê “Imad Hemed Elsilêman” ku Regeznameya wî Sûrî ye, li Tirkiyê bifiroşe.

Hecî Mistefa Elnehar: Regeznameya wî Sûrî ye, di nava DAIŞ`ê de weke berbavê şûnwaran dihat naskirin, ji ber ku têkiliyên wî yên xurt bi dewletên biyanî re hebûn.

Ebû Şêba Eliraqî: Emîrê şûnwaran li aliyê Iraqê bû, cîgirê wî “Ebû Şewket Eliraqî” bû, niha li Tirkiyê niştecih in, di 2017’an de berê xwe dan Tirkiyê û bi wan re qalibên zêrî û peykerên ku vedigerin şaristaniya Sumerî hebûn.

6-Kesê bi navê “E.H.M” bi nasnav “Ebû Turab Elsehrawî” Tûnisî ye, di destpêka damezirandina rêxistina DAIŞ’ê de tevlî wê bû, di sala 2013 an de di rêya Entakia re di bajarokê Dar Ize bê ku tu desthilatên Tirkiyê astengiyan jê re derxe derbasî Sûriyê bû, di 2017 an de hat girtin û navê wî yê rastî ji ber sedemên ewlekariyê nehat ragihandin, li dîwana kanzayê li bajarê Tebqayê beşa şûnwaran hate erkdarkirin û sal û nîvekê tê de xebitî, tekez kir ku şûnwarên ku ji herêmên di bin serweriya DAIŞ’ê de derdixistin, dihatin şandin Tirkiyê da ku ji DAIŞ’ê re werin firotin.

Di hevpeyvînekê bi Kenala Elerebiya ya nûçeyan “Bin Ladin Elîtalî” tekez kir ku DAIŞ petrol difrot Tirkiyê û wan jî pertal ji Tirkiyê tanîn û didomand:”DAIŞ’ê çek ji Artêşa Azad, rêjîm Tirkiyê dikirî” û diyar kir ku ew bi hêsanî ji Tirkiyê derbasî Girê Spî bû bêyî ku desthilatdarên Tirk astengiyê jê re çêkin.

([ Bin Ladin Elîtalî: Hemû pertal ji Tirkiyê derbasî herêmên DAIŞ`ê dibû. Çavkanî: Qamişlo – kenala Elerebiya. Dîrok weşanê: yekşemê 8 şabanê 1440 K – 14 nîsanê 2019. KSA 19:39 – GMT 16:39. https://www.alarabiya.net/ar/arab-and-world/syria/2019/04/14/%D8%A8%D9%86-%D9%84%D8%A7%D8%AF%D9%86-%D8%A7%D9%84%D8%A7%D9%8A%D8%B7%D8%A7%D9%84%D9%8A-%D9%83%D9%84-%D8%A7%D9%84%D8%A8%D8%B6%D8%A7%D8%A6%D8%B9-%D9%83%D8%A7%D9%86%D8%AA-%D8%AA%D8%AF%D8%AE%D9%84-%D9%85%D9%86%D8%A7%D8%B7%D9%82-%D8%AF%D8%A7%D8%B9%D8%B4-%D8%B9%D8%A8%D8%B1-, %D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A7 ])

08.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *