LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Îsraîl bi soza derbeyên serbazî gef li Îranê xwar

Îsraîl bi soza derbeyên serbazî gef li Îranê xwar

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê Derve yê Îsraîl Îsraîl Katz ragihand, eger ew neçar bimînin bo astengkirina çekên etomî yên Îranê, ewê êrÎşî Îranê bikin.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê, Îsraîl Katz ji rojnameya Îtalî ya bi navê “Corriere Della Sera” re got: Eger Îran di bernameya etomî ya xwe de xetên sor derbas bike, wê çaxê dê li hember xwe eniyeka mezin bibîne ku ji welatên kendavê û Amerîka pêk hatiye û dê bi sedan mûşekên “tomahawk” bi ser serê Tehranê de bibarin!

Katz her wiha ragihand, eger tekane rêya astengkirina çekên etomî yên Îranê, êrîşa serbazî be wê çaxê Îsraîl dê wê bike û ji bo wê jî amade ye.

Wezîrê Derve yê Îsraîl Îsraîl Katz, eşkere kir ku Îsraîl û Erebistanê bi hev re xwe li hember tehdîdên Îranê amade dikin. Derbarê van gefan de Katz da zanîn ku nikare agahiyên zêde li ser wê yekê bide.

08.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *