LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Erdogan ketiye metirsiyê û bi Babacan û Dawid oglo re ketiye têkilyê

Erdogan ketiye metirsiyê û bi Babacan û Dawid oglo re ketiye têkilyê

Nivîskara rojnamevan Ozlîm akarso tşalîk diyar kir ku Serokê Turkiye Recep tayyp Erdogan komîteyeke ku ji hejmarek ji siyasetmedar û kesayetên paya bilind pêk tê tayîn kiriye da ku endamên veqtiyayî ji partiya desthilat a AKP’ê îqnaa bikin ku tevgera xwe rawestiyînin wekî Ehmed dawid oglo û Babacan.

Tê paîn ku Ehmed dawid oglo û Elî baba can du partiyên nû ava bikin di demeke nêz de.

Rojnamevan Ozlîm akarso tşalîk eşkere kir ku komîteya ku Erdogan tayîn kiriye serdana Serokê berê yê komarê Ebdelah gul kir ku destekê dide baba can û piştre serdana Serokwezîrê berê Ehmed dawid oglo kir. Tişalîk da zanîn ku serdanên komîteya dipolmasî di heftiya borî de pêk hatin, ku ew komîte peywendî ji baba can xwestiye lê heta niha ev pêk nehatiye.

Li gorî agahiyên ku hatine belav kirin, di nava komîteyê de siyasetmedar Feytelah kîklîk cih digre, ku Erdogan wî bi (Birayê mezin) bang dike.

Hate eşkere kirin ku komîteya avakirî armanca wê ewe ku rê li ber Baba can û Dawid oglo ji bo avakirina partiyên nû bigre û li riyên lihevhatinê bigere.

Rojemavan tşalîk ji çavkaniyên têkildar eşkere kir ku yek ji endamên komîteyê ji Dawid odglo xwestiye ku “Ew bi hêvî ne partiya xwe raneghîne ji ber ku ewê parçe bibin”.

Hêjayî bi bîr xisitinê ye ku Cîgirê Serokwezîrê berê Elî baba can di riya hevpeyvîneke televizyonê de eşkere kir ku di destpêka sala 2020 an de ewê partiyeke nû ragihîne. Kesên nêzî Ehmed dawid oglo ve jî eşkere kiribûn ku di meha berfenbarê de dê partiyekê nû ava bike.

10.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً