LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Jerrold Nadler: Trump berjewendiyên xwe di ser ewlekarîya neteweyî ve girtiye

Jerrold Nadler: Trump berjewendiyên xwe di ser ewlekarîya neteweyî ve girtiye

NAVENDA NÛÇEYAN- Serokê Komîteya Dadê ya Civata Nûneran Jerrold Nadler dIyar kir ku Serokê Amerîka Donald Trump bi stîla xwe ya rêvebirînê bo welatê wan “gefan çêdike.’’

Nadler, ku endamê Partîya Demokrat e, da zanîn ku Trump dê were împîçkirin û ew eşkere ye. Wî di rûniştina dawî ya li komîteyê de got ku ‘’delîl nîşan didin ku Trump berjewendîyên xwe çawa di ser ewlekarîya neteweyî ve girtiye.’’

Serokê Komîteya Dadê diyar kir ku Trump bo hilbijartinên Amerîka û sîstema demokratîk a hikûmetê gefan çêdike û da zanîn ku ew weke komîte dûrxistina wî dixwazin.

Li ber e ku Trump bi ‘’karanîna desthilatê bi awayekî xirab’’ û ‘’astengkirina kiryarên Kongresê’’ were tawanbarkirin. Komarîyên di komîteyê de ser gotinên Nadler bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew dijî Trump ‘’peyvajoyeke sîyasî ye’’

Yek ji endamên Komarî yên Komîteya Dadê ya Civata Nûneran, Doug Collins got ku ‘’Demokrat naxwazin qebûl bikin ku Donald Trump serokê Amerîka ye û ti berbijarê wan yê dikare wî di 2020’an têk bibe tune ye’’.

10.12.2019

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *