LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve gelek penaberên ji Hums û Idlibê lê hatine bi cih kirin ku ew penaber ne bi razîbûna xwe hatine vehuestin û dewleta Turk ew neçar kirine li nava wan bajaran werin bi cih kirin an jî gef li wan xwariye ku ewê bê cih û war bimînin.

Di berdewamiya polîtîka guhertina demografiya heremên dagirkirî ji aliyê dewleta Turk û çeteyên wê ve, li gundên Serê Kaniyê bi dehan ji malbatên çeteyan lê hatine bi cih kirin û xelkê resen ê heremê ji gundên wan têne derxistin.

Li gorî çavkaniyên heremî, gundê Qitînê yê bi ser bajarê Serê Kaniyê ve ku piraniya niştecihên wî gundî Kurd in, çeteyên dewleta Turk piştî ku hin malbatên Sefranî li wir bicihkiribûn, cardî di 06.12.2019 de hejmarek ji xelkê Idlibê bi erebe û pezên xwe li baxçeyên derdorî gundê Qitînê bicihkirin.

Penaberên ku di wî gundî de derbasî malên sivîlan bûne, ji xelkên resen ên gund re gotin “Em bi neçarî derbasî vir bûne” û ji me hatiye xwestin ku em bêjin ku em bi razîbûna xwe hatine li vir bi cih bûne.

Dewleta Turk û çeteyên wê ji wan penaberan xwestiye ku ew bêjin em razî ne hatine vir, çavkaniyeke ji nava bajarê Serê kaniyê da zanîn ku hejmarek ji penaberan ji ber zor û zehmetiyên veguhestina wan bi gelek rêbazên ne mirovî li kolanan dihatin avêtin ku eşkere kirin ku ew li çend kamp û bajaran ji bakurê Helebê û Turkiye û niha li vê heremê hatine belav kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku dewleta Turk bi behaneya penaberan operasyona dagirkina Girê spî û Serê Kaniyê kir, lê di rastiyê de ew penaber ji Hums û Idlibê ne û piraniyên wan ji malbatên çeteyan e.

14.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *