LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / Guardian: Dewleta Turk bi hezaran çeteyên Sûrî li Lîbiya yê bicih kirine

Guardian: Dewleta Turk bi hezaran çeteyên Sûrî li Lîbiya yê bicih kirine

Kovara Guardian ya Birîtanî di raporteke rojnamavanî de eşkere kir ku dewleta Turk zêdetirî 2000 çeteyên jîhadîst ên Sûrî ji bo Lîbiya yê rêkirine ta ku tevlî şerê navxweyî yê wî welatî bibin.

Her wiha Guardian diyar kir ku hemo çeteyên aniha li Lîbiya yê dimînin ji Sûriya ne, û di nava refên artêşa niştîmanî a bi ser opozosyona Sûrî ve bi cih dibin, hevdem tekez kir ku 300 çete ji koma bi navê Firqeya Dûyemin, û 250 ji Firqeya Sêyemin, û ev girûp hatin şandin ji lîbîa yê re.

Di heman demê wê kovarê da zanîn ku komên çete ji dergeha Kilis ya sînorî ji xaka Sûriya derdikevin û ji wir re aliyên serbazî ên berpirsyarên Turk wan ji bo balafirgehan vediqetîn û bi wê rêkê re çete berê xwe didin Lîbiya yê.

 #Rojev24

شاهد أيضاً

Astana 7 jî tê lidarxsitin lê pilana Rûsya Îran û Tirkiyê hê jî pêk nehatiye

NAVENDA NÛÇEYAN – Li peytexta Kazakhstan Astanayê civîna 7’emîn tê lidarxistin. Biryara ku di civîna …

اترك تعليقاً