LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Çavdêran: ENKS ê welatiyan bertîl dikin

Çavdêran: ENKS ê welatiyan bertîl dikin

NAVENDA NÛÇEYAN – Encûmena niştimaniya Kurd bi rê û rêbazên cur bi cur hewldide ku gel bikşîne ofîsên xwe

Piştî erêkirina rêveberiya xweser li ser insyatîfa yekîtiya refê kurd ku jinêral Mezlûm Ebdê doz kiribû li ser vî esasî encûmena niştimaniya kurd ofîsên xwe vekirin.

Endamên encûmena niştimaniya kurd bi sedema pêk anîna berjewendiyên xwe yê şexsî rola xwe di nava civakê de winda kirin, di encam de hate xuya kirin ku ji ber ku bargeha wan ya civakî di rojavayî kurdistanê nema bû ofîsên xwe vene dikirin.

Di dema dawî de encûmena niştimaniya kurd rêbazê bertîl kirina hin kesayetên di nava civakê de rola wî hebe wan bi pereyan didin qania kirin ku were di ofîsên wan de Rûnên. Her wiha di nava encûmenê de xwedî ciheke bilind be. Bi vî rengî bandorê li civakê bikin û bargeha xwe ya civakî çêbike.

Hin çavkanî diyar kirin ku agahiyên ku dibêje encûmena niştimaniya kurd pereyan pêşkêşî hin kesayetan dikin ku hijmareke ji ciwan û çînên cuda bikşînin ofîsên xwe. Her wiha çavkanî diyar kir ku sedema ne vekirina encûmena niştimaniya kurd ji ofîsên xwe di insyatîfa Ferensî û kongereya niştîmaniya ya kurdistanî di sala bûrî de rêveberiya xweser pêşkêş kiribû ku wan bi şert û mercên cur bi cur her dem raya giştî dixapandin ku di radigihandin sedemên ne rast diyar dikin, lê belê sedema rast ku encûmena niştimaniya kurd bargeha xwe ya civakî di rojavayî kurdistanê winda kiribû.

Weke tê zanîn ku piştî biryara rêveberiya xweser di dema dawî de encûmena niştimaniya kurd ofîsên xwe li kantona cizîrê û Firatê vekirin.

Rojev24
2020-02-13

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً