LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Şêniyên gundê Başemrê: Em dev ji xaka xwe bernadin

Şêniyên gundê Başemrê: Em dev ji xaka xwe bernadin

Şêniyên gundê Başemrê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê destnîşan kir ku ew ji gundê xwe dernakevin û dê heta dawiyê li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin.

Gundewarên navçeya Şêrawa ya Efrînê ji êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker bêpar neman. Dagirker bi rêya topbaranê dixwaze gundan vala bike û polîtîkaya guhertina demografî pêk bîne.

Gundê Başemrê yê navçeya Şêrawa rojane ji aliyê artêşa Tirk ve tê topbarankirin û ji aliyê rejîma Sûriyê ve jî di nava dorpêçê de ye. Zêdeyî hefteyekê ye dibistan hatine girtin, ji ber metirsiyên ku li dijî xwendekaran komkujî pêk were. Her wiha şênî neçar dimînin ku ji ber topbarana dijwar xwe li gund di jêrzemînan de bi cih bikin.

Di vê derbarê de ajansa me encamên topbarana dewleta Tirk a dagirker û rewşa gund şopand û şênî der barê êrişên hovane de axivîn.

Necmedîn Mihemed yek ji niştecihên gund e û wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hovane gundê me topbaran dike. Mal û milkên sivîlan têne hedefgirtin û ji ber wê jî sivîl şehîd dibin û birîndar dibin û di nava wan de zarok jî hene.”

Mihemed destnîşan kir ku ewê bi berxwedaniya xwe li hember êrişên dagirkeran bisekinin, li ser axa xwe li ber xwe bidin û di dawiyê de wiha anî ziman: “Em neçar dimînin xwe di jêrzemînan de bih bikin da ku zarokên xwe biparêzin. Em di veguhastina astendaran de zehmetiyan dikişînin.”

Zarokê bi nave Ehmed Nibo jî wiha anî ziman: “Êrişên dewleta Tirk nahêlin em biçin dibistanan û xwendina xwe temam bikin. Wekî ku beriya du salan çawa balafirên şer li Efrînê pêk anî.”

Ehmed Nebo got top nêzî wan ketin, ji ber wê hevalekî wî birîndar bû û got: “Ji beriya hefteyekê ve em neçûne dibistanê.”

Ji aliyê xwe ve şêniya bi navê Ayşa Hemîd wiha got: “Rejîma Sûriyê li dijî me êrişên hovane û binpêkirinan pêk tîne û di heman demê de jî dewleta Tirk a dagirker heman sûcî dike. Her wiha di encama topbaranên bêserûber bûye 4 roj in ji malên xwe bi der neketine û di encamê de şehîdên sivîl û birîndar ji gund çêbûn.”

Ayşa Hemîd piştrast kir ku çiqas artêşa Tirk a dagirker hovîtiya xwe zêde bike ji gundê xwe bi der nakevin.

Şêniyê bi navê Husên Hilo der barê topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku tevlihevî li gund çêkiriye axivî û wiha anî ziman: “Der heqê pêkanîna dewleta Tirk komkujiyên li dijî me de li beramberî astengî û azarên rû bi rû ne û neçar dimînin di jêrzemînan de xwe veşêrin. Bi wê re jî êşên me tevî dorpêç û êrişên bêserûber zêde dibin.”

Li aliyekî dîtir jî şêniya bi navê Almaz Elo da zanîn ku ji zêdetirî 4 salan ve dewleta Tirk a dagirker êrişî wan dike û di vê hefteyê de êriş zêde bûn.

Her wiha li gundên navçeya Şêrawa ya girêdayî Efrînê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane û bi awayekî yekser sivîlan hedef digirin.

شاهد أيضاً

Bi hejmar talaniya li Girêspî û Serêkaniyê

NAVENDA NÛÇEYAN-Komîteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî talana dewleta Tirk …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *