LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / PYD: Armanc ji hevdîtina ENKS û Çavuşoglu têkbirina insiyatîfa yekitiya niştimanî ye

PYD: Armanc ji hevdîtina ENKS û Çavuşoglu têkbirina insiyatîfa yekitiya niştimanî ye

Meclisa Giştî ya PYD`ê diyar kir ku hevdîtina ENKS û Wezîrê Karê Derve ya Tirkiyê armanc jê têkbirina insiyatîfa yekitiya niştimanî ye.

Têkildarî hevdîtina di navbera ENKS û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de, PYD`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PYD`ê di daxuyaniyê de, bal kişand li ser bandora hevdîtinên li ser yekitiya kurdî û got: “Hevdîtina ENKS`ê bi wezîrê karê faşîst ê Tirkiyê bê ku êş û azarên ku gelê me dikşîne, di ber çavan re derbas bike, bandoreke neyinî li ser insiyatîfa Fermandariya Hêzên Sûriyê Demokratîk a nêzikbûna di navbera aliyên siyasî yên kurdî de dike. Em dibînin ku ev hevdîtin armanc jê têkbirina insiyatîfê ye û bi vê yekê ENKS`ê tê pêşberî refleksa gel. Em piştrast dikin ku gelê Kurd êdî zana bûye û êdî kesên ku şaştiyên berê dûbare bike, rehmê lê nake.”

PYD`ê da zanîn ku di rojên îro de, ji bo hîn herêmên wan, ew hewcedariya yek helwestekî zelal li dijî hêzên dagirker a faşîst in, lê danûstandina bi hêzên dagirker bi vî rêbazî, xizmeta siyaseta hêzên dagirker dike.

JI PYD`ê BANGA JI BO GEL:HIŞYAR BIN

PYD`ê di dawiya daxuyaniyê de, bang li gel kir û got: “Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî lîstok û komployên ku li dijî wan ji aliyê hêzên faşîst re tê kirin, hişyar bin û bi rêya têkoşîna bi hev re ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, yekitiya xwe xurt bikin.”

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً