LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / S: Şîraz Hemo: Civaka navneteweyî berpirsên komkujiya gundê Aqîbê ye

S: Şîraz Hemo: Civaka navneteweyî berpirsên komkujiya gundê Aqîbê ye

Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Aqîbê pêk anîne, şermezar kir. Şîraz bang li civaka navneteweyî kir ku mudexele bike û rê li pêşiya binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker bigire.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 25`ê Sibatê de komkujiyek li ser sivîlan li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê pêk anî. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn.

Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo komkujî şermezar kir.

Şîraz teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hertim şêniyên Efrînê yên ku ji warên xwe koçber bûne dikin hedef.

Şîraz wiha got: “Armanca wan ew e ku vîna şêniyan têk bibin û wan neçarî koçberiyê bikin. Lê şênî bi berxwedan û têkoşînê li hember wan planan têk dibe. Beriya vê dagirkeran komkujiyek li Til Rifatê pêk anîn. Beriya çend rojan jî jinek li navçeya Şêrawa kirin hedef. Îro jî komkujiyek nû li gundê Aqîbê pêk anîn.”

Şîraz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, îdea dike ku ji bo mirovahiyê kar dike, hertim li hember Yekîtiya Ewrupayê û dewletên din kaxiza penaberan bi kar tîne. Lê di rastiyê de ew ji mirovahiyê dûr e û gele Efrînê qetil dike. Çete, ji bo tola binkeftina li Idlib û Helebê ji navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê vedike. Ev îşaret pê dike ku dewleta Tirk li Idlibê û Helebê bi bin ket. Rûberên fireh li gundewarên her du parêzgehan wihda kir. Lewra tola xwe ji şêniyên Efrînê hiltîne. Piştî ku nikarî armancên xwe li Idlib û Helebê pêk bîne hovîtiya wê li hember gelê Sûriyê bi taybet şêniyên Efrînê zêde bû.”

Şîraz bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê komkujiya gundê Aqîbe şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku helwestek cidî li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nîşan bide. Serokê wan Erdogan darizîne û sînorekî ji êrişên li ser sivîlan re dane.

Di dawiyê de Şîraz got: “Şêniyên Efrînê dê berxwedana xwe heya rizgarkirina axa xwe û vegera Efrînê bidomînin

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً