LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Birîndarên sivîl şahidên êrişên dewleta Tirk û çeteyan in

Birîndarên sivîl şahidên êrişên dewleta Tirk û çeteyan in

Ji ber êrişên komên çeteyan ên di bin ala Tirkiyê de şer dikin, sivîl birîndar bûn. Ew sivîlên birîndar êdî bûne şahidên hedefgirtina çeteyên artêşa Tirk a dagirker sivîlan di êrişên xwe de.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide xwe wek parêzvanê gelê Sûriyê ragihîne. Lê kiryarên wê berovajî îdiayên wê ne. Di êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de gelek şêniyan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn.

Hovîtiya çeteyên Tirkiyê di mejiyê birîndarên şer de zindî ye.

Di 5`ê Nîsana 2016`an de çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi topan êrişî taxa Şêxmeqsûd kirin. Hinek ji wan jî çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra ne. Bi dehan sivîl bê cudahî kirin hedef. Çeteyan li dijî taxê çeken herî giran bikar anîn.

Jina bi navê Nediye Îsa El-Ibrahîm a ji pêkhateya Ereb e û dayîka 4 zarokan e. Di beşa Rojhilatê taxa Şêxmeqsûd dimîne. Nediye yek ji qurbaniyên topbarana li dijî taxa Şêxmeqsûd a sala 2016`an de ye. Dema hewl dida zarokên xwe di jêrzemînekê de biparêze topek li avahiya li hemberê wan ket û parçeyên topê li wê ketin.

Ji ber wê destê Nediye yê rastê astengdar bû. 17 cm ji hestî û damarên destê wê qut bû. Niha Nediye tê dermankirin. Li gorî bijîşkan rêjeya pêşketinê di destê wê de ji sedî 5 derbas dike.

Heman senaryo li ser şêniyên Efrînê dubare bû. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê kirin. Di encamê de bi sed hezaran sivîl neçar man ji warên xwe koçber bibin. Piştî ku şênî koçber bûn jî dewleta Tirk a dagirker li Şehbayê jî belaya xwe ji wan venekir.

Şêniyê bi navê Xesan Sîdo Mamiş ji navçeya Mabata ya girêdayî kantona Efrînê ye. Ew jî mîna bi hezaran şêniyên ku di dirêjahiya 58 rojan de liber xwe dan. Lê ji ber komkujiyên êrişkera Tirk û çeteyên wê li dijî wan li gel bêdengiya navneteweyî, hişt ku ew neçar bibe ji warê xwe derkeve û li kantona Şehbayê bi cih bibe.

Mamiş dema digihêje kantona Şehbayê tevî malbata xwe berê xwe dide Til Rifetê. Li wir berxwedana xwe berdewam kirin, ji bo ku vegerin warên xwe. Li wir şêniyan xwe birêxistin kirin. Lê mixabin çeteyan bi şev bi 6 topan Til Rifet kirin hedef.

Di encamê de Mamiş di serî, ling û destê xwe de bi bermehiyên topbaran birîndar dibe. Li ser wê Heyva Sor a Kurd bi lez wî dibin nexweşxaneya Evrîn. Jê re niştergeriyek di lingê rastê de çêkirin. Lê niştregerî biser neket. Ji ber wê ji Helebê re hate veguhestin.

Mamiş niha bi rêya çû dimeşe. Ji ber ku hîna bermahî di lingê wî de ne. Ji bo ku debara xwe peyda bike turikên nan li beşa Rojhilatê taxê difroşe.

Sivîlên ku ji ber êrişên çeteyan birîndar bûne, teqez dikin ku birînên wan bûne şahidek zindî li ser asta hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Binpêkirinên wan ên ku pê armanc dikin sivîlan bitirsînin û bikujin da ku herêman kontrol bikin, eşkere dikin.

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً