LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Artêşa Tirk a dagirker nûçeyên revandina sîxurên xwe parve dike

Artêşa Tirk a dagirker nûçeyên revandina sîxurên xwe parve dike

Rûpelên girêdayî istixbarata Tirkiyê yên toreya civakî nûçeyên girêdayî revandina kesên ku bi istixbarata Tirkiyê re kar dikin, belav dikin. Bi vê yekê armanc dikin ku karê wan ê “ajantiyê-sîxuriyê” veşêrin.

Artêşa Tirk a dagirker hinek sîxurên xwe dişîne Tirkiyê da ku tev li perwerdeyên taybet bibin. Li ser malperên toreya civakî jî îdia dike ew kes hatine revandin. Armanc ew e ku wan li ber çavan veşêre û gel bixapîne.

Çavkaniyek ji kantona Efrînê diyar kir ku malperên toreyên civakî yên girêdayî istixbarata Tirkiyê nûçeyên revandina hejmarek sivîlên ji kantonê belav kirine. Ew kes di bingehê de sîxurên dewleta Tirk in û bi rêya van nûçeyan dixwaze bişîne Tirkiyê da ku tev li perwerdeyan bibin û bi erkên taybet werin erkdarkirin.

Çavkaniyê navên hinek sîxurên artêşa Tirk a dagirker eşkere kir. Hinek ji wan ev in; Fadil Horo ji navçeya Reco ya girêdayî Efrînê ye û serokê meclisa herêmî ya girêdayî dagirkeran e. Mihîdîn Şêx Nasan, cîgirê buroya alîkariyê ya Efrînê ye. Mihemed Şaban kurê Ehmed ê ji navçeya Bilbilê ye û endamê meclisa herêmî ya Bilbilê ye. Zabitê ku ji hêzên rejîma Sûriyê qut bûye Henan Hebîb ê ji gundê Qurnê yê girêdayî navçeya Mabatayê, wek perwerdekarê komên çeteyan ên ku niha bi navê Artêşa Watanî ya Sûriyê têne binavkirin kar dike.

شاهد أيضاً

S: Celûl: Erdogan hewl dide li Sûriyê şerekî navnetewî li dijî Kurdan biafirîne

Lêkolînerê Akademiya Parîsê yê Jeopolîtîk Feysel Celûl got: “Stratejiya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li …

اترك تعليقاً