RÛKEN BERÎ- FATMA SÎNO
HESEKE- Şêniyên bajarê Tebqa yên niha li Heseke dijîn anîn ziman ku çeteyên DAIŞ`ê xwestin wan weke mertalên zindî bi kar bînin. Koçberan gotin ku ew li benda şervanên QSD’ê ne ku herêmên wan ji çeteyan rizgar bikin, da ku vegerin warê xwe.
Welatiya bi navê Meryem Xazî ya ji bajarê Tebqa ku tevî hevjîn û 5 zarokên xwe ji bajarê xwe koçberbûne, niha li bajarê Heseke dijîn. Malbat di riya ji Tebeqa û heta Hesekê ku mesafeya wê tenê çend saetên 6 rojan dimînin.
DAIŞ’ê bi zanebûn gel ditirsîne
Meryem Xazî di destpêka gotinên xwe de anî ziman ku çeteyên DAIŞ`ê di mizgeftan de û li kolanên Tebqe geriyan û gotin QSD`ê û balafirên koalisyonê wê bendava Tebqayê biteqînin û wiha pê de çû: ʺPiştî ku gel ev yek bihîst tirsiye. Hemû şêniyên Tebqa ketine nava metirsiyê, dev ji mal û mulkên xwe berdan û berê xwe dan bajarê Reqqayê û çolê. Serçetyên DAIŞ`ê sûd ji vê yekê girtin. Xwe xistin nava koçberan de û bi me re ji Tebqayê reviyan. ʺ
Gel kirin mertal
Meryem lîstoka ku çeteyên DAIŞ`ê bi serê şêniyên Tebqayê kirine wiha vegot: ʺPiştî du saetan em ji bajarê xwe Tebqayê derketin em gihîştin bajarê Reqqayê. Piştî ku serçeteyên wan gihîştin Reqqayê ketin nav me de û gel neçar kirin ku dîse vegerin Tebqayê. Her wiha gel neçar kirin ku cilên DAIŞ`ê li ber xwe bikin.ʺ
Bi vê mijarê ve girêdayî Meryem anî ziman ku piştî ew rastî van nêzîkatiyên DAIŞ`ê hatin, ew têgihîştin ku DAIŞ`ê ji bo çete û malbatên wan ên li Tebqa dimînin, bighêjin Reqqayê gotegotên wisa belav kirin û wiha dirêjî da azaftina xwe:ʺ Bi zorê xwestin ku em vegerin Tebqayê û me weke mertalên zindî ji xwe re bi kar anîn.”
Koçberî xelasî bû
Meryem di berdewamiya gotinên xwe de wiha got: ʺPiştî ku em têgihîştin ku DAIŞ dixwaze me weke mertalên zindî bi kar bîne min û malbata xwe û malbatên tiyên min biryar da ku em ji Reqqayê derbikevin û berê xwe bidin herêmên bi ewle. Hejmara me 60 kes bû. Roja 29`ê adarê em ji Reqqayê derketin. Bi meşê me berê xwe da çemê Feratê. Bi riya keştiyên biçûk ên şêniyên herêmê em derbasî aliyê dîtir ê ava Firatê bûn.ʺ
Meryem Xazî anî ziman ku ew 4 rojan li çolê man û wiha dewan jur: ʺPiştî em 4 rojan li çolê man, me konekî ku koçberan vedane dît û me berê xwe da wî konî. Konê wan têra me û wan ne dikir ji ber vê yekê me berê xwe da malên ku xwediyê wan koçber bûne. Koçberan ku me ew di rê de dîtin, agahî dan me ku QSD`ê li herêmê ye û dilê me rehet bû. Êdî em nema ditirsiyan. ʺ
QSD`ê korîdoreke bi ewle ji me re vekir
Meryam Xazî destnîşan kir ku ew di malên ku xwediyên wan koçber bûne man heyanî ku hêzên QSD`ê xwe gihandin wan û korîdoreke bi ewle ji wan re vekirin û wiha got:ʺ Şervanên QSD`ê xwedî li me derketin. Nivîn, xwarin û av dan me. Korîdorek ji me re vekirin û em gihandin ciyên bi ewle. Dema ku QSD`ê gihîştin me êdî em ji mirine rizgar bûn û me nefes girt.ʺ
Li Heseke dijîn
li ser sedema wan a hatina bajarê Heseke Meryem Xazî wiha got: ʺXesû û xezûrê min piştî ku çeteyên DAIŞ`ê Reqqayê dagirkirin wan berê xwe dan bajarê Heseke û li vir dijîn. Şervanên QSD`ê destûr dan me ku em werin gel malbatên xwe û li Heseke bijîn. Bibû du salan me xizmên xwe nedîtibûn û em niha bi hev re dijîn û ji westandina koçberiyê rizgar bûn. ʺ
dixwazin vegerin warê xwe
Meryem Xazî dixwaze vegere ware xwe û di dawiya xaftina xwe de wiha got:ʺ QSD`ê gelekî bi me re bû alîkar û em ji wan gelekî razî ne. Em ji mirine rizgar kirin. Em hêvîdarin ku bajarê me di demeke nêz de rizgar bikin û em vegerin bajarê xwe Tebqa. Ez ji şêniyên Tebqa û Reqqayê re dibêjim ku QSD`ê zarokên Sûriyê ne û ew ê me ji zilma DAIŞ`ê rizgar bikin.ʺ
(np/dc)
ANHA