LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / KRONOLOJIYA NÛÇEYAN

KRONOLOJIYA NÛÇEYAN

KRONOLOJIYA NÛÇEYAN

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

  • – Hêzên QSD`ê bersiva êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser herêma Tebqayê dan û di encama bersivdayînê de bi gelek çete hatin kuştin û termê 16 çeteyan kete destê şervanan.

 

  • – 20 çeteyên DAIŞ′ê 7 Nîsanê de, bi awayekî veşartî xwe berdan bejahiya herêma Şedadê û êrîşî noqteyên QSD′ê kirin. Lê şervanan tevgerên wan şopandin û bersiva êrîşê dan. Di encamê de, li herêmê pevçûn rû dan û 9 çete hatin kuştin, cenazeyên wan ketin destê şervanan. Çeteyên din jî birîndarên xwe rakirin û ji herêmê reviyan.

 

  • – Êlên Ereb ên herêma El-Zêdî ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Girê Spî Lîwa Fursan El-Cezîra ava kirin û tevlîbûna nava refên QSD′ê ragihandin, da beşdarî Hemleya Xezeba Firatê bibe û li dijî çeteyên DAIŞ′ê şer bikin.

 

  • – Çeteyên DAIŞ`ê sivîlên gundê Sefsafah ku li rojhilatê Tebqayê dikeve bi hawanan topbaran dike. Di encamê de gelek sivîl birîndar bûn.

 

  • – Ciwanê bi navê Emar Yasir Mustefa ji bajarê Dêrezorê ye, ji çeteyên Tirkiyê veqetiya û xwe radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir. Mustefa got ku Tirkiyê bi sozên derew, ciwanên herêmê dixapîne.

 

  • – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 6 Nîsanê bi awayekî berfireh êrîşî gundên Um Hoş, Qol Sirûc, Til Midyeq, Semûqa, Hesiye, Helîse û dibistana El-Mûşat ên herêmên Şahbayê kirin. êrîş rastî bersivdayîna şervanên Ceyş El-Siwar hat, di encamê li herêmê pevçûn derketin û 7 çete hatin kuştin.

 

  • – Hevserokê PYDê Salih Muslim piştgirî da êrîşa Amerîka ya li dijî Sûriyeyê û got, “Ez hêvî dikim ku wê ev yek tenê bi rejîma Sûriyeyê re bi sînor nemîne û wê ji aliyên din ên ku bi çekên kimyewî sivîlan dikin hedef jî hesab were pirsîn.”

 

  • – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova daxuyand ku Amerîka bi êrîşa xwe ya li hemberî baregeha hewayî ya Sûriyeyê derbeyeke giran li pêvajoya çareserî ya li Astana û Ceneveyê xist.

 

  • – Cîgirê Nûnerê Berdewamî yê Rûsya yê li NeteweyÊn Yekbûyî (NY) Vladimir Safronkov got êrîşa Amerîka ya li dijî Sûriyeyê destê terorîstan bi hêz dike .Her wiha anî ziman ku hikûmeta Sûriyeyê ne xwediyê kontrola wê herêma ku tê îdiakirin êrîşa kimyewî lê pêk hatiye û got, “Terorîst dikarin gelek tiştên xwe li wir veşêrin, dosyeya çeka kimyewî jî di nav de.”

 

  • – Nivîsgeha serokkomarê Sûriyê li daxûyaniyekê ragihand ku êrişa Amerîkayê ser pêgeha hewayî ya El-Şeîratê li Humsê kiryarekî ahmaqî ye û nîşana reşbîniya siyasî û eskerî ya vî welatî ye.

 

  • – Parêzgarê Humsa Sûriyê Telal El-Berazî ragihand ku Amerîkayê bi daxwaza Îsrayîl, Erebistan, Ingilîz û Tirkiyê êrişî ser axa Sûriyê kiriye.

 

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

  • – Hat diyarkirin ku çeteyên ku li taxên rojavayê Mûsilê asê mane, sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin, bi armanca ku pêşiya wan bigire, qetlîamên mezin li dar xistine.

 

  • – Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Saet Hedîsî, anî ziman ku hikûmeta Iraqê nahêle ku ti hêzekî derve di axa Iraqê de operasyonekî leşkerî pêkbîne.

 

  • – Iraq nerazîbûna xwe ji êrişa mûşekî ya Amerîkayê ya li dijî Sûriyê aşkere kir û ew yek bi pêşhateke pir metirsîdar bi nav kir.

 

BAKÛRÊ KURDISTAN Û TURKÎ

  • – Qeyûmê tayînî Şaredariya Sêrtê bû, 4 karkerên ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê û mîtînga HDP’ê bûn ji kar derxist.

 

  • – 3’emîn Rûniştina doza Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besime Konca li 2’emin Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hat ditin. Heyeta dadgehê bi hinceta “şika bireve heye” Konca bernedan.

 

  • – Li Girtîgeha Tîpa L a Çorûmê yekîneya ku ji leşker û polîsên “gazî” pêk tê, êrîşî girtiyên di greva birçîbûnê de kirin, dest û lingên wan şikandin.

 

  • – Serokwezîr Binali Yildirim li ser enkaza malên hilweşandî ya Şirnexê axivî. Yildirim ê careke din soza qedandina PKK’ê da ji bajarê beriya niha sedî 11 deng dabû wê sedî 80 dengê “Erê” xwest.

 

  • – DAIŞê bangî milîtanên xwe yên li Tirkiyeyê kir û ji wan xwest ku di referandûma guhertina destûra bingehîn a 16ê Nîsanê de ‘êrîşê bibin ser hemû sindoqan.”

 

  • – Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û berpisê aboriyê Mihemed Şîmşek dibêje, berdewamiya rewşa awarte li derve bandorek neyînî li Tirkiye dike û hikûmet dixwaze rewşa awarte rake.

 

  • – Serok û berdevkên partî û saziyên Kurdistanî yên li Amedê li dijî gotin û gefên Erdogan û hikûmeta AK Partiyê yên li hember daliqandina ala Herêma Federal a Kurdistanê bertek nîşan dan û daxuyaniya Erdogan a li hember alê wek durûtiyê nirxandin.

 

ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

  • – Wezîrê Derve yê Îranê Muehemed Cewad Zerîf got, Amerîka bi hincetên sexte li baregeha Sûriyeyê ya Şeyratê ya hewayî ya Sûriyeyê xistiye.

 

  • – Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê Elaedîn Brucerdî got: Kiryara nemaqûl a Emerîkayê ya êrişa ser Sûriyê bêguman dê dûhatên cidî hebin, jiber ku Rûsiye û Îran li hember van kiryarên li dijî mesilhet û aramiya navçê bêdeng namînin.

 

CIHAN

  • – Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence bi rêya telefonê li Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu geriya û ji bo Îsraîlê piştgirî da operasyona Sûriyeyê, spasiya Îsraîlê kir.

 

  • – Hat îdiakirin ku Amerîkaya piştî ceribandinên moşekên balistik ên Koreya Bakur, wê çekên kimyewî li Koreya Başûr bi cih bike.

 

  • – Li paytexta Swêdê bajarê Stokholmê, kamyonek kete nav qerebalixê, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek birîndar bûn.

 

EDETOR: AMARA

08.04.2017

ROJEV24

شاهد أيضاً

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 28/08/3018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ: *Komîteyên Hawarhatinê yên Erebî – Kurdî derbarê binpêkirinên ji aliyê çeteyan …

اترك تعليقاً