LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / KRONOLOJIYA NÛÇEYAN

KRONOLOJIYA NÛÇEYAN

KRONOLOJIYA NÛÇEYAN

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

  •  Fermandariya Giştî ya QSD′ê ragihand ku komkujiyên ku çeteyên DAIŞ′ê bi serê sivîlan dikin, lawaziya wan nîşan didin û soz tolhildanê da.

 

  •  Li rojhilatê Tebqa di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar rû didin. Di şer de heta niha 12 çete hatin kuştin.

 

  •  Endamê Fermandariya Cebhet El-Ekrad Nûrî Ebû Hecî got ku armanca komên çete yên girêdayî Tirkiyê ji êrîşên li ser herêma Şehbayê ew ku riyekê di navbera herêmên şehbayê ku di bin dagirkeriya Artêşa Tirk de ye vebikin. Hecî destnîşan kir ku ew ê hemû pîlanên dagirkeran têk bibin.

 

  •  Sekvanekî artêşa Tirk a dagirker zarokekî herêma Bandava Şehba kir hedefa xwe û ew birîndar kir, Zarokê bi navê Ziyad Betal ê 14 salî ku di zikê de birîndar bibû niha li nexweşxaneya Avrîn a Efrînê tê dermankirin. Bijîşkan diyar kirin ku reweşa Ziyad xerab e.

 

  •  Rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî ji Rûdawê re ragihand ku li bajarê Reqa ya Sûriyê 5 zarok û 4 jinên kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

 

  •  Hêzên Asayîşê yên Jin li bajaroka Şedadê li ser daxwaza jinên Şedadê navendeke xwe vekirin.

 

  •  Pêlên koçberiya ji herêmên Şehba û herêmên din ên Sûriyê ku ji ber kiryarên çeteyên artêşa Tirk a dagirker, DAIŞ`ê û komên din pêk tê û berê xwe didin Kantona Efrînê, didome.

 

  •  Hêzên Rêjîmê bi tûndî bajarê Enedan yê li gundewarê Helebê. di bin destê rikberiya şûriya de topbaran kirin. çalakvanên bajar diyar kirin ku hêzen rêjîmê bi 120 mûşek û topên giran bajarê topbaran kirin.

 

  •  Nûnêra Amerîkî Nikki Haylî di axaftina xwe de di encûmena Ewlehî de diyar kir ku welatê wê amade ye ku pêhtir êrîşan bi ser Sûriya de bibe, û got em bihêvî ne ku em di vî mijarî de neçar nemînin.

 

  •  Di ragihandinek çapemenî de Qesra spî li ser zimanê şon Sipayser diyar kir ku serokomarê Amerîka gavên xwe yê tên dijî rejîma şûriya diyar nake û li barê êrîşa Dawî diyar kir ku guncav bû û di cihê xwe de hat.

 

  •  Rêxistina Daişê bi otombîleke bombekirî dora kampa Rikban ya penaberan li ser sinorê Urdinê teqand, û di encamê de hejmareke leşkerên RikberiyaSûrî haitn kuştin û birîndar ketin.

 

  • Karwana koçberên Weir ya Çaran ji taxa Humsî derket, di qunaxeke din de ji pêkanîna xalên rêkeftina rikberiya Sûrî û Rêjîmê. Ev karwana koçberan dê berê xwe bide bajarê Cerablusê li gundewarê Helebe li bakurê Sûriyê.

 

  •  Odeya operesyonên Bunyan El-Mersûs ragihand ku 15 leşkerên Rêjîmê 8 ji nav wan ji Hizbullah in hatin kuştin û hejmareke birîndar ketin di encama pevçûnên di nav wan de li bajarê Deraayê.

 

  • Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro piştgiriya êrîşa Amerîka ji bo li ser firokexaneya Şûyêratê ya Humsê ya Sûriyê dike.

 

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

  • Heyetek ji parêzerên Kerkûkê îro bi mebesta şermezarkirina ji aliyê dewleta Tirk ve bombeberankirina Şehîdgeha Mehmed Karasungur serdana Qindîlê kirin.

 

  • Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û berdevkê wê partiyê Mehmûd Mihemed got biryar hate dayîn ku referanduma serxwebûna Kurdistanê di sala 2017ê de were pêkanîn.

 

  •  Komîsyona Cîbicîkirina Disîplînê ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), biryara cezakirina hinek berpirs û endamên partiya xwe da. Di nav wan kesan de Lahûr Talabanî û Şanaz Îbrahîm Ehmed jî hene.

 

  •  Parêzgarê Duhokê Ferhad Etroşî dibêje, eger PKK bi Herêma Kurdistanê re şer bike dê bersiv bidin û parastina xwe bikin.

 

  •  Li Hewlêrê şandeya bilind a Partî û Yekîtî derbarê pirsa pêkanîna referandomê bicivin û encamên civînên xwe li gel aliyên siyasî bighînin nûner û qonsilên welatan li Herêma Kurdistanê.

 

  •  Wezareta Parastina Belcîkayê ragehand ku, bi armanca destpêkirina lêkolînekê derbarê beşdariya firokeyên wî welatî di êrîşa 17ê Adara borî de li ser bajarê Mûsilê de dê firokeyên xwe ji Hevpeymaniya Navnetewî li dijî DAIŞê vekişîne.

 

  •  Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê bi wesayîteke bombekirî ve êrîş birin ser rawestegeheke rojavayê parêzgeha Enbarê. Êrîş li ser binkeya Welîd pêkhat û ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê hate têkbirin.

 

BAKÛRÊ KURDISTAN Û TURKÎ

  •  Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir KU Êrîş û tecrîda li Îmrali û zindanan, êrîşa li dijî tevahiya gelê me ye. Girtî, rûmeta têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ne. Divê em li her cihî xwedî lê derkevin.

 

  •  Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) têkildarî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a zindanan raporek weşand. Di raporê de hate gotin ji 15’ê Sibatê ve 171 girtiyên siyasî bi rengekî bêdem û bêdorveger û ji 15’ê Adarê ve j îli hemû girtîgehan greva birçîbûnê ya bi 5 rojan dorvegerî didome.

 

  • Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê zorê li girtiyan dike ku di lêgerîna tazî re derbas bibin. Girtiyên vê yekê qebûl nakin rastî lêdan û tundiyê tên.

 

  •  Rêberê HDP’ê yê di 8’ê Nîsanê de berîya Mîtînga HDP’ê ya Edeneyê li qada mîtîngê ji ber posterên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag hatin binçavkirin hatin berdan.

 

  •  Deh hezar kes beşdarî mîtîna ku li Qada Sûka Yenî ya Sali ya Goztepe ya Stenbol a bi sirûda “NA, Em hemû bi ser bikevin” hate lidarxistin, bûn.

 

  • Li Wan û Amedê di serdegirtina malan de 10 kes hatin binçavkirin.

 

  •  Li herêma çoltarên Lîcê û Hezroyê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Li gundên ku operasyon hat destpêkirin telefon û înternet hat qutkirin.

 

  • Li Zanîngeha Wanê 2 akademîsyenên din jî yên ku “Metna Aştiyê” îmzekiribûn ji peywirê hatin dûrxistin.

 

  •  Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca ev bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir: “Xêr ji dijminê Kurdan nayê. Ne li benda xêrê bin. Li dijî wan helwestê nîşan bidin.”

 

  • Rêveberên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) referandoma 16’ê Nîsana 2017’an a li Tirkiyê boykot dikin û pêşneyara destûreke federal a bingehîn li rayedarên Dewleta Tirkiyê dikin. Li ser vê mijarê, herdu partiyên navborî, îro li Amedê konferanseke hevpar pêktînin.

 

ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

  •  Serokê Îranê Hesen Rûhanî banga duristkirina komîtekê vekolînan dike li dor êrîşa Kîmawî ya li bakurê Sûriyê ku di encamê de bi kêmanî 87 kes hatin kuştin.

 

  • 6 partiyên kurdên Eyaleta Kurdistanê ya Îranê di derbarê hilbijartinên serokomarî û encûmena gund û bajarên Îranê de biryara boykotkirinê da.V

CIHAN

  • Wezîrê derve yê birêtanya Boris Johnson serdaneke xwe ya pilankirî bo Rûsya pûç kir ji ber rûdanên lez ên li Sûriyê.

 

  •  Li bajarê Tenta ya Misirê li hember dêrekê krîstiyanan êrîşeke bi bombe pêk hat û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 40 kes jî birîndar bûn.

 

EDÎTOR: AMARA

09.04.2017

ROJEV24

 

شاهد أيضاً

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 28/08/3018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ: *Komîteyên Hawarhatinê yên Erebî – Kurdî derbarê binpêkirinên ji aliyê çeteyan …

اترك تعليقاً