NAVENDA NÛÇEYAN – Gelên li bajêr û navçeyên her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê, bi çalakiyên cur bi cur greva birçîbûna girtiyan ên di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê silav kirin.
Gelên li bajêr û navçeyên kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê bi çalakiyên cur bi cur, greva birçîbûnê yên di
zindanên bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku di roja 56’mîn de ye hat silav kirin.
Li Qamişlo bi beşdariya endamên saziyên sivîl, meclîs û komînên bajêr jî amade bûn, bi hezaran kes li çarxerêya
Osman Sebrî kom bûn. Girseya ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên saziyan jî rakiribûn, bê navber
dirûşmeyên ji bo piştgiriya berxwedêrên zindanan avêtin, heta Çerxerêya Şehîd Rubar Qamişlo meşiyan.
Li Kantona Efrîn û Kobanê jî, bi çalakî û daxuyaniyan piştgiriya xwe ya ji bo berxwedêrên zindanan berdewam
dikin û silav dikin.
Di çalakiyan de, bang li raya giştî tê kirin ku li hemberê daxwaz û berxwedaniya berxwedêrên zindanan bêdeng
nemînin û tê gotin ku ew wek e partî, sazî, meclîs û desteyên Rojavayê Kurdistanê bi hemû derfetên xwe
piştgiriya berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê dikin, da hêviyên wan pêk werin.
11.04.2017
rojev24