LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / Ragihandina Qesra Spî: Careke din dubare bibe em dê bi tu kesî neşewirin

Ragihandina Qesra Spî: Careke din dubare bibe em dê bi tu kesî neşewirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Sekreterê Ragihandiniyê ya Qesra Spî ya DYA’yê Sean Spîcer diyar kir ku eger Rejîma Suriyê careke din çekên kimyewî bikar bîne, ew dê bê ku ji kes an jî dewletî bişewirin an jî bipirsin rast e rast lê bidin.

Sekreterê Ragihandiniyê ya Qesra Spî ya Dewletên Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Sean Spîcer, di daxuyaniyekî, şerê li Suriyê diqewime nirxand û da zanîn ku ji ber Rejîma Suriyê çekên kimyewî bikaranî wan li navenda Balafirgeha Şeyrat a Hamasê bi fuzeyan lê daye. Spîcer, da zanîn ku berî fuzeyan bavêjin wan di serî de agahî daye Rusya û hêzên din, lê careke din rejîm çekên kimyewî bikar bîne wê ev car bê ku bi kesî an jî hêzan re bişewirin, bi hewayî lê bidin.

11.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً