LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / Ji Qesra Spî derbarê Idlib û Esad de daxuyanî hat!

Ji Qesra Spî derbarê Idlib û Esad de daxuyanî hat!

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Qesra Spî derbarê îdeaya rejîma Suriyê ku li Idlibê çekên kîmweyî bikaranî ye de daxûyanî hat dayîn.

Ji Qesra Spî ku derbarê îdeayên Rusya de daxûyanî hat dayîn de, gotinên wek e “Rûsya dixwaze sûc bavêje ser hinekên din. Em baş dizanin ku êrîşa bi çekên kîmweyî ne ji hêla terorîst an jî serhildêran ve hatiye kirin. Derbarê daxuyaniya Rusya ya provakasyone de tu delîl tune ye” bikaranî.

‘Heta Esad di Suriyê de bimîne wê aşitî qet çênebe’

Berdevkê Qesra Spî Sean Spîcer, diyar kir ku heta Esad li ser desthiladariyê be dê Suriyeyek ku aşitî hakim be tû car çênebe.

Mccaîn jî daxuyaniyek da

Yek pêşengê Partiya Komara DYA’yê û Senatorê Arîzonayê McCaîn jî di dema serdana xwe ya peytexta Bosna Hersekê Saraybosnayê kir de, piştî bi Serokê Konseya Serokatiya Dewletê Mladen îvanîç re hevdîtin kir, civîneke çapemeniyê li Balyozxaneya DYA yê li Bosnahersekê lidarxist. McCaîn, derbarê endamtiya Bosnahersek a ji bo NATO û pêşketinên li Suriyê de nirxandin kir.

McCaîn, got “Esad sûcdarê şer e û divê li ser desthiladariyê bikeve. DYA welatê herî bi hêz a cîhanê ye. Em dikarin hem DAIŞ û hem jî Esad di heman demî de hal bikin.”

 McCaîn, axaftina xwe wiha dom kir: “Rawestandina kûştina mirovan û di heman demî de ya Rusan ê li nexweşxaneyên li Helebê bombebaran dike di bin berpirsiyariya me de ye. Ev ji tu welatî re nayê qebûl kirin. Ez li Suriyê bûm, min dayikan û birîndaran dît. Divê Esad, dawî li kûştina mirovan bîne.”

Hefteya bihorî ku ji hêla Qesra Spî ve daxuyaniyên li ser hev hatibû dayîn de, dihat gotin ku çûna Esad a li ser desthiladariyê ne di nava karê pêş a DYA yê de ye, wê gelê Suriyê wê biryarî bidin.

12,04,2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً