LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Çeteyên Ehrar El Şam Cerablûsê dorpêç kiriye

Çeteyên Ehrar El Şam Cerablûsê dorpêç kiriye

CERABLÛS – Hat ragihandin ku Çeteyên Ehrar El Şam ji duh ve bajarê Cerablûsê dorpêç kiriye. Hat zanîn ku çeteyên Ehrar El Şam, yek bi yek endamên girêdayên Ceyş El Hûr (Artêşa Azad) dîl digire.

Li gor agahiyên ji heremê tên, çeteyên Ehral El Şam ji bo Cerablûsê ji komên Ceyş El Hur ên girêdayên dewleta tirk in, hemleyek dane destpê kirin.

Çeteyên Ehrar El Şam, di seatên nîvro de komek mezin bi çekên mezin ên tang û top di nav de heye dora bajaroka Xendûra ya Cerablûsê ku 25 km li rojavayê başurê Cerablûsê dikeve dorpêç kirin. Li vir di navbêra endamên çeteyên Ehrar El Şam û komên din av Ceyş El Hur de pêvçûn derketiye.

Hat ragihandin ku çeteyên Ehrar El Şam, bi gundê Kêşatan a 3 km dûrê Cerablûs dikeve bajêr dorpêç kiriye. Hat diyarkirin ku Ehrar El Şam, gelek endamên komên Ceyş El Hur ku endamên îstîxbaratî jî di nav de heyî girtine.

Li gor agahiyan, ji aliyê Ezazê ve jî komek Cebhet El Şamiye û Ehrar El Şam ku gihiştine hev, ber bi Cerablûsê ve pêş dikevin. Nakokiya di navbêra çeteyan ên li heremê berdewam dike.

14.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً