LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / Brîtanya bang li Rusya kir: Tevlî koalisyona navnetewî bibe

Brîtanya bang li Rusya kir: Tevlî koalisyona navnetewî bibe

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Derve ya Brîtanyayê Boris Johnson, bang li Rusya kir û got “Piştgiriya xwe ji pişt Beşar Esad vekşîne û tevlî koalisyona navnteweyî ya dijî DAIŞ’ê ku pêşengtiya wê DYA dike, bibe.”

Wezîrê Karê Derve ya Brîtanyayê Borîs Johnson, ji bo Rojnameya Sunday Telepgraph makaleyekî nivisandiye, derbarê geşedanên li Suriyê û têkiliya Rusya ya bi koalisyona navneteweyî re hin pêşniyariyan ji bo Rusyayê dike.

Hin sernivisên di makaleya Johnson wiha ne: “Rusa ji bo berjewendiyên xwe yên stratejîn ên di Suriyê de biparêze, dikare bi Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trûmp re hin têkiliyên çêker pêş bixe û bikeve zanebûna welatên rojava wê Suriyeyê ji nû ve înşa bike, ji ber vê yekî dikare tevlî koalisyona navneteweyî bibe. Li beranberê vê Rûsya divê, bawerî an jî tehatuyek a derbarê agirbestek rasteqîn tesîs bike, dawî li bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên warîlan bîne û ji bo ya Suriyeyiyan ji ‘tîrantiya Esad xilas bike’ çareseriyeke siyasî biafirîne.”

‘Qrîza dawî ji bo Rusya firsendek e’

Jonhson, anî ziman ku qrîza dawî ya li Suriyê ji bo Rûsya firsendek e û da zanîn ku êdî wexta ji bo Moskova hevpeymaneke aqilane hatiye.

EDÎTOR

16.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً