LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Hîle û gengeşiya referanduma Bakurê Kurdistanê!

Hîle û gengeşiya referanduma Bakurê Kurdistanê!

AMED – Dengdana têkîldarî referanduma guhertina qanûna bingehîn a ji 18 madeyan pêk tê li Bakûrê Kurdistan û
Tirkiyê dest pê kir, ji ber hîleyên li ser sandoqan de gengeşiyên mezin pêk tên.

Li bajarên Bakûrê Kurdistanê yên wekî Semsûr, Agirî, Dersim, Riha, Wan, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Dîlok, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîs jî di nav de, li 32 bajaran dengdan li demjimêr 07.00an dest pê kir. Li van bajaran dengdan dê saet di 16.00’an de bi dawî bibe.

Li gundên Amedê jî dengdayîn bi rengên kurdewarî pêk hat.

Pisûlayên dengan bi helîkopteran birin hin navendên bajaran

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) jî gelek amadehîyen cuda pek tîne ku kesên li Sur a navçeya Amedê, navenda Şirnex, Nisebîna navçeya Merdînê, Gevera navçeya Colemergê û bajarên din yên ku ji bo şer û pevçûnan ji nav hatin birin, roja dendanê ji alîyen partîyên sîyasî ve eger bivên ve ji wan re erebeyan terxan dikin daku bikaribin biçin bajarên xwe deng bidin. Li Gor agahîyan hejmara wan kesan ji 200 hezaran zedetir e.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê xapandinên dengdayînê derdikevin holê û ev yek dibe sedema alozîyan. Li gundê Rihayê dimenên dengdayîna komî ya ji bo “Erê” derket holê. Herwiha ji navçeya Midyadê ya Mêrdînê û Çermika Amedê jî agahiyên li ser sextekariyên dengdanê tên.

AKP’yiyan êrîş kirin bav û kur hatin kûştin

Li navçeya Çêrmûgê ya Amedê dema bikaranîna dengan de li gundê Miyalanê di navbera hilbijêran de nîqaş derket. Ji ber ku li dijî AKP’iyên li şûna kesên ne li gund in deng bi kar anîn îtiraz hat kirin AKP’iyan çekên xwe kişandin. Alîgirê AKP’ê Hidir Yildiz û zarokên wî gule berdan birayê xwe Avdo Yildiz û kurê wî Şeyhmuz Yildiz. Bav û kur jiyana xwe ji dest dan, Îdrîs Yildiz jî birîndar bû. Cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwerega Rihayê.

Piştî bûyerê gelek leşker sewqî gund hatin kirin, li gund bikaranîna dengan hate rawestandin.

Îdiaya ku li Rihayê dengên ‘erê’ bi tomerî hatin mohrkirin

Li hinek bajaran bi sedema xapandina dengdayinê alozî derdikeve. Li gundê Eyubiye yê Rihayê dimênên dengdayîna komî ya ji bo “Erê” derket holê. Di dîmenan de kesek ku nasnameya wî ne diyare bi carekê mohrê li “Erê” dixe.

Li navçeya gundê Sarikoy a Midyatê jî aşkare deng tê dayîn. Li gor hin zanyariyên tên, li gundên Şirnexê jî hinek keya û cerdewanan ji bo “Erê” bi komî deng dane. Li gor agahiyên ku hin hemwelatî didin, li navçeya Çermik a Amedê jî keya û leşker destûr nadin ku welatî deng bidin.

Tê gotin ku ji wan îmzeya ku deng bikar anîne digirin û piştre wan dişînin mal.

Hat ragihandin ku turikên pisûlayên dengdana hilbijartina referandûmê bi nezareta leşkerî di helîkopteran de ji bo navçeyên bajarê Amedê hatin veguhestin. Herwiha li bajarên Dersîm, Sêrt û Bedlîsê jî bi helîkopteran turikên pisûleyan birin hin navendên dengdanê. Helîkopterên ku karmendên hilbijartinê jî di nav de amade bûn ji Amedê rabûn û li hin gundewarên navçeyên Licê, Dicle û Hêne turikên pisûlayên dendgan bi nezareta leşkerî gihandin cihên dengdanê. Li gor agahiyan dê 89 karmendên hilbijartinê ku bi helîkopteran çûne cihên dengdanê piştî dengdanê dîsa bi
helîkopteran ji wan navendên hilbijartinan vegerin. Dîsa li bajarên Dersîm, Bêdlîs û Sêrtê jî bi hinceta
ewlekariyê pisûlayên dengan bi helîkopteran birin hin navendên dengdanê.

Malbatên Roboskê di bin zextan de diçin ser sandoqan!

Li Roboskê malbatên Roboskê ku di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer bombe li ser wan barandin û 34 xizmên wan qetil kirin, di bin dorpêça leşker û cerdevanan de diçin ser sindoqan. Dayika Serhat Encu Halime Encu anî ziman ku ev roja wan e û ew dixwazin di vê rojê de bêyî zext û zordarî çin ser sindoqan û bi aramî dengê xwe bidin. Malbatan xwest her kes biçin ser sindoqan û êdî dawî li vê zilmê binin. Encu, anî ziman ku dê teqez bi ser
bikevin.

Malbatan anîn ziman ku di bin dorpêça leşker û cerdevanan de diçin ser sindoqê dengê xwe davêjin û di bin zextan
de ne.

EDÎTOR

16.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً