NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê CIA’yê Mike Pompeo ku beşdarê bernameyekî bû, li ser pirsa “Hûn ango CIA, derbarê rewşa Tirkiyê de bi guman in?” de Pompeo bersiva “Erê em pir bi guman in” da.
Serokê Îstîxbarata Derve ya Emerîkayê (CIA) Mike Pompeo ku beşdarê panelekî ya ji hêla Center For Strategic And International Studies (CSIS) ku wek navendek lêkolînê ya stratejîk tê nasîn bû. Pompeo, piştî li ser rewşa pêşketinên dawî nêrînên xwe parve kir, di beşa pirs û bersivê ya panelê de, bersiva hin pirsên derbarê rewşa Tirkiyê da.
‘Ji îstîxbaratê bigire heta herikiyên fînansê em bi guman in’
Pompeo, li ser pirsa “Hûn li derbarê rewşa Tirkiyê de bi guman in, di kîjan mijarî de bi guman in?” hatî kirin, wiha bersiv da: “Belê hem li ser referandûma wê bê kirin û hem jî, ji mijarên îstîxbaratî bigire heta aborî, herikiyên fînansê ya ketin û derketina ji Tirkiyeyê de em bi gûman in. Tirkiye endam û hevalbendekî NATO yê ye. Divê li gor hevalbendekî NATO’yê tevbigere.”
Bê bawerî ya navbêra her du saziyan de
Mijara bê baweriya di navbêra her du saziyên îstîxbaratî ya MÎT û CIA yê de di mehên bihorî de jî bibû rojeva ragihandina Amerîka û dîplomasiya navbêra welatên Ewropa û Tirkiyê de. Yek ji van nakokiyên sereke jî, mijara MÎT ku derbarê “PKK bazirganiya hişberiyê (tiryak) ê dike” de rapor pêşkeşî CIA û welatên ewropayê kiribû de û ji ber derbarê PKK bazirganiya hişberiyê dike tu delîl nehatibû dîtin, bibû nîqaş. Di ragihandina Amerîkayê de li ser vê mijarî bê baweriya Amerîka û welatên Ewropa ya derheqê Tirkiyê de hatibû nirxandin û ketibû rojevê.
16.04.2017
Rojev24