LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Li Qampa Koçberan a Domîz çi diqewim e?

Li Qampa Koçberan a Domîz çi diqewim e?

RÊVANA MÊRXAS

DUHOK – Hat aşkere kirin ku hikumeta Herêma Başurê Kurdistanê piraniya wan ciwan niştecihên Qampa Koçberan a Domîzê bi zorê dikin sîxûr.

Qampa Koçberan a Domîz a li nêzî bajarê Duhokê ya Herêma Başurê Kurdistanê ye, di demên dawî bi bûyerên cur bi cur dikeve rojevê, tê gotin ku ji aliyê rayedarên hikumeta Herêma Başurê Kurdistanê ve piraniya wan ciwan niştecihên qampê bi zorê sixûrtiyê li ser wan tê ferz kirin.

Qampa Domîz…

Bi gengeşiya destpêka Şoreşa Suriyê re gelên Suriyê ku neçar man koçberê bajarên Herêma Başurê Kurdistanê kirin, li nêzî bajarê Duhokê qampek hat avakirin. Ev qampa ku nêzî 90 hezar kes hene, piraniya wan ji bajarê Dêrik, heremên Koçerat û gundewarên wê yê Kantona Cizîrê ne. Her çiqas hemû erzaqên niştecihên qampê ji hêla saziyên navneteweyî ve tê dayîn, dibistanek, nexweşxaneyek, aşxaneyek û firoşgeh hebin jî dîsa astengiyên jiyanî dijîn. Ligel van astengiyan di hêla kêmasiya av, elektrîk û pêdiviyên cur bi cur ên jiyanî jî tê kişandin.

Ev kêmasî û astengiyên jiyanî nebese, ji hêla hêz û saziyên girêdayên hikumeta başurê Kurdistanê ve jî, li ser ciwanan bi zorê bibin pêşmerge, sîxûr û ya herî girîng jî pêkûtiya li ser jinan a wek e îstîsmara zayendî tê kirin.

PDK Qampa Domîz birêve dibe lê bi çi awayî?

Li gor agahiyên ku ji hêla niştecihên Qampa Domîz tê dayîn ve, PDK û rêveberên saziyên hikumetê qampê wek e baregehekê bi kar tîne. Hat ragihandin ku PDK hêza xwe ya îstîxbaratî Parastin û pêşmergeyan lê bi cih kiriye û di nav koçberên qampê de ji hev bêbawerî pêş xistiye û vê yekê jî bi taybetî di nav keç û xortan de pêk tîne.

Hat gotin ku bi riya berpirsiyarên îdareya qampê re pêşmergeyên ku ewlehiya qampê digirin, keç û jinên ciwan ên di qampê de di malên taybet ên li derveyê bajarê Duhok hatine amadekirin de, fuhuş tê pêş xistin. Hat destnîşankirin ku ev keç û jinên ciwan ên rastî van muameleyan dibin, ji hêla berpirsiyarên îdareya qampê yên bi nave Leylan û Soran û dîsa pêşmergeyan ve tên tehdît kirin.

Mînaka herî berbiçav, jina ciwan a bi navê Ş.E ku rastî îstîsmara zayendî ya dehan peşmergeyan hatî, piştî meha hezîranê 2016’an ducanî (hemle) derket holê, aşkere bibû. Ji hêla Komîsertiya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Başurê Kurdistanê ve ev yek hatibû tespîtkirin û lêpirsîn dabû destpê kirin. NY ya Ş.E ji bo tedawiya derûniyê şandibûn welatê Avusturalya û di Navenda Unîteya Deruniyê ya nexweşxaneyê de tedawiya wê berdewam dike. NY her çiqas ji bo lêpirsîna bûyerê ji rêveberiya hikumeta başurê Kurdistanê re nivîs jî şandibû, lê ji ber berpirsiyarê îdareya qampê jina bi navê Leylan ku ya Ş.E pêşkeşê pêşmergeyan kiribû, lêpirsîna fermî pêk nehat û ser bûyerê hate girtin.

Hat ragihandin ku jibilî van pêkanînan a di qampê de, li ser ciwan û niştecihên qampê sixûrtî tê ferzkirin.

Li Qampa Domîz ciwan wek ajan tên bikaranîn!

Hat diyarkirin ku di qampê de yê herî balkêş ew e ku ji bo parastina qampê endamên Pêşmergeyên Roj ên ne fermî ne ji hêla PDK û hikumeta heremê ve hatine erkdar kirin. Di nava qampê de fermandarekî pêşmergeyan a bi navê Çiya ji bo li ser ciwanan sixûrtî û peşmergetiyê ferz bike, hatiye erkdarkirin. Kesên ku vê pêkanînî qebûl nakin jî, wan bi malbata wan, qedexekirina derketina sûkê, qûtkirina erzaq û fonê ku ji hêla saziyên naventeweyî ve tên û her weke din tên tehdît kirin.

Ji kesên ku sixûrtiyê li wan tê ferzkirin, ev agahî ji wan tê xwestin: “Kes û malbatên ku bi xizmên xwe yên li Rojava re diaxivin, kî/ê derbarê pêkanînên rêveberiya qampê nerazîbûn nîşan didin û axaftinan dikin, kîjan malbat ji PDK, malbata Barzanî û pêşmergeyan qebûl nakin û li ser wan diaxivin, malbatên ku zarokê wan li Rojava di nav YPG’ê de ne, bên tespîtkirin û agahî bidin, kesên bi navê Çiya û Soran.”

Hat destnîşankirin ku kes an jî ciwanên ji bo sîxûrtiyê hatine tespîtkirin, gelek pêkanînên bi zorê, kaxizên destûrê ya ji bo li heremê karibin bigerin a koçberan hatî derxistin ji wan hatiye standin, wan mecbûr dihêlin û wisa dikin ku tu rê li pêşiya wan nemîne.

Hin navên ku bi zorê kirine sixûr wiha ne:

Jina bi navê D.M ê yê 23 salî ku ji Kantona Cizîrê ye 4 sal berê bi malbata xwe re li Qampa Domîz dimîn e. Ciwanê bi nave Ş.E yê 26 salî ku ji Kantona Cizîrê ye, ev 3 salin bi malbata xwe re di qampê de ye. Kesê bi nave B.R. yê 29 salî ji bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ye ev 4 sal in di qampê de ye. H.X. 28 salî ji bajarê Qamişlo ye ev nêzî 4 sal in di qampê de ye, niha wek serbazê Pêşmergeyên Roj hatiye erkdar kirin.

Hat destnîşankirin ku ev kesan rast e rast girêdayê fermandarê Pêşmergeyên Roj ê bi navê Çiya ne.

Kesên di bin pêşmerge 3 sal wext datînin pêşiya wan!

Hat destnîşan kirin ku li başurê Kurdistanê rayedarên PDK’ê û hikûmeta başur, hem di hêla sîxûrtî û hem jî tevlîkirina Pêşmergeyên Roj ku hêzekî fermî nayê qebûl kirin, ji aliyê Wezareta Pêşmergeyan ve di nava qampên koçberan ên di başurê Kurdistanê de xebat tên meşandin. Li gor agahiyan, kesên bi zorê tevlî pêşmergeyan tên kirin, pêşmergetiya wan herî kêm 3 sal tê dirêjkirin û hat gotin ku eger berî 3 salan kes dev ji pêşmergetiyê berdin wê wek e ceza 6 milyon dinar pere bide.

Madeya hevpeymana NY hatiye binpê kirin

Li gor hevpeymanên saziyên mafê mirovan û madeya 65 a Hevpeymana Neteweyên Yekbûyî, li kîjan welatî dibe bila bibe, dewlet an jî rêveberiya wê welatî nikare endamên koçber ên di qampan de wek e leşker, kar û barên xizmeta dewletê de bên bikaranîn.

 

23.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً