* Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li Qendîl, Metîna û Garê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bajarokên Hezîme û Mezreya Tişrîn rizgar kirin. Di şerê wê herêmê de yek jê emîr 49 çete hatin kuştin.
* Çeteyên DAIŞ`ê ji bo şikandina dorpêça li ser bajarê Tebqayê êrîş başurê bajarê Tebqayê, kirin. Şervanên QSD`ê bersiv dan û li herêmê şerên giran rû dan.
*Êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser taxa Iskenderiye hat şikandin û erebeyeke bombebarkirî, hat îmhakirin.
*Eşîreya Reqqa ya El-Ebûcabir piştgiriya xwe ji QSDê re dubare kirin.
*70 hezar koçberên Reqqayê yên ku ji ber hovîtiya çeteyan warên xwe terik kirin, pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye. Her wiha Sê zarok ji ber kêmbûna şîr û derman jiyana xwe ji dest dan.
* Desteya Parastinê ya Katona Cizîrê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk li eniyên şer ê Bakurê Reqqa ziyaret kir û rizgarkirina bajarokê Tişrîn û Hezîme pîroz kir.
* Hêz û Tevgera Artêşa Tirk a dagirker a li ser sînorê bajarê Girê Spî û Bakurê Kurdistanê, zêde bûye.
*Şer û pevçûnên giran di nav hêzên Rikberiya Sûrî û Rêjîmê de li dora taxa Tişrîn ya Şama paytext derketin. Herweha hêzên Rêjîmê bi balafirên şer taxa Qabûn topbaran kir, di encamê de hejmareke welatiyên sivîl birindar ketin.
*Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê bal kişand ser pêwîstiya guherîna nihêrîna welatên rojavayî bo rawestana rastîn li ber grûpên terorîstî li Sûriyê û got :Mosko, Tehran û Hizbullah piştgirên Şamê jibo rawestana li ber terorîzmê ne.
* Wezareta berevaniya Sûriyê ragihand; Destdirêjiya Rejîma Siyonîstî ser axa Sûriyê bi hedefa piştevaniya rasterast ji terorîstan cih hatiye.
* Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad şert û mercên hevdîtinên bi hemû aliyên mixalefeta Sûriyê ya ‘xwedî hêzekê li erdê’ re eşkere kirin.
BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* YNK û Tevgera Goran, li ser mijarên ‘Xebitandina Parlamentê’ û referandûmê’ li hev civiyan û bi daxuyaniyeke hevpar gotin, ‘Divê parlament bê xebitandin’. Lê belê PDK bi rengekî tund li ber vê daxwazê rabû.
* Civîna YNK û PDKê li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê dest pê kir. Civîn bi serokatiya Barzanî tê kirin.
* Şandeyeke ser bi tevgera Sedir ya dibin serokatiya Ehmed Sedir de, li gel Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî civiya. Hate ragihandin ku tevgera Sedir di civînê de dû proje pêşkêşî Barzanî kiriye. Projeya yekem ya têkildarî hilbijartinên Iraqê de ewe ku komîsyoneke serbixwe were avakirin da ku hilbijartineke azad, pak û dadwer çêbibe. Projeya duyemîn jî ewe ku piştî rizgarbûna parêzgeha Mûsilê sindoqeke navdewletî ya alîkariyê were danîn da ku Mûsil ji nûve were avakirin û xelkê penaber bûne vegerin ser cih û warê xwe.
*Cîgirê sererkanê Wezareta Pêşmerge dibêje, Wezareta Berevaniya Almanya rizamendî li ser hinek çekên pêşketî bo Pêşmerge daye.
* Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê 13 milîtanên xwe yên ku ji şerûpevçûnên di navbera wan û hêzên Iraqê de reviyabûn bi guleyan kuştin.
* Balafirên şer yên hêzên hevpeyman li bajarokê Til Eferê li parêzgeha Mûsilê“Wezîrê Perwerde” yê DAIŞê Elî Riza Mehmûd hat kuştin.
BAKÛRÊ KURDISTAN Û TURKÎ
*Li 7 gundên navçeyên Kerboran û Mîdyatê qedexeya di 19’ê Nîsanê de hatibûn îlankirin bi dawî bû.
*Aktîvîstê Aştiyê Yannis Vasilis Yaylali ku bi armanca piştevaniya gelê Roboskê li Roboskê bi cih bû hat girtin.
*Înîsiyatîfa Rojnamgerên Azad (ÎRA) bi munasebeta salvegera 119emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî li Amedê civînek li darxist û ragihand ku di sala 2016an de 17 rojnameger hatin kuştin. Li gorî raportê li Tirkiyê 166 rojnamevan girtîne.
ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Wezîrê nifta Îranê got: Têhran û Moskova gotûbêjên dualî yên jibo berfirehkirina meydana gazê ya Ferzad Beyê li Kendava Farsê, dest pê kirine.
* Li gorî agahiyên ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirov ya Rojhilatê Kurdistanê di Tebaxa sala 2016an de bi giştî 28 kurd ji ber sedemên siyasî hatine darvekirin.
* Li bajarê Loristanê yê Îranê 2 girtiyên kurd ji aliyê komara îslamî ya Îranê ve hatin îdamkirin.
CIHAN
* Hilbijêrên li Fransayê, ji bo hilbijartina serokkomarê nû dengê xwe didin.
23.04.2017
Rojev24