LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / MSD: Armanca Tirkiyê ji van êrîşan pêngava Reqqa têk bibe

MSD: Armanca Tirkiyê ji van êrîşan pêngava Reqqa têk bibe

MSDê di derbarê êrîşa Dewleta Tirk ya hewayî li ser Şengalê û Rojava de daxuyanîyeke nivîskî da û got armanc têkbirina pêngava Reqqayê ye û desteka li DAIŞ’ê ye.

MSDç êrîşa dewleta Tirk bi balafirên şer li ser çiyayê Qereçox û Şengalê bi awayekî hemwext pêk hatin, şermezar kir û got ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser herêmê dixwaze hemeleya rizgarkirina Reqqa têk bibe û bi vê yekê çeteyên DAIŞ’ê nefesê bistînin.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ser çiyayê Qereçox û herêma Şengalê pêk hatin daxuyaniyeke nivîskî da.

MSD`ê diyar kir ku îradeya wan a di li hember terorê wê hîna xurtir bibe. Berferehiya daxuyaniyê wiha ye:“Di demeke wiha de ku hemleya Reqqa dewam dike û hêzên me li hember DAIŞ`ê bi ser dikevin, balafirên şer ên Tirkî baregehên paş ên hêzên me li çiyayê Qereçoxê û herêma Şengalê bombebaran kirin. Ev êrîş nîşana wê yekê ye ku dewleta Tirkî dixwaze hemleya Reqqa têk bibe û nefesê bide DAIŞ`ê.

Em di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de vê êrîşê şermezar dikin, bang li civaka navnetewî dikin ku bertekê nîşan bide û dîsa bang li gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê dikin ku siyaseta rêjîma Tirkî red bike. Em tekez dikin ku wê îradeya me di şerê li dijî terorê de û alîgirên wê de xurtir bibe.”

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً