Navenda Nûçeyan – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Merk Toner daxuyaniyek da û diyar kir ku hevpeymaniyê êrîşê Tirkiyê erê nekir.
Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser êrîşa asmanî ya li ser Sûriye û Iraqê ya balafirên şer ên Tirkiyê daxuyanî da û got: “Em gelek bi fikarin ku Tirkiye li Sûriye û Bakurê Iraqê (Şengalê) bêyî kordînasyona Amerîkayê û hevpeymaniya li dijî DAIŞ’ê êrîşan pêk tîne. Me van fikarên xwe bi Tirkiyê re parve kir.
Di êrîşên şevê din yê dewleta Tirk a li ser Qereçoxa Dêrik a Rojava de 20 şervanên YPG-YPJ’ê şehîdbûn, 18 jî birîndarbûn. Li Şengalê jî welatiyek û 5 pêşmerge şehîdbûn.