Navenda Nûçeyan- di Êrîşa dewlata Turkî li ser çiyayê Qereçox û Şengalê , Mesûd Berzanî helwesta xwe ji destpêkê de diyar kir, û dseteka xwe ji van êrîşan re nîşan da .
Dewleta Turkî di Şeva 25 meha 4 de êrîşek hewayî li ser Çiyayê Qere Çox û Şengal pêk anî , di êrîşê de 12 caran çiyayê Qereçox hat bombe baran kirin û di heman demê de Şengal 20 cara hat bombe baran kirin . di encam de ziyan hat dayîn.
Tê zanîn ku êrîşa dewleta Turkî li ser Şengal 6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan, piştî ku ev êrîş pêk hat her alî ev êrîş şermezar kirin ji bilî KDPê û alîgrên wê yên Rojava ENKS.
Li gorî daxuyaniya ku hat raghandin, PDK helwesta xwe li himberî van êrîşan de erênî da û di heman demê de PKKê tuhmet bar dike û wê wekî sûcdarê vê êrîşê dibîne .
Diyar bû ku PDKê desteka xwe ji van êrîşan re nîşan da, yek ji tesbîtên vê yekê ku raydarên PDKê û Mesûd Berzanî bê deng li himberî vê êrîşê man û tu bersivek cidî derneket ji aliyê wan .
Di daxuyaniya Erdoxan de dibêje ku me Hikûmeta Başûrê Kurdistan Agehdarî vê êrîşê kiriye , ev daxuyanî tesbît dike ku Mesûd Berzanî xwedî rolek mezin di vê êrîşê debû û ji bo vê yekê nikare tu bersiv û daxuyanyek tund li himberî Turkî bide .
Tê zaîn ku ev demke ku pîlan ji aliyê dewleta Turkî bi alîkariya Mesûd Berzanî li ser Şengal û Rojava tê kirin û ev êrîş berdewamiya êrîşa pêşmergê Rojava li ser Xane Sor bû .
Rojev24