Navenda Nûçeyan – Kurdistaniyên li Ewrupa û dostên wan li gelek bajarên Ewrupayê meşên girseyî organize kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê şermezar kirin.
Artêşa Tirk a dagirker duh bi balafiran êrîşî çiyayê Qereçox û Şengalê kir. Li hemberî van êrîşan Kurdistaniyên li Ewrupa li gelek bajaran (Hanover Almaniya, Kolon Almanıya û Qubrıs ) meşên girdruç lidar xistin. Kurdistaniyan êrîşên Tirkiyê şermazar kirin û daxwaz ji cîhanê kirin ku sînorekî ji êrîşên faşîzm û dijber ên Tirkiyê ku li ser Rojava û Şangalê re deynin û rawestînin.