Şengal- Sazî û rêxistin Şengalê û welatiyên Êzidî derbarê êrîşên balefirên Tirkiyê de daxuyaniyeke çapemeniyê dan û diyar kirin ku armanca Tirkan tûne kirina gelê Êzidî ye.
Dewleta Tirk dagirker bi balafirên şer di seatên dereng li çiyayê Şengalê bombebaran kir û encamê de welatiyek sivîl jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê hemû rêxistin û sazî û gelê Êdidî hemberî vê yekê nerazî bûna xwe nîşan dan.
li cihê Qahê ku ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hate rûxandin daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Hecî Hesen bal kişand ser fermana 73’an û diyar kir ku wê demê jî çeteyên DAIŞ’ê û bi hevkariya Tirkiyê-Berzanî xwestin Şengalê bê Êzidî bikin.
Li ser navê Tevgera Jinên Azad ên Êzidî Dayê Neam axivî û daxuyakirin carek din dijmin şevê din êrîşê axa me û gelê me kir û weha got: “Bila Erdogan baş zanibe tû çiqasî êrîşê çiya bikî em ê li cihek din yê çiya xwe rêxistin bikin û saziyên xwe ava bikin. Ne tangên Erdogan û ne jî balefirên wî wê nikaribe îradeya gelê Êzidî bişkîne. Ji ber ku em îro xwedî îrade û xwedî hêzekin û em ne ew Êzidiyên kevin in ku serî ji kesekê re bitewînin.”