LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / YPG’ê bersiva leşkerên tirk da: Tangek û 2 panzer hatin rûxandin

YPG’ê bersiva leşkerên tirk da: Tangek û 2 panzer hatin rûxandin

DIRBÊSIYÊ – Leşkerên dewleta tirk ku bi çekên giran êrîşê noqteyên YPG/YPJ’ê ya li Dirbêsiyê kir, YPG bersiv da û di encamê de tangek û 2 wesayîtên zirxî yên leşkerên dewleta tirk hatin rûxandin.

Di seat nêzî 16.30’an de leşkerên dewleta tirk ji qereqola xwe ya pêşberê Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê bi çekên giran êrîşê ser noqteya Şerik a gundê Çetelik a girêdayê navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê kir. Li ser êrîşê şervanên YPG/YPJ’ê jî bi çekan bersiva êrîşa leşkerên tirk da. Di encamê de YPG’ê bi çekên giran tangek û 2 wesayîtên zirxî ya leşkerên dewleta tirk rûxandin. Ji heremê dengên çekan berdewam dike.

Piştî balafirên şer a arteşa dewleta tirk li navenda YPG’ê ya li Çiyayê Karaçoxê dabû, ji hêla YPG’ê ve hatibû ragihandin ku dê êrîşên dewleta tirk a li ser sînor bê bersiv nemîn in.

26.04.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً