LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Artêşa Tirk li nêzî Dirbêsiyê beşek ji dîwarê şermê rakiriye

Artêşa Tirk li nêzî Dirbêsiyê beşek ji dîwarê şermê rakiriye

DIRBESIYÊ – Artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe li ser sînorê di navbera bajarê Dirbesiyê û Bakurê Kurdistanê zêde kir û beşek ji dîwarê ku berî demekî li ser sînor avakiribû, rakir.

Artêşa Tirk a dagirker duh hewil da ku bi tank û panzerên xwe ji aliyê bajarê Dirbesiyê ve têkeve xaka Rojava. Li ser vê yekê YPJ/YPG`ê bersiv dan û tankek dagirkeriya Tirk rûxandin.

Nûçegihanên ajansa (ANHA) ku ji nêz ve rewşa sînor dişopînin, di dîmenên vidyo de diyar kirin ku çawa artêşa Tirk a dagirker hêza xwe ya li sînor zêde dike û çekên giran li wir bi cih dike. Artêşa dagirker her wiha beşek ji dîwarê ku li ser sînorê di navbera bajarê Dirbasiyê û Bakurê Sûriyê de avakiribû rakir, ev yek nîşan dide ku haziriyê dike ku bikeve xaka Rojava.

Nêçegihanan her wiha diyar kirin ku ji vê sibehê ve tevgereke zêde ya artêşa Tirkiyê li ser sînor heye, bi taybet piştî ku beşek ji dîwar rûxandiye.

 

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً