KOBANÊ – Şandeya leşkerî ya Amerîkî bi wesayîtên zirxî li hemberê êrîşên leşkerên dewleta tirk a noqteyên YPG/YPJ’ê li seranserê sînor digerin.
Piştî ji hêla balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker li navenda YPG/YPJ’ê ya li Çiyayê Karaçox da û di encama de di nava wan de xebatkarên ragihandinê jî heyî 20 şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn, ji duh ve şandeyek ji leşkerên Amerîkî bi wesayîtên zirxî ku ala DYA jî li ser wan heyî, ji Kobanê heya Çiyayê Karaçox a bajarê Dêrikê seranserê sînor digerin.
Bi şandeya leşkerên Amerîkî re ji fermandariya YPG/YPJ’ê jî digerin. Wesayîtên zirxî yên Amerîkî seranserê sînor a Rojava û Bakurê Kurdistanê ji rojavayê Kobanê Çemê Firatê bigire, Girê Spî, Serêkaniyê, Tirbêsiyê heyanî Çiyayê Karaçox a bajarê Dêrikê, digerin.
Di gera Amerîkiyan de, Rojavayî ku derdikevin pêşiya wan daxwaz dikin ku li hemberê êrîşên dewleta tirk bisekinin.
Her wiha ev dîmen di nava gel de bû sedema nirxandina “Ev dîmen telafîkirina kêmasiya wan e” .
29.04.2017
Rojev24