ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
*Şervanên QSD`ê li Tebqayê kargeheyeke çeteyên DAIŞʹê ya çêkirina hawana 170 û topên cihenem dîtin.
*Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê 6 taxên din ên bajarê Tebqayê ji komên çete rizgar kirin.
* Hêzên QSD’ê dema ji nişka ve avêtin ser çeteyên DAIŞ’ê û li 6 taxên rizgarkirî, çekên ji aliyê MKE ve ji bo artêşa Tirk hatine çêkirin, bi dest xistin. Yek ji van çekan jî çeka lav e ku dewleta Tirk daye DAIŞ’ê.
* Çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê başûr û rojhilat ve êrîşî tebaqyê kirin, şervan bersiv dan û di navbera wan û çeteyan de şer rûda.
* Çeteyên DAIŞ′ê welatiyên bajarê Tebqayê wekî mertalên zindî bi kar tîne û kesên ku dixwezin ji bajêr derkevin, hedef girtin. Di encamê de bi dehat kuştî û birîndarên sivîl hene.
* Şervanên QSD′ê 5 hezar şêniyên bajarê Tebqayê, ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin.
* 23 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ji Koalisyona Navdewletî xwestin ku Bakurê Sûriyê wekî herêmeke bi ewle were ragihandin.
* Yekîtiya Ragihandina Azad a Kantona Efrînê hovîtiya Erdogan a li dijî dengê rastiyê şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî, komeleyên mafên mirovan û sandîkayên rojnamevanan kir ku li hember destwerdanên Tirkiyê bêdeng nemînin.
* Leşkerên Sûrî dibêjin hêzên wan li gel hevalbendên xwe êrîşeke gurûpa Daişê vegerand li navçeyeke di bin destê hikûmetê de li parêzgeha Helebê.
* wezîrê karê derve yê Rûsiya Sergei Lavrof roja bûrî şemiyê diyar kir ku Mosko amade ye ku alîkariyê bi Amerîka re bike li barê çareserkirina kirîza Sûriya.
*Şer û pevçûn di navbera komên çekdar (Ceyş EL-Islam . Feyleq EL-Şem . desteya Tehrîr EL-Şam) yên girêdayî opozisyonê li alî herêmên Xûta EL –Şerqiye ya ji alî rêjîmê dorpêçkiriye derket. Di encamê de 74 çekdar hatin kuştin û hin sivîl bûn qurbaniya vê êrîşê.
BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Rojnameya Independend a brîtanî ragihand Fermandarekî amerîkî di encama teqîneke bombeyekî ya li Musilê de jiyana xwe ji dest daye.
* Ji Parlamentoa Ewropayê 70 parlementer derbarê êrîşên Artêşa tirk ên bi ser Şingalê de daxuyaniyek weşand û da zanîn xelkê Şingalê bûne qurbaniyên rikberiyên hemû aliyan.
*Parlamentara kurd ya di Parlamentoya Iraqê de Eşwaq Caf ragihand hikûmeta federal nikare rê li referanuma Kurdistanê bigre û got:”Divê êdî hevdîtinên fermî yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dest pê bikin.”
BAKÛRÊ KURDISTAN Û TURKÎ
*Serokê Tirkiyê Erdogan bang li Amerîka kir ku piştgiriya hêzên Kurdên Sûriyê rawestîne, di demekê de ku medya xwecihî behsa belavbûna leşkerên Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê dike.
*Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Balafirxaniya Ataturk a Stenbolê peyivî û got:”Ez pir pê xemgîn bûm ku YPGê bi alaya DYA re hat hilanîn.
*Komîsyona Girtiyan a şaxa Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê ya Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” ya hefteya 265’an de bal kişandr ser rewşa girtiyê nexweşiya şizofreniyê Kemal Gomî û xwestin bê berdan.
* Xebatkarê HDP’ê Abdulkerim Pozan li mala xwe ya Cizîrê hat binçavkirin.
ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Li parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê Rêveberê Bernameya propagandaya yek ji namzetên Serokkomariya Îranê bi sûcê bêrêzî li himberê îmaman hate binçavkirin.
*Partiya Lîberal a Demokrata Kurdistanê û rêxistina Yarî Kurd (Yarsan) ragihandin ku ewê hilbbijartinên Îranê boykot bikin.
CIHAN
* Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM) daxuyakirin ku di nava 4 mehên derbasbûyî yên îsal de hezar û 89 koçber li Derya Spî jiyana xwe ji dest da ne yan ji winda ne.
* Hate gotin piştî nerazîbûna parêzeran lêpirsîna komkujiya Parîsê dîsa dest pê kir.
30.04.2017
Rojev24