LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Dewleta tirk deriyê dawî ya Dirbêsiyê ji sivîlan re girt!

Dewleta tirk deriyê dawî ya Dirbêsiyê ji sivîlan re girt!

QAMIŞLO – Dewleta tirk, Deriyê Sînor a Dirbêsiyê ku hemwelatiyên Rojava û Bakurê Kurdistanê tenê ji bo serdana hev bikin diçûn û dihatin, girt.

Piştî êrîşa balafirên şer ên artêşa tirk a li ser Şengal û Qereçoxê û piştre jî li seranserê sînor di navbêra YPG/YPJ û leşkerên dewleta tirk de pêvçûn diqewimîn, dewleta tirk Deriyê Sînor a Dirbêsiyê ku tenê ew vekirî mabû girt.

Di navbêra gelê Rojava û Bakurê Kurdistanê de ku tenê ev derî vekirî mabû û tenê ji bo hemwelatî roja duşemê dikaribûn serdana xizmên xwe bikin dihat bikaranîn, hate girtin.

Hat ragihandin ku dewleta tirk li seranserê sînor dîwar û xendekan dikola, piştî girtina vê derî re jî wê li ber derî jî dîwarek lêbike. Hemwelatiyên ku bertekê nîşanê vê yekê dan, diyarkirin ku dewleta tirk dixwaze ya gelê Rojava bifetisîn e, lê çi bikin bila bikin gelê kurd dê li hemberê pêkûtî û komkujiyên dewleta tirk serî netewîn in.

01.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً