LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

*PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna 1’ê Gulanê pîroz kir.

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ

*Ji Fermandarên QSD`ê Hêvîdilî da zanîn ku heta niha ji sedî 90 bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin û got:” Em ê mizgîniya rizgarkirina Tebqayê di demeke nêz de bidin gelê Sûriyê”.

* Şervanên QSD’ê li Tebqa 3 taxên din rizgarkirin. Di şer de 48 çete hatin kuştin, 5 çete jî bi saxî hatin girtin.

* YPG`ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê dijî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û got:” Hêzên me li hember van êrişan di asta pêwîst de bersiv dan. Di nava van bersivdayinan de qasî hat zelal kirin 3 çeteyên girêdayî artêşa  Tirk hatin kuştin.”

* Yekîtiya Ragîhandina Azad (YRA) biryar şirketa Eutelsat a rawestandina weşana Ronahî tv, Sterêk Tv û News Channel şermezar kir û got ku biryara şirket siyasiye û di encama bikaranîna daxwaza hikûmetaTirkiyê pêk hatiye. YRAʹyê got ku bi van biryaran dê nikaribin dengê rastiyê bidin rawestandin.

* şer û pevçûnin dijwar di navbera hêzên rêjîma Sûriya û rikberiya Sûriya de li ser anî sera Minşiye ya Deraa derketin. Di heman dema pevçûnan de Hêzên rejîmê bi topên giran tax topbaran kirin, û hewldan ku taxa ji dest wan derket vegerînin.

* Balefirên şer ên rejîma Sûriyê 7 nexwaşxaneyên parêzgeha Îdlibê li bakûrê rojavayê Sûriyê bombebaran kirin.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ

* Sazî û rêxistinên Şengalê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û ev tişt gotin: “Berzanî û Erdogan bi van balafiran dixwest plana 3’ê Tebaxê û 3’ê Adarê temam bike. Herwiha armacan wan valekirina herêma Şengalê ye. Em bang li Iraqê  û hêzên navnetewî dikin erkê xwe yê mirovî pêk bînin.

* Hat ragihandin ku emîrê DAIŞê yê bi navê Îshaq El Tunisî bi 4 cîgirên xwe re li Mûsilê ji terefê hêzên federal ên Iraqê gve hatin kuştin.

* Rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Enbar ê Iraqê êrişî artêşa hikûmetê kir, di encama êrişê de 8 leşkerên artşa Iraqê hatin kuştin.

* Sererkanê Giştî yê Artêşa Iraqê Osman El Ganimî da zanîn ku tevahiya Mûsilê dê di nav 3 hefteyan de ji destê DAIŞê bê rizgarkirin.

* Hêzên koalîsyona navneteweyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji destpêka operasyonên Iraq û Sûriyeyê hetanî niha 352 sivîl di êrişan de hatin kuştin.

* Hat ragihandin ku saziyeke Almanyayê du dibistanên 27 polî li bajarê Dihokê çêkirin.

BAKÛRÊ KURDISTAN Û TURKÎ

*Malbatên ku xwestin bi xizmên xwe yên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dimînin re hevdîtinê pêk bînin, ji aliyê rêbeveriya girtîgehê ve bi gotina “Kawişên wan tên guhertin” hat astengkirin.

* Endamên HKP’ê yên xwestin ji Beşîktaşê bikevin Taksîmê I pîroz bahiya 1’ê Gulanê rastî astengiya polîsan hatin û 25 kes hatin binçavkirin.

* Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê (RTUK) ku tevî Eutelsatê hewl da televîzyonên Kurdan bigire, mohra xwe danî binê biryareke sosret.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN

* Rejîma Îranê di salekê de 30 hezar û 48 caran mafê Karkerên Rojhilatê Kurdistanê binpê kiriye.

CIHAN

* Rojnameya Guardian a Îngîltereyê ragihand ku têkiliya navbera Amerîka û kurdan ji her demê nêzîktirî hev in û ev Tirkiyeyê dixe metirsiyê.

* Malpera înternetê ya Koreya Bakur a bi navê Uri Minjokiri di gotara xwe de ragihand heke nokava nûkleerî ya Amerîkayê USS Michigan ku li baregeha Koreya Başur bi cih bûye têkeve çalakiyên provekatorî beriya ku derkeve ser avê wê rastî dawiyeke bi êş bibe.

* Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ger Koreya Bakur ceribandineke din ya nukleer pêk bîne ‘’ewê bi vê kêfxweş nebe’’

 01-05-2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً