LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Tebqa bi temamî hat rizgarkirin-LEZGÎN

Tebqa bi temamî hat rizgarkirin-LEZGÎN

 

REQA – Li gor QSD li ser malpera xwe ya tora civakî weşandî, piştî rizgarkirina du taxên dawî Tebqa bi temamî hat rizgarkirin.

Li gor Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe belav kiriye, ragihand ku di çerçoveya qonaxa 4’emîn a Odeya Operasyona Xezeba Firatê, piştî rizgarkirina 2 taxên dawî navçeya Tebqayê ya girêdayê Reqa bi temamî hat rizgarkirin.

Şevê din saet 01.00’an de şervanên QSD’ê ber bi taxên El-Bu İsa, El-Heso, El Selam û herêma Sinaa (Pîşesazî) ya di bin kontrola çeteyan de ketin nava tevgerê. Li her 3 taxan şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ de rû dan. Di encama şerê ku heta seet 11.30’an dewam kirin de 48 çete hatin kuştin û 5 çete jî bi saxî  hatin girtin.

Her wiha di encama şer de 3 tang, 52 roketên tangê, 1 panzer, 2 wesaîtên zirxî BMB, 1 agirkuj, 1 fuzeya Grad, maşîneyek zirxî ya bombebarkirî, 1 SPG 9 dij-Tang, Doçkayek 12.5 mm, çekek A-4 balafirşikên û gelek fîşekên wê, yek Kalaşnikof, yek demance, 5 bombeyên destan, luleyek doçka 14,5 mm, 400 fîşekên Doçkaya 23.5 mm, 1.500 fîşekên BCK, sindoqek guleyên bombe avêj, 2 çewal TNT, 2 çewal funyeyên Hawanan, rextek xwekujî, durbînek rojê, dûrbînek a şevê û qederek malzemeyên sabotajê ket dest şervanan.

Li 6 taxên ku duh hatibûn rizgarkirin jî şervanan di enacama xebatên lêgerînê de termê 24 çeteyên din, 18 çekên kalaşnîkof, 2 BKC, kargehek çêkirina mayinan û gelek cebilxane dîtîn.

Duh bi şev heta serê sibehê ku ev pêvçûn berdewam dikir, şervanên QSD’ê 2 taxên dawî jî rizgar kirin. Niha şervanên QSD’ê dest bi paqijiya teqemeniyan dikin.

Hat ragihandin ku wê di demên pêş de, fermandariya Odeya Operasyona Xezeba Firatê rizgarkirina bi temamî ya Tebqayê bi daxuyaniyekî ragihîn e.

01.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً