LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Belgeyeke din a AKP`ê çeteyên DAIŞ`ê pêşwaz dike derket!

Belgeyeke din a AKP`ê çeteyên DAIŞ`ê pêşwaz dike derket!

REQQA – Her çiqas hikumeta AKP`ê îdîa dike ku li dijî DAIŞ`ê şer dike, lê belgeyên derdikevin rastiya têkiliyan wan careke din isbat dike. Di belgeya ku herî dawî li Tebqayê kete destê şervanên QSD’ê vê carê AKP`ê çeteyan li Istenbolê pêşwazî dike.

Ji destpêka aloziya Sûriyê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek caran di ragihandinê de têkîliya hikumeta AKP`ê bi serkêşiya Erdogan bi çeteyên DAIŞ`ê re û komên din ên teror isbat kir. Bi gotineke din êdî Tirkiyê ji DAIŞ û komên din ên terorê re bibûn wargeh û cihê perwerdê û taybet li kampa AFAD a koçberên Sûriyê dihatin bicihkirin. Çeteyan di Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn û êrîşî Rojava û Bakurê Sûriyê dikirin. Her wiha çeteyan di Tirkiyê re derbasî Ewropa û welatên Rojavayî dibûn û li dijî sivîlan komkujî pêk tanîn. Her çiqas dewleta Tirk li xwe mukir nedihat û ev tişt redikir, lê rastiyên ku derdiketin êdî têkiliya AKP û DAIŞ`ê ji cîhanê hemû re isbat bû.

Dewleta Tirk a dagirker di tebaxa 2016`an de qaşo bi navê şerê li dijî DAIŞ axa Sûriyê dagir kir. Çeteyên DAIŞ`ê bê ku tu şerî li hemberî wan bikin, bajarê Cerablûsê radestî AKP`ê kirin.

Di nifûsa ku li ser çeteyekî DAIŞ`ê herî dawî di bajarê Tebqayê de nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi destxistine, careke din têkiliya DAIŞ û AKP`ê radixe ber çavan. Di nifûsê de navê çeteyekî bi navê Mustefa Mohammed û İstanbolê li taxa Gazi Osman Paşa rûniştiye. Bi vê yekê AKP`ê çeteyên DAIŞ`ê li Istenbûlê dihewîne.

04.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً