LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Federaliya Demokratîk û Bakurê Suriye-3

Federaliya Demokratîk û Bakurê Suriye-3

Li Kurdistanê mînakên federaliyê

NAVENDA NÛÇEYAN – Xaka Kurdistan û Mezopotamyayê ku bûye derguşa mirovahiyê, pêşengiya xwerêveberiyan jî kiriye.
Dikare bê gotin ku li cîhanê mînakên yekemîn ên federaliyê li Kurdistanê hatine dîtin.

Kurdistan ku niha avakirina sîstema federaliya demokratîk li perçeyê wê yê biçûk tê gotubêjkirin, ne biyaniya vê
sîstemê ye. Di kurahiya bîra dîrokê wê de, mînakên kêrhatî yên federasyon û konfederasyonan hatine dîtin. Ango
pareke vî gelî ya diyarker di dîroka federasyonên cîhanê ku me di beşa dosyaya xwe ya 2’yemîn de bibîr xistibû
de heye. Bi gotineke din li cîhanê mînakên yekemîn ên federaliyê li Kurdistanê hatine dîtin.

Dema em li nava rûpelên dîroka Kurdistanê derdikevin rêwitiyekê, çend mînakên şênber ên federasyonan derdikevin
pêşberî me.

Li Kurdistanê, bi cihêrengiya navlêkirinên herêman, ango bi navên cuda rêxistinbûyînên wekî qebîle, eşîr çêbûne.
Di lutkeyê de jî weke federasyonên qebîle û eşîreyan digihîştin hev. Federasyonên yekemîn ên di dîroka
Kurdistanê de hatine dîtin, piranî bi mebesta xweparastina li hemberî êrîşên ji derve û xurtkirina yekîtiye di
navber eşîr û qebîleyên herêmê de pêk dihatin. Paşê veguheriye yekîtiyên polîtîk. Ev yekîtî hem di navbera
eşîrên kurdan bi xwe de, hem jî bi eşîrên gelên din re pêk hatine.

Mînakên herî şênber jî Hûrî, Mîtanî, Naîrî, Urartu, Medî, Komagene ku niha jî şopên wan di êlên Ertûşî, Berazî,
Aliya, Roşkan û hwd de tên dîtin ne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê “Parastina Gelekî” de li ser dîroka herêmê û
nirxandina pêşeroja wê wiha dibêje: “Hurî (BZ 2500-1500), Mîtaniyên ku bi koka xwe Hurî ne (1500-1250), Naîrî
(BZ 1200-900), Urartuyî (BZ 900-600), Medî (BZ 700- 550) di van deman de bi federasyon û konfederasyonên eşîr û
qraliyetan jiyan e…. Dema Rojhilata Navîn a nû ku di bingeha federasyona demokratîk de bilind bibe, ew ê carek
din rê li ber pêvajoyeke şaristanî ya layîqî dîroka xwe û senteza şaristaniya demokratîk veke”.

Konfederasyona yekemîn li hemberî serdestiya Sûmeran: Konfederayona Hûriyan

Yekemîn federasyona li herêmê hatiye tesbîtkirin di serdema Hûriyan de bû. Qebîleyên qûntarên çiyan û geliyên
Kurdistanê li hemberî metirsiyên hêzên dijber, bi hev re li ber xwe didan, bi demê re federasyon û paşê jî
yekîtiyên siyasî ava dikirin. Ev komên ku behsa wan tê kirin, di salên 3000’î yên beriya zayînê (B.Z.) de navê
Hûrriyan li wan dihat kirin.

Hurî di salên B.Z. 2500-1500’an de li herêma di navbera çemên Firat û Dîcleyê de, bi gotineke din li
Mezopotamyayê ku navenda şoreşa çandiniyê bû, jiyan e. Huriyan di vê serdema dîrokê de, xwe wekî sazûmaniya
qebîle û eşîreyan birêxistin kiribûn. Lê Sûmerên ku wê demê serdest û xwediyên şaristaniya navendî bûn,
nedihiştin ev sazûmanî veguhere navendekê. Li hemberî vê dijîtiyê Hûriyan ji bo parastina hevgirtina xwe, di
sazûmaniya konfederasyoneke eşîran de xwe birêxistin kirin û konfederasyonek ava kirin. Bi vê yekê hem yekîtiya
xwe, hem jî xwe ji serdestiya Sûmeran parastin.

Konfederasyona împaratorî, çanda demokratîk a rêvebirinê: Mîtanî

Piştî Hûrriyan, mînakek din a federasyonê B.Z. di navbera salên 1500 û 1250’yan de hatiye dîtin. Ev jî
Konfederesyona Mîtaniyan bû. Bajarê Waşokanî ango bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê paytextiya vê
konfederasyonê dikir. Bi vê avakirinê re cara yekem bû ku konfederasyonek wekî împaratoriyê dihat binavkirin. Ev
konfederasyon ji 7 eşîreyan pêk dihat. Her eşîrekê ji vana, li herêma xwe babikên (qebîle) din di bin kontrola
xwe de bi rêxistin dikirin. Ji ber vê her milek jî di nav xwe de konfederal bû û mîrekî wê hebû. Xwe bi xwe
birêve dibirin.

Ev mîr wekî “şah-qiral” dihatin binavkirin. Lê xala ku gelekî balê dikişîne û di roja îroyîn de jî dibe mijara
bidestxistina mafan ew bû ku rêvebirên Mîtaniyan bi hilbijartinan dihatin diyarkirin. Heft Mîran dengê xwe
bidana kê ew kes dibû Mîrêmîran. Bi konfederasyonek wiha re, Mîtaniyan ji 250 salan zêdetir hebûna xwe
domandiye.

Konfederasyona eşîran: Med

Yek ji konfederasyonên ku dîroka Kurdistanê de herî zêde tê zanîn konfederasyona Med e. Lêkolînerên ku dîroka
Medan vedikolin dibêjin ku piştî federasyona Urartuyan li bakûrê Mezopotamyayê B.Z. di navbera salên 700-550’an
de konfederasyona eşîrên Med ku bi Babîlê re di nava yekîtiyê de bûn hatiye avakirin. Ev konfederasyon ji 6 êlên
kurd û persan pêk tê. Herodot van êlan weha binav dike: Boussî, Parîtassî, Stirokatî, Arîzantî, Boudî û
Magî.kurdistan

Eşîrên Kurd û Persan di vê federasyonê de çand, huner, siyaset û hwd ji taybetmendiyên xwe bihevre parve
dikirin. Her wiha van bihev re herêm diparastin. Ev konfederasyon bi yekîtiya bi Babîlê re karîbû Asûriyan têk
bibe. Konfederasyon heta nêzî 150 salan li ser dika dîrokê dimîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê konfederasyona Medan de dibêje: “Damezirandina berê ya federasyona
Medan mînakeke tîpîk a demokrasiya destpêkê ye.”

Federasyona çandan: Qiraliyeta Komagene

Komagene wekî federasyonek çandî ya gelek neteweyan ku rengê qiraliyê dihat birêvebirin, derketiye ser dika
dîrokê. Piştî împaretoriya Med, li ser vê kevneşopiyê Qraliyeta Komagene pêş ket. Ji bajarê Hatayê heya navçeya
Pînarbaşî ya bajarê Kayseriyê yê Tirkiyeyê, bakurê çiyayên Torosan û bakurê çemên Dîcle û Firatê dest pê dike û
bajarê Semsûr, Meletî, Xarpêt, Dîlok, Mereş (Gurgum) û Rihayê jî digire nav xwe. B.Z. di sala 160’yan de
qiraliyeta Komagene dawî li desthiladariya Helenan tîne û heya B.Z sala 72’an weke qiralilyeteke serbixwe
dimîne.

Li gorî lêkolîn û analîzên hatine kirin, peyva “Komagene” tê wateya kombûna eşîran. Ango peyva “Kom” tê wateya
kombûyîn, peyva “gene” jî tê wateya gel (qebîle û eşîre). Komagene jî dibe kombûna eşîretan.

Qiraliyeta Komagene bi pêşengiya Kurdan hatiye avakirin û navenda wê li navçeya Kolik (Kahta) ya bajarê Semsûrê
yê Bakûrê Kurdistanê bû. Lê di nav xwe de Ermenî, Liuwî, Asûrî û Helen jî dihewandin. Bi gotineke din çand
gihandine hev. Esas girîngiya wê jî di pir çandî, pir netewî, pir zimaniya wê de ye. Lewra ji bo erdnîgariya
şaristaniya Komagene gotina “hêlîna çandan” hatiye bikaranîn. Van çandan jî weke konfederasyonekê bi hevre di
nav aşîtiyê de jiyan e.

Naîrî (BZ 1200-900) Urartuyî (BZ 900-600)mitani

Bi rûxandina împaretoriya Mîtanî re, federasyonên nû hatin avakirin. Nexasim, destpêkê federasyona Naîriyan
derket. Naîrî di rewşa federasyonek ku ji sedan êlan pêk hatine jiyan e. Lê gelek caran belav bûne û careke din
hatine ba hev. Her çiqas Asuriyan ew xistibin bin venêrîna xwe jî, lê ti caran nekarîne li ser wan tam bibin
serdar.

Ev yekîtiya êlan (eşîran) a ku navê Naîrî lê hatiye kirin, B.Z. di salên 900’î de vê carê bi navê Urartu li ser
dika dîrokê xuya dikin û dewletekê ava dikin. Navenda wan Tuşba, ango bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê bû.

Federasyonên piştî mîladê

Pergalên xwerêvebirinê yên kurdan bi rengê federasyonên eşîran piştî mîladê jî bi nav û rengên cuda berdewam
kirine. Ev rêveberiyên wan jî, bi navên “Mîr” an jî “Beg” hatine dîtin. Begîtiya Botan, Hekariyan, Bedlîs çend
mînak ji vanan e. Di van rêveberiyan de jî tifaq û yekîtiya eşîran esas hatiye girtin.medıya

Dîroknasekî rojhilatnas derbarê mekanîzmaya pergala eşîre û qebîleyên li Kurdistanê de dibêje: “Eşîretên Kurdan
ji dema Mediyan ve serxwebûna xwe ya hundirîn parastine û nîv serbixwe bûn. Wan ev mafê xwe di dema dewleta
Makadonî, Sasanî, Ereb û Osmaniyan de jî car din muhafeze kirin”.

Perçekirina Kurdistanê û eşîr

Gelên li ser erdnîgariya Kurdistanê jiyan dikin, (Kurd, ereb, tirkuman, suryan, asurî), heta şerê cîhanê yêk
yekemîn, di bin navê, yekîtiya eşîran, qebîleyan, begîtî, mîr, federasyonan de karîbûn bi hevre hebûna xwe
bidomînin. Her wiha xwe birê ve bibin. Lê piştî şerê cîhanê, Kurdistan kirin çar peçe û xweserî yan jî
nîvserxwebuna eşîreyan jî ji holê rabû. Êdî tevahî netew û beşên civakê ketin bin desthilatdariya dagirkerên
Kurdistanê. Lê belê tevî hemû zordariyan jî, hebûna eşîran dom kir.

Bi gotineke din mirov dikare bêje ku mînakên federasyonên biçûk ên eşîretan hîn jî tên dîtin. Li çar perçeyên
Kurdistanê eşîrên Beraziyan (ji 9 babikan pêk tê), Aliyan (ji 7 babikan pêk tê), Aşitî, eşîra Ertûşiyan (ji 12
babikan pêk tê), Milan, Herkî, Celalî, Îzolî, Roşkan çendek ji wan in.Med

Piştî çaryeka dawî ya sedsala 20’an, têkoşîna parastina hebûnê û bidestxistina mafan êdî ji sînorê eşîran derket
û bi rê û rêbazên dewlend û afirîner berdewam kir. Lê fikra jiyana hevbeş û wekhev dîsa hat parastin. Ev têkoşîn
piştî ku di merheleyên cur bi cur re derbas bû, îro gihîştiye projeya federaliya demokratîk a ku Rêberê Gelê
Kurd Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe de vedibêje.

SIBE: PROJEYA FEDERALIYA DEMOKRATÎK

04.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً