LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Hesabên Tirkiye ya Idlibê-NÛÇE ANALÎZ

Hesabên Tirkiye ya Idlibê-NÛÇE ANALÎZ

IDLIB – Hat diyarkirin ku wesayîta teqemeniyê ya li Ezazê teqiya, encama pêvçûnekê ku Tirkiye çewa dixwest li Şehbayê defaktoyê pêk bîne, heman tiştî li Idlibê jî bike ye. Hat ragihandin ku Tirkiye dixwaze xeta Idlib a riya ber bi Behra Spî ve vedike kontrol bike û li ser maseya bazariyê ya DYA û Rusyayê rûnê.

Tê zanîn ku plana Tirkiyê ya Idlibê bi aliyê ku ya DYA û Rûsyayê bigire dijberê xwe ve diçe. Tirkiye çewa di xeta Şehba heta El Babê rewşa defaktoyê çêkir niha jî dixwaze heman tiştî li Idlibê jî pêk bîne û li hemberê qenala Amerîka û Rusyayê ya bi Behra Spî çêdike astengiyek çêbike û li ser maseya bazartiyê rûnê.

Gelo pêvçûnên komên çeteyan senaryoya Idlibê ye?

Tirkiye bi vê yekî pêşî dixwaze têkiliyên xwe yê bi El Nûsra û Ehrar El Şam ên ku Idlib di bin kontrola wan de ye re qût bike, piştre jî komên çete yên di bin qontrola xwe de bi van komên çete (El nursa, Ehrar El Şam) ku ji hêla hêzên navneteweyî ve wek komên terorîst tên bi navkirin bixe nav pêçûnan. Hat diyarkirin ku Tirkiye li ser vê esasî tesfiyekirina van komên çeteyan Ehrar û Nusra ku ne fermî be jî di Şehba de ji wan hin piştgiriyê digirt, xist nav plana xwe. Ehrar El Şam di serî de Ezaz heta sînorên Cerablûs ku di bin qontrola komên çeteyên girêdayên leşkerên dewleta tirk de ye, êrîş kir û hakimiyetê danî. Dîsa tê gotin ku koma çete yê bi navê Cebhet El Şamiyê ku bi desteka Amerîka di Ezazê de hakimiyetê daniye, bi Ehrar El Şam re tev digere. Li gor çavkaniyên ji heremê, Ehrar El Şam ê ku hatiye heta ber sînorê Cerablûsê, hin endamên komên çeteyên girêdayên Artêşa Tirk êsîr girtiye û bi şertê hin noqteyên li Şehbayê berdin, dîsa serbest berda ye.

Hat destnîşankirin ku bûyera teqînê ya li Ezazê pêk hatî jî, encama vê şerê ya li Şehbayê ye.

Hesabên Tirkiyê

Dîsa dewleta tirk ku van komên girêdayên xwe, derxist pêşberê Ehrar El Şam, di 28’ê nîsanê de di rojhilatê bajaroka Guta yê ku 10 kîlometre rojhilatêbakurê Şamê dikeve, bi koma navê Ceyş El Îslam re êrîşê komên çeteyan ên bi navê Tahrîr El Şam, Ehrar El Şam û Feyleq El Rehman kirin. Li gor agahiyên ku ji hêla endamekî ji nava Feyleq El Rahman ve hat dayîn, dema wan bi hêzên rejîmê re şer dikirin, Ceyş El Îslam vê yekî firsend dît û êrîş kir û got “Em jî neçar man noqteyên leşkerî yên di destê me de berdin”.

Jixwe di daxuyaniya Tahrîr El Şam a di 28’ê nîsanê de hatibû kirin de, vê agahiya çavkanî dayî piştrast dike.

Hin çavkaniyan jî diyarkirin ku Ceyş El Îslam daxuyaniya “Em tevlî komên Mertalê Firatê dibin” kiriye û Tirkiye dixwaze bi destê Ceyş El Îslam amadekariya operasyonekî ya li ser Idlibê dike. Heman çavkanî diyarkirin ku komên girêdayên dewleta tirk ên wek e Tugaya Semerqend, Tumena Sultan Murad, Firqat El Hemze, Lîwa Sultan Osman, Tecûma Festaqim Kama Umrîd, Firqa El şemalîye, Firqa 9’ha, firqa 23’ya, Lîwa 51’ê û Buroya Şoreşger ê Minix  bi daxuyaniyekî piştgiriya xwe ya ji bo Ceyş El Îslam re ragihandin e.  Hat destnîşankirin ku Tirkiye dixwaze ya komên çeteyan bi hev bide şikandin û ya El Nûsra, Ehrar û komên Tahrîr li derveyê operasyona Idlibê bihêle. Çavkaniyan destnîşan kirin ku Ehrar El Şam ji Ceyş El Îslam xwestiye ku êrîş bên sekinandin û ew dikarin li ser maseyê lihevhatinê pêk bînin.

Tirkiye dikare defaktoyê pêk bîne!

Hat ragihandin ku her çiqas Tirkiye bi van hesabên xwe di nava komên çeteyan de nakokiyan derbixe û wan bîne ser xeta xwe jî, lê tê gotin ku hesabên DYA û Rusya cûdatir e. Her çiqas Rusya bi rejîm û YPG’ê re operasyona li ser Idlibê heta demek talox kiribe jî, lê hebûna xwe ya li Idlibê wek jêneger dibîn e. Dîsa Amerîka dixwaze hesabê Rusyayê taloqê piştî operasyona Reqayê bike û dixwaze ew bixwe jî di Idlibê de hebe.

Bajarê Idlibê ku ji bo derbasbûna qeraxa Behra Spî wek deriyeke stratejîk e, niha wê hesabê kî di wir de bigire nayê zanîn. Hat diyarkirin ku lê rastiyek jî heye ku Tirkiye defaktoya ku çewa di herêma Şehba de pêk anî wê di Idlibê de hinek zahmetiyan bikşîn e.

Wê li ser masê Tirkiye tunebe

Hat ragihandin ku DYA û Rusya ku siyaseta wan a navneteweyî li ser esasê berjewendî û sûdwergirtinê ye, tevgeriya Tirkiyeyê qontrol dikin, wek senaryoyek din wê j bo demek kurt ji operasyona Idlibê ya ji aliyê Tirkiyê ve bê kirin re hinek bêdeng bimînin, her wiha wê li ser maseya bê dayîn jî Tirkiye tune be û hat gotin ku ev derveyê plana herdû hêzan e.

04.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً