LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Heremên bêpêvçûn: Ev tampon, tampona cuda ye

Heremên bêpêvçûn: Ev tampon, tampona cuda ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnamevan Fehîm Taştekîn ku di çavdêriya xwe ya şerê di Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Suriyê de çavdêrek baş tê zanîn derbarê aliyên civîna Astana û biryara heremên bêpêvçûn de nivisand.

Nivîsa Fehîm Taştekîn ku di hêla çewaniya van herêman û nîqaşên tên kirin de tespîtên girîng kiriye wiha ye:

Îran, yek ji sêlingên pêvajoya Astana ye. Ji destpêkê ve bi Rusya û Tirkiyê re garantorê agirbestê ye. Li vir wek fînansorên şerê wekaletê Erebîstana Siûdî û Katar ku bêdeng mane jibilê wê divê em li DYA yê ku nûnertî şandiye Astanayê gelo dualî dilîze an na binêrin.

Hikumeta Tirk ji qonaxa yekemîn a qrîza Suriyê ve ji bo di Suriyê de ‘herema ewlehî’ an jî ‘tampon’ bê avakirin israr kir. Di encam de planeke ku misqaleke ‘tampon’ di navê de heyî di qaxizê de hat nivisandin. Rusya ku ya Îran û Tirkiyê rahişt cem xwe muzakereya Astanayê ya çaremîn dimeşîne her sê welat îmze avêtin binê muxtirayekî ku ‘heremên bêpêvçûn’ an jî bi navê fermî ‘heremên ku gengeşiyê kêm dike’ hatiye pêşdîtin. Li gor
belgeyê, heremên bêpêvçûn temamiya wilayeta Idlibê, hin beşên ji wilayetên Lazkiye, Heleb û Hemayê, hin beşên Humusê, çoltera Şamê Guta ya rojhilat, rojavayê başurê welêt Dera û Kuneytra yê dixe nav xwe. Komekê ku wê di nava 15 rojan de bên tayînkirin, wê heya 4’ê hezîranê sînorên heremên bêpêvçûn diyar bike.

Enqere, herêma tampon ji DYA û hevkarên xwe yên Ewropî dixwest. Tiştê ku nikaribû bi DYA’yê bide qebûl kirin niha bi şêwazeke din bi Rûsya re dike. Lê her çiqas alî wateyên cuda bidineyê jî plana Rûs, di cewhera xwe de projeya xwe ya ‘şoreş’ a bi piştgiriya rojava-korfezê dawî bike û bekaya dewleta Sûriyê hilde gerantiyê. Nexwe ne Rûsya û ne jî Îran ne mimkûne ji pêşniyarên wisa re bibe garantor. Netekîm Wezareta Derve ya Suriyê, aşkere kir ku ew vê planî destek dikin û bi hevpeymana agirbestê ya di civîna Astana ya 30’ê kanuna 2016’an de biryar hatî girtin re esas digirin û destnîşan kir ku artêş wê di welat de li hemberê komên ‘terorîst’ têkoşînê bidomîn in.

Dîsa şandeya ku li ser navê komên çekdar çûye Astane, di dema îmzeyê de bi protestoya dengderxistinê re salona civînê terk kir. Rojek beriya wê muxalefet ku taslaq hat pêşiya wan ji hevdîtinan xwe kişand, piştî Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan kete dewrê bi wan re hevdîtin kir, careke din vegeriyabûn ser maseyê.

Muxalifan bi weşandina belavokekî hin şertan danîn pêş:

– Îran welatek dijmin e. Îran û milîsên wê rolek bigirin û garantoriya Îranê em red dikin.
– Ji bo terorîst Îranî jî di nav de milîsên biyanî welat terk bikin divê dîrokek vekirî hebe.
– Pêwîste agirbest tevahiya welat bixe navxwe.
– Li ser biryara Konseya Ewlekariya Neteweyê Yekbûyî atfen siyasetek vekirî pêvajoya derbasbûnê bê ferzkirin.

Bi vê bertekî re girêdayî di mijara piştgiriyê bidin biryarên Astanayê an na de ku dualî mane komên wek e Ahrar’ş Şam û Ceyş El Îslam, Feylak El Rahman, El Cephe el Şamiyye, Ceyş Idlib el Hur, Ceyş’un Nasir û Ceyş El bi daxuyaniyeke hevpar vê muhtirayî red kirin. Di daxuyaniya van heft koman de hinceta redkirinê rola Îranê bû. Serok Komarê Tirkiyê Tayîp Erdogan ku di demên dawî de bênavber daxuyaniya derbarê ‘Firehbûna Pers’ di vê belavokî de tê dîtin.

Di metina daxuyaniya ku bênavber îfadeyên wek e “Îran a ku dixwaze xwe berfireh bike”, “Îran a ku axa Suriyê dagir kiriye” û “Dijminê dagirker ê ku dixwaze nasname û paşeroja civaka Suriyê bidize” de, her wiha tê diyarkirin ku Rusya pêşî divê dawî li bombardimana derbarê heremên rizgarkirî bîne.

Îran, yek ji sêlingên pêvajoya Astana ye. Ji destpêkê ve bi Rusya û Tirkiyê re garantorê agirbestê ye. Bi vê halî di plana heremên bêpêvçûn de wek hinceta redkirinê wekî Îran didin nîşandan pir manîdar e. Mesele tenê Îran be divê qet neçûya Astana. Jibilî helwesta Siûdî Erebîstan û Katar ku weke fînansorê şerê wekaletê didin meşandin ji vê yekê re bêdeng dimînin, rewşa DYA jî, yanî divê em li Amerîka ku nûnerê xwe şandiye Astanayê gelo
dualî dilîze an na binêrin.

Ev red em dikarin bi çend sedeman ve girê bidin:

Ya yekemîn, ev hevpeyan ku Rus jî êdî dest bi bikaranîna aliyên ‘nerm’ û ‘terorîstan’ ku wan ji hev cuda dikin, û ‘projeya şoreşê’ bihele. Beşdarbûna pêvajoya Astana jî êdî cebheya muxalifan ji hev cuda kiriye; şandeya ku vê pêvajoyî red kirin di bin sîwana Tahrîr El Şam ku pêşengiya wê Cebha Nusra dike de gihiştin hev. Di navbêra her du aliyan de pêvçûnên dijwar pêk hatibû. Di lîstika ku ji hêla Rusya û Îranê ku piştevanên herî xûrt a Suriyê ne ve hatî danîn lîstin, wê cazîbeya rêxistinên wek e Ahrar û Şam û Ceyş El Îslam ku ji hêla Tirkiye-îtîfaqa korfezê-rojava ve tên xwedîkirin, kêm bike. Ev pêvajoya di alema selefiyên cîhadî ya xeta El Kaîdê ve şemidandin çêbibe. Ev jî pêşketinek li gor plana lîstika Rusyayê ye. Wê demê dê konsepta têkoşîna bi terorê re derkeve pêş.

Ya duyemîn, di demên dawî de ku naveroka wê hêj jî xumame ya ji hêla Serokê DYA’yê Donald Trump ve plana avakirina heremên tampon ya rêxistinên ku piştevanên wan rojava-korfez dike xistibe nav bendewariyekî jî. Bi girêdayê nêzîkbûna hev a Tirk-Rus re, eger li aliyê Tirkiyê Odeya Operasyona Antakyayê bikaranîn neyê zelalkirin jî li başur di Odeya Operasyona Ammanê de tevgerînek tê dîtin. Ragihandina Îran îdea dike ku hêzên taybet ên Amerîka û Brîtanyayê ku şer ji Ammanê birêve dibin wê li Dêra bi cih bibin û amadekariya avakirina bingeha heremên tampon bikin.

Ev çiqas raste em nizanin lê Trump a ku her çiqas dibêje ew di têkoşîna li hemberê DAIŞ’ê dixwaze bi Pûtîn re bixebite jî, îhtîmal heye ku derbarê rêveberiya Suriyê de bi dijminatiya Amerîkan a muzmîn re guncav gav bavêje û ji yekê zêdetir îhtîmalan biceribîne. Tirkiye jî jixwe ji vê lîstîka dualî re pir zêde alîgir e. Erdogan, her çiqas ji Pentagon a hevkariya YPG’ê dike hêrs bûbe jî, ji evîna wî ya Şam a ku di qirika wî de bûye girkek hêj
rizgar nebûye. Ew tengijandina ku Ahrar El Şam dijî di asta dewletê de jî Tirkiye dijî. Ji bo xweseriya di Rojava de hilweşîne amadeye polîtîkaya xwe ya Suriyê bavêje sergoyê lê ewqas jî di mijara ku wê Şam bibe begê wî de aciz e.

Lazime em qala çend qulkên girîng ên di vê planî de vebûne bikin.

– Ya yekemîn, perspektîfekî DYA’yê ya derbarê rojhilatê Firatê ku bi Hêzên Suriya Demokratîk re kiriye qada operasyonê de nayê dîtin. Di vê hêlî de Tirkiye dema bû hevparê plana Rûs derbarê Rojava ku ji xwe re kiriye meseleya ‘ewlehiya netewî’ û ‘meseleya bekayê’ de çi girtiye an jî standiye nayê zanîn. Li hemberê êrîşên hewayî ya Tirkiyê, DYA li aliyê Cizîrê, Rusya jî li Efrînê ala xwe nîşan dan, bi vê re her du hêzên navneteweyî
îradeya fesla kurd tê cuda bigirin dest teyît kirin.

– Derizandina girîng a duyemîn jî, derheqê belgetalîmata ya ku dê di pêkanînê de rastî pirsgirêkan bê ye. Pêşî divê rêxistinên ku wê bibin aliyên vê hevpeymanî bên zelalkirin. Muxalifan di deqeya dawî de li Astanayê derî dan û derketin derve îş hinek xira kir. Komên ku di qadê de li pêşin divê bên îknakirin. Di vê mijarî de Amerîka dê îşaretek bi çi alî ve bide hevkarên xwe yên xelîçê girîng û qrîtîk e. Yanî sînorên heremên bêpêvçûn,
heta kîjan alî li hember derdikeve û kîjan alîgirin zelal nebe nayê xêz kirin. Eger di vê xala yekemîn de pêşketinek çêbibe wê dor were nexşerê. Min pir dixwest ya şandeya ku dê nexşerêyê derbixe li ser maseyê çewa serûguhê hev sor bikin temaşe bikim. Cihên ku wek e heremên rizgarkirî danîne pêşiya me aliyên ku reqîbê hev û di Astana de yên teref û ne yên teref de, wisa dijberê hev û ji hev veqetiyane ku sînorek danîn wê pir zêde zahmet be. Jixwe ya sereke Idlib.

– Pirsgirêkek a din, wê xwe di tayînkirina hêzên ku dê çavdêriya heremên bêpêvçûn bikin de nîşan bide. Wê noqteyên qontrol û çavdêriyê kî dagir bike? Rus behsa ji bo parastina heremên bêpêvçûn wê polîsan bişîne dike. Rusya, di dema bihorî de ji bo heremên Helebê yên hatî rizgarkirin polîsên misliman ên Qafkasiya yê şandibû. Tê axaftin ku an jî wê ji endamên Civakên Dewletên Serbixwe yên wek e Qezakîstanê an jî wek e Misirê ku di qrîza
Suriyê de mesafeyê danîne navbêra xwe leşkeran bişînin. Misir a ku jixwe derdê wî ji serê wî zêde ye qet dilê wê tuneye mudaxilê Suriyê bibe. Nîqaşên di vê mijarî de hêj wê pir av bigire.

– Ev hevpeyan derbarê pêşeroja Suriyê de rîskekê din jî heye. Qadên qontrolê ya heyî bikeve halê mayînde û welat bi fiîlî perçe bibe. Rêveberiya Suriye wek paradoksal ku piştgiriyê dide avakirina heremên bêpêvçûn dema behsa wê her bihostekî welat bê rizgarkirin, şandeya muxalif a li Astanayê jî dibêjin ku heremên ewlehiyê yekitiya welat tehdît dike. Helbûkî qismek mezin ên têkoşîna çekdarî dimeşînin heremên ‘rizgarkirî’ bi formula ‘heremên ji balafiran re qedexe’ ji bo bizivrînin heremên tampon hindik maye ji îtîfaqa Xelîç-Rojava re lavelav bikin. Yekbûyîna ax, hesasiyetek ku Rusya, Îran û Tirkiye ji zimanê xwe naxin e.

Senaryoya Rusya ya ku bi Suriye û Îranê re bi awayek kordîneyî dimeşe nivisandiye, armanc dike ku dewleta Suriyê bi yekpare biparêze û dê destûr nede projeyekî hilweşandinê ya weke di Iraqê de pêk hatî. Şensê serkeftina vê lîstikî mixabin ku ‘ekîba xirakirinê’ carek be jî ya mirovahiyê şaş bike û alîkariyekî erênî bike re girêdayî ye. Her çiqas ev kar li gor pêşdîtina Rusyayê nemeşe jî bi pêvajoya Astanayê re ya Tirkiyeyê gav bi gav ber bi
guherandina polîtîkayê ve zor kirin bi serê xwe di aliyê mutefîkên Şamê re girîng e.

08.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً