LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Federaliya Demokratîk û Bakurê Suriyê-8

Federaliya Demokratîk û Bakurê Suriyê-8

Xweserî û aboriya komînal

NAVENDA NÛÇEYAN – Aboriya komînal stunek sereke ya Xweseriya Demokratîk e. Bi aboriya komînal tê hedefkirin ku
aborî dîsa radestî civakê bê kirin, kesybazî û bêkarî ji holê bê rakirin, xweza bê parastin û civak tevlî
hilberînê bê kirin.

Hîmekî bingehîn ê ku Sîstema Xweseriya Demokratîk a Rojava xwe li ser digire, aborî ye. Di vê beşa xwe de, em ê
li ser sîstema aboriyê ya sîstema xweseriya demokratîk a Rojava rawestin.

Aboriya xweseriya demokartîk civakîbûnê esas digire. Xweseriya demokratîk wekî mijarên siyaset, çand, parastin,
hiqûq û exlaq di mijara aboriyê de jî feraseta paradîgmaya dewletê û nûnera wê kapîtalîzmê red dike.

Di sîstema xweseriya demokratîk de aborî wekî, “aboriya civakî” yan jî “aboriya komînal” hatiye pênasekirin. Ev
pênasekirin jî çavkaniya xwe ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire.

Li gorî vê yekê; aboriya komînal civakîbûn, wekhevî, hevbeşî û parastina ekolojiyê esas digire. Hedef dike ku
hemû endamên civakê tevlî hilberînê bike û sîstemek civakî ava bike.

Di aboriya komînal de şêwazên li gorî xweza û parastina ekolojîyê têne bikaranîn, girîngiyê dide çandiniyê, her
wiha bêkariyê tune dike û ji her ferdekî civakê re karekî peyda dike. Dîsa bi riya koperetîfên hilbirîn û
xerckirinê rêxistinkirina gel û çareseriya pirsgirêkan esas digire.

Avakirin û bikaranîna bendavan jî di aboriya komînal de, girêdayî şertê parastina ekolojiyê ye. Divê ku zirarê
nedin hawirdor, nirx û berhemên dîrokî. Dewlemendiyên binerd û ser erd jî li ser esasê pîvanên aboriya komînal
têne bikaranîn. Her wiha mulkiyeta taybet nayê qebûlkirin, lê bi awayekî giştî ji holê nayê rakirin. Mulkiyeta
taybet heye, lê komînalbûnê dide pêş.

Di Reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de jî, têgeha aboriya komînal
esas hatiye girtin. Di madeya 13’an a reşnivîsê de wiha tê gotin: “Ev sîstem li ser rêgeza komînkirina av, ax û
enerjiyê radibe, endustriya ekolojî û aboriya komînal esas digire, rê li pêş keysbazî û madekirina jinê digire û
hewl dide bigihêje asteke jiyanî ku hemû pêwîstiyên madî û menewî yên aborî pêkhatî bin.”

Çavkaniyên aboriya Rojava

Rojavayê Kurdistanê di warê çavkaniyên aborî de gelekî dewlemend e. Çavkaniyên sereke çandinî, sewalvanî, petrol
û bazirganî ye. Aboriya Rojava ji sedî 60 girêdayî çandiniyê ye. Li erdîngariyek berfireh genim, ceh, nok,
kemun û pembo tê çandin. Çandinî li hersê kantonan tê kirin, lê zêdetirîn li Cizîr û Kobanê çêdibe. Berhema
salane digihêje 2-3 hezar tonan.

zeyton neft genim

Li Kantona Efrînê zeytunvanî li pêş e. Li kantonê nêzî 20 milyon darên zeytûnan hene û piraniya pêdiviyên Rojava
tê pêşwazîkirin. Di mijara sewalvaniyê de hejmarek zelal nîn e, lê li hersê kantonan jî pez tê xwedîkirin. Lê
di salên dawî de ji ber şer û pevçûnan, her wiha ambargoyê hinekî kêm bûye.

Di rêza duyemîn a çavkaniyên aborî de petrol tê. Ev jî piranî li Kantona Cizîrê ye. Hejmara bîrên petrolê yên li
kantonê derdora 1300 ne. Dîsa 25 navendên xaza xwezayî hene. Lê dîsa ji ber şer û pevçûnan piraniya van bîran
niha nayên şixulandin.

Radestî civakê tê kirin

Herêmên Rojava ji sedî 70 aboriya Sûriyeyê pêşwazî dikin, lê ji ber sîstema desthilatî û keysbaziyê heta
pêvajoya şoreşê ev çavkanî ne ketine xizmeta gel. Lewma gel li ser van dewlemendiyên axa xwe wekî xizmetkarên ji
bo berjewendiyên dewlet û hin komikan hatiye bikaranîn. Di pêvajoya şoreşê de bi avakirina sîstema xweser re,
êdî çavkaniyên aborî jî radestî civakê tên kirin.

Aboriya komînal

Di sîstema xweseriya demokratîk de, aborî jî ji komînan destpê dike. Li gorî sîstema rêxistinî pergala aboriyê
jî hatiye avakirin. Bingeha aboriya komînal di komînan de tê avêtin û wekî sîwaneyek komînan di meclîsan de dom
dike. Li gorî mezinahiya xebatên aborî, sazîbûnê jî mezin dibe. Bi vegotineke din, hucreya herî biçûk a aboriyê
di komînan de ye, komîteyên aboriyê yên komînan meclîsên aboriyê pêk tînin. Meclîsên herêman jî, meclîsa giştî
ya kantonê pêk tînin.

komîn navenda geşkirina aborî

Di her komînekê de komîteyek aborî heye. Bi riya van komîteyan pêdiviyên aborî tên pêkanîn, her wiha projeyên
biçûk tên amadekirin. Biryar û projeyên têkildarî aboriyê bi riya komîteyên aborî tên pêkanîn. Meclîsên aborî
yên herêman jî ji nûnerên komîteyên aborî yên komînan pêk tên.

Dîsa bi armanca pêşxistina aboriya tevahiya herêmê û projeyên mezin ku koperatîfên biçuk nikarin bicîh bînin jî,
Navenda Geşkirina Aborî hatiye avakirin. Di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jî Desteya Aboriyê heye û ev sazî
hemû bi hevre kar dimeşînin.

Koperatîf-hevgirtin

Aboriya civakî zêdetirîn li ser koperatîfan tê avakirin. Bi vê yekê jî tê hedefkirin ku tevahiya civak tevlî
hilberînê bê kirin û pêşiya keysbaziyê bê girtin. Hem di komînan de hem jî di meclîsan de koperatîfên biçûk û
mezin ên çandinî, serfkarî (kirîn û firotinê), sewalvanî û hwd. hatine avakirin. Di rewşa niha de li hersê
kantonan derdora 100 koperetîfên hilberîn, xerckirin û yên jinan hatine avakirin. Di van koperatîfan de bi
hezaran welatî cihê xwe digirin û hem tevlî hilberînê dibin, hem jî debara xwe dikin. Bi vî rengî pêşiya
bêkariyê jî tê girtin.

Tenê li herêma Dirbesiyê derdora 8-9 hezar kesan di kopertîfan de cîh digirin. Li gundên Feqîre û Cedîde yên
Dirbesiyê welatiyan mulkiyetên xwe yên taybet veguherandine koperetîfê û di nava hev de erdan diçînin.

Dîsa li herêma Serêkaniyê bexçeyên sergirtî (serevanî) ku tê de gelek cureyên sebzeyan tên çandin hatine
avakirin. Li bajarê Dêrikê cihê xwedîkirina masiyan li qeraxa çemê Dîcleyê hatiye çêkirin. Li herêma Kobanê jî
cihê xwedîkirina mirîşkan hatiye vekirin.gundê feqîra

Desteya aborî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî zemîna qanûnî ya pêkanîna biryarên derbarê aboriya komînal
de ava dike. Her wiha ji bo bicihanîna pêdiviyan danustendinên bi derve re çêdike.

Di navbera desteya aborî û meclîsên aborî de têkiliyeke li ser bingehê bicihanîna pêdiviyên civakê hatiye
sazkirin. Di encama vê têkiliyê de ji bo ku berhemên çandiniyê yên koperatîfan nekevin destê keysbazan û neheqî
li gel neyê kirin, wê di demên pêş de sukên giştî bên avakirin. Bi vî şêweyî welatî û berhemkar ji keysbazan
xelas dibin. Tê hedefkirin ku yekemîn suka giştî li bajarê Qamişlo, piştre jî li Dêrikê bê avakirin.

Plansizya 5 salan

Ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve, li hersê kantonên Rojava xebatên aboriyê tên meşandin, lê ji ber êrîşên
komên çeteyan ên li ser herêmê, piraniya 4 salên şoreşê bi şer û pevçûnan derbas bû. Lewma di warê aborî de
pergala ku tê hedefkirin, hîn tam nehatiye bicîhanîn. Piştî ku piraniya herêmê hat rizgarkirin û aramî pêk hat,
mijara aboriyê jî hîn zêdetir ket rojevê.

Di vê çarçoveyê komîn, meclîs û saziyên din ên aboriyê, di meha Gulanê ya 2016’an de li Kantona Cizîrê civînek
berfireh lidar xistin. Di encama nirxandinên ku hatin meşandin de, plansaziya 5 salan a çandinî, aborî û
pêşxistina hişmendiya aborî hat derxistin.bi rêxistin kirin

Plansazî di bin 6 sernavên wekî “Akademî, birêxistinkirin, bikaranîn ax û erd, çandinî, avdanî û sewalvaniyê”
hatiye amadekirin.

Akademî

Bi akademiyên aboriyê re tê hedefkirin ku hişmendiya aboriya komînal bê zêdekirin û kesên pispor bên gihandin.
Dîsa tê hedefkirin ku bi hevkariya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk re di müfredata dibistanan de dersên
çandinî û sewalvaniyê bêne bicîhkirin. Bi heman armancê vekirina peymangeh û zanîngehên çandinî û sewalvaniyê,
wekî hedef hatiye diyarkirin.

Di sernavê “birêxistinkirinê” de tê hedefkirin ku xebatên aboriyê li gorî şert û mercên şer û xwe bi xwe
têrîkirinê bêne rêxistinkirin. Dîsa hemû sazî û dezgehên aboriyê di bin sîwaneyekê de bêne komkirin.

Ax û Erdax û erd

Di bin bernavê “Ax û erd” de, ji bo bikaranînek bi tenduristî wê rapor bên amadekirin û her 6 mehan carekê ev
rapor bêne nûkirin. Dîsa erdên ku Komîteya Çandiniyê diyar dike, wê li ser bingeha komînî ji nû ve bêne
birêxistinkirin. Ji bo rêbazên ekolojîk ya cotkirinê, wê destek ji cotkar û gundiyan re bê dayîn.

Çandinî

Li ser “Çandiniyê”, wê lêkolîneke giştî bê kirin û encamên vê lêkolînê, beş bi beş wekî rapor bêne amadekirin.
Qonaxên çandiniyê wê bên diyar kirin û li ser vê bingehê ji erdên Rojava; ji sedî 45 genim-ceh, sedî 20 nok-
nîsk-kemûn, sedî 5 dar, sedî 8 keskahî bê çandin. Ji serî 22 ji bo madeyên îndûstriyal bê bikaranîn. Dîsa
wêçandinî kargehên zeyta “garis, gulberoj, soya, pembo” kargehên şekir, meqeron, savar, biskewît, tehîn,
konserve bêne avakirin. Her wiha kargehên hilberînên sewalvaniyê yên wekî penîr, mast, nivîşk û hwd. bêne
vekirin. Vekirina kargehên amûr û alavên çandiniyê jî hedefek din e.

Parastina ekolojiyê mijarek sereke ya aboriyê ye. Lewma biryar hatiye girtin ku li her herêmek Rojava dar bên
çandin. Tenê li Kantona Cizîrê tê hedefkirin ku 50 hezar donim erd bi daran bê çandin.

Avdanî

Ji bo avdaniya bi tenduristî tê armanckirin ku di asta Rojava û eyaletan de sazî û komîte bêne avakirin. Her
wiha dê navenda lêkolîn û lêgerînê vê kirin, civak û cotkar li ser avdanê bêne perwerdekirin. Bendavên heyî wê
ji nû ve bêne sererastkirin û li gorî pêwîstiyan ên nû jî dê bên çêkirin. Yek ji hedefên herî girîng jî ew e ku
bi projeyekê ava Çemê Firatê bînin li Kantona Kobanê ji bo avdaniyê bê bikaranîn.

Sewalvanî

Di mijara sewalvaniyê de jî, tê hedefkirin ku komîte û sazî bêne avakirin, her wiha navendên sewalvanî, komîn û
koperatîf bên vekirin. Nêçîrvanî wê bê qedexekirin û ji bo nifşê sewalan ku talukeya tunebûna wan heye tedbîr
bêne girtin.

SIBE-DI XWESERIYA DEMOKRATÎK Û FEDERALIYÊ DE JIN

09.05.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً